HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîd Şervan, Dilxwaz û Ronî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Mehên Nîsan û Gulanê li Kela Memê di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî têkoşîna destanî ya hevrêyên me bêencam ma, bi qedemeyekê xwe ji qada operasyonê vekişand. Piştre jî bombardûmaneke giran li herêmên ku hevrêyên me lê bûn barand. Di encama bombardûmanê de hevrêyên me Şervan, Dilxwaz û Ronî şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şervan Egîd
Nav paşnav: Hatîp Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Emîne-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Gulana 2021'ê / Botan

Nasnav: Dilxwaz Bîngol
Nav paşnav: Huşmend Adak
Cihê jidayikbûnê: Hewreman
Dayik-Bav: Mîna-Abît
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Gulana 2021'ê / Botan

Nasnav: Ronî Çiyager
Nav paşnav: Adnan Dogan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Zumrut-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Nîsana 2021'ê / Botan

ŞERVAN EGÎD

Hevrêyê me Şervan li Gimgim a Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li herêma Serhedê girseyî bû, partiya me PKK nas kir. Bi taybetî di dema xwendina zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, hewl da wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bîne. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk li pişta wan e, êriş birin ser destketiyên gelê me yê Rojava, êşên gelê me bi kûrahî hîs kir û ji bo li dijî van çeteyan têbikoşe tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Şervan li Rojava beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hatin lidarxistin û di têkbirina faşîzma DAÎŞ'ê de bi wezîfeyên girîng rabû. Di dema şer de bi wêrekî û kedkariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê me baştir analîz kir û têgihîşt. Piştî ku demeke dirêj di nava Şoreşa Rojava de wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî, ji bo li dijî dijminê sereke yê gelê me li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer bike berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Qada destpêkê ya ku hevrêyê me Şervan lê gerîlatî kir, qada Botanê bû ku bi hezaran gerîlayên azadiyê xeyala vê yekê dikir. Li xaka Botanê ya pîroz ku bi xwêdan û xwîna bi hezaran hevrêyên hêja hatiye avdan, hevrêyê me Şervan bi hay ji vê manewiyatê heyî tevlî karên şoreşê bû. Her kêliya xwe bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd derbas kir û timî hewl da ku hêjayî wan be. Bi vê armancê ji bo parastina nirxên li Botanê hatine afirandin, ji bo pratîkek li ruhê pêvajoyê tê bê meşandin û ji bo berpirsyariya şoreşgerî ya ku şehîdan dewrî me kiriye bi cih were anîn, ketiye nava têkoşîneke xurt a îdeolojîk û rêxistinî. Li ser vê bingehê di çarçoveya milîtaniya Apoyî her tim li refên herî pêş bû û bi awayekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ji bo derbên giran li dijmin bixe. Bi samîmiyet û dilgermiya xwe ya di hevrêtiyê de bû yek ji milîtanên nayê jibîrkirin ê Botanê. Bi rûkeniya xwe ya ti carî li ser rûyê wî kêm nebû wê timî weke pêşengekî têkoşîna me bê bîranîn.

DILXWAZ BÎNGOL

Hevrêyê me Dilxwaz li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û bi çanda Hewreman a ji şopên kûr ên nirxên neolîtîkê mezin bû. Hevrêyê me Dilxwaz ku weke zarokekî çiyê mezin bû, pakbûna çiyê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Tevî ku partiya me PKK zêde nas nedikir jî piştî ku hevalên wî tevlî nava refên gerîla bû, bi dilsoziya bi hevalên xwe û baweriya bi wan re beşdarî nava refên me yên gerîla bû û sekna xwe ya samîmî ya di hevrêtiyê de hîn ji destpêkê ve nîşan da.

Hevrê Dilxwaz bi avantaja jiyana li nava xwezayê û çiyê, demeke kurt hînî jiyana gerîla bû û hewl da partiya me PKK û Rêber Apo nas bike. Her ku partiya me û Rêberê me nas kir, jinûve wate da jiyanê. Êdî bi felsefeya Rêber Apo li her detayên jiyanê nihêrî û ber bi jiyana azad ve gav avêt. Ji ber ku kesayetiya wî li hînbûnê vekirî bû, di demeke kurt de hînî zaravayê Kurmancî bû. Her wiha ji ber bala xwe ya li ser hunera şer û gerîlatiyê, pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di demeke kurt de pejirand û ji bo bibe gerîlayekî pispor gelekî hewl da. Hevrê me Dilxwaz ji bo qadên nû bibîne, li parçeyên din ên Kurdistanê xelkê me nas bike, gelekî bi daxwaz bû. Bi taybetî xwest ku gelê me yê Bakur nas bike û bi wî gelî re têkoşîna şoreşê bimeşîne. Bi vê armancê çû qada Botanê, ji bo tevahiya potansiyela xwe li têkoşîna azadiyê ya xelkê me xerc bike gelekî hewl da. Tevî ku hevrêyekî ji Rojhilat bû, di demeke kurt de hînî gel û cografya Botanê bû û di rêya netewebûnê de pêngaveke girîng avêt. Hevrêyê me Dilxwaz li qada Botanê di dema gerîlatiya xwe de rastiya dewleta Tirk a qirker baştir nas kir. Di encama vê têgihiştinê de hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin zêde bû û di her çalakiyê de performanseke serketî nîşan da.

RONÎ ÇIYAGER

Hevrêyê me Ronî li yek ji navendên welatparêziya Kurdistanê li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Ronî bi çîrokên lehengiyê yên fermandarên me mezin bû ku pitşî salên 1990'î li herêma Mêrdînê bûn efsane û her tim dixwest bibe yek ji wan lehengan. Hevrê Ronî zanîbû ku pêkhatina vê armancê bi kedeke mezin dibe û demekê tevlî karên legal bû. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê me kir, rûyê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hevrêyê me Ronî li qada Botanê tevlî nava refên gerîla bû, pratîka xwe ya gerîlatiyê jî li vê qadê dewam kir. Li cografya Botanê ku ne xerîbê wê bû, gerîlatî kir û bi vê avantajê li her qada Botanê tevlî pratîkê bû. Her wiha ji ber ku gerîlatî li qada pratîka destpêkê ya Gerîlatiya Kurdistanê hîn bû, di demeke kurt de profesyonel bû. Bi girîngiyeke mezin nêzî perwerdeyên pisporbûnê bû rêbaza gerîlayên nû yên serdemê ye. Hevrêyê me Ronî ku ji bo bersivê bide perwerdeyên ku wergirtiye her tim kûr dibû, ji bo vê bixe meriyetê jî her tim kete nava lêgerînan. Li ser vê bingehê beşdarî gelek çalakiyên li herêma Botanê bû û kûrbûna xwe tenê di teoriyê de nehişt. Bi van taybetmendiyan li Botanê da ser şopa fermandarên dîrokî Adil, Gelhat û Gulbahar meşiya û bû şopdarekî baş ê pratîka van fermandarên hêja.

Di demekê de ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê herî zêde nêzî serketinê ye, hevrêyên me Şervan, Dilxwaz û Ronî wezîfe û berpirsyariyên şoreşgerî yên ji bo azadiya gelê me pêk anîn û di vê oxirê de şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şervan, Dilxwaz û Ronî em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."