HPG'ê nasnameya gerîlayekî jiyana xwe ji dest da eşkere kir

HPG'ê ragihand, roja 13'ê Tîrmehê li mintiqa Stunê ya li herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa balafirên şer de de Delîl Qamişlo şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hevrê Delîl, di emrê xwe yê ciwantiyê de da ser şopa pratîsyenê herî baş ê kevneşopiya Apoyî fermandarê mezin Egîd û li dijî artêşa TC a dagiker bi berpirsyariyên mezin rabû. Hevrê Delîl ku ji kevneşopiyeke welatparêziyê dihat, di nava têkoşîna me de bû xwedî sekneke mînakdar a ked û durustiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet de li Çarçelayê bi erka fermandariya yekîneyê rabû û pratîkeke serketî bi cih anî. Bîranîna Delîl Qamişlo wê di nava têkoşîna me de her hebe.

Di şexsê hevrê Delîl de em hemû hevrêyên xwe yên şehîd careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê ji ber bomberdûmanê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Delîl Qamişlo
Nav paşnav: Egîd Sarûxan
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Munevver-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tîrmeha 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê