HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir- NÛ BÛ

HPG’ê ragihand ku gerîla Karlî Bager (Emîne Onal) di şerê 2'ê Mijdara 2018’an a li Şirnexê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Karlî Bager (Emîne Onal) daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“9'ê Mijdarê di daxuyaniyekê de me gotibû, artêşa TC'ê ya dagirker di navbeyna 31'ê Cotmehê û 3'yê Mijdara 2018'an li ser qada Cûdiyê ya Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û di şer de, ya dema operasyonê 9 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Karli Bager ku di şerê 2'yê Mijdara 2018'an de heta bi guleya xwe dawî şer kirî û ji bo ku hêsîr nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqandî û şehîd bûyî ji hêla me ve hatiye zelalkirin.

Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Karlî Bager
Nav û Paşnav: Emîne Onal
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Leyla - Yûsûf
Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 2’ê Mijdara 2018’an

Karli-Emîne Onal

Hevrê Karli ku 1997'an li Hezexê zaroka malbeteke welatparêz bû, 2015'an ku pergala faşîst û mêtinger a AKP'ê planên têkşikandinê li ser Kurdan dabû şixulandin tevlî nav refên gerîlayên azadiyê dibe. Hevrê Karli ku zaroka Botanê bû, bi dilsoziya bi şehîdan re, dabû ber xwe ku bibe xwediyê têkoşîneke têkneşikestî, li diyarên Egîdan Gabarê dest bi gerîlatiyê dike. Hevrê Karli ku hiş bi felsefeya Rêber Apo ve bû, bi milîtaniya xwe ya jinbûnê di demeke kurt de di gerîlatiyê de bi pêş ketiye û di hunera leşkerî de geş bûye, her wiha bi jiyana xwe ya dilnizm, bi helwesta xwe ya îdeolojîk û bi dilsoziya bi gelê xwe re, di nav hevalên xwe de bûye mînak. Hevrê Karli ku nûnera nişfê fedaî bû, 31'ê Cotmeha 2018'an di operasyona artêşa TC'ê ya faşîst de ya li ser qadên Cûdiyê heta guleya xwe dawî şer kiriye û 2'yê Mijdara 2018'an ji bo ku nekeve destê dijmin bombe bi xwe de teqandiye û tevlî nav refên nemiryan bûye.

Em careke dî di şexsê hevrê Karli de, ya keça Botanê ya dilêr, şehîdên xwe careke dî bi bîr tînin, di şexê malbata hêja ya Oral de sersaxiyê didine gelê Hezexê û yê Kurdistanê. Em soz didin ku berdêla wê çi dibe bila bibe alaya ku şehîdan ji me re hiştiye li ezmanan li ba bikin."