HPG'ê nasnameya du gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn, eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên li Geverê di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BİM) ragihand ku roja 25'ê Tîrmehê di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Gever a Colemêrgê de gerîla Necdet Ayçîçek (Firat Jiyan Zagros( û Emrûllah Cîhan (Serhildan Givara) şehîd bûne.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

Roja 25’ê Tîrmehê saet 15:00’an balafirên şer bombe li herêma Girê Bayê yê navçeya Gever a Colemêrgê barandin. Di vê bombeberanê de hevreyên me Firat û Serhildan şehîd bûn."

Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Firat Jiyan Zagros
Nav û Paşnav: Necdet Ayçîçek
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik - Bav: Zehra – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Gever / 25’ê Tîrmeha 2019’an

Firat – Necdet Ayçîçek

Nasnav: Serhildan Givara
Nav û Paşnav: Emrûllah Cîhan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Fatma – Kazim
Cih û Demê Şehadetê: Gever / 25’ê Tîrmeha 2019’an

Serhildan – Emrûllah Cîhan

FIRAT- NECDET AYÇÎÇEK

Hevreyê me Firat sala 1990’an li navçeya Pirsus a Rihayê di malbateke welatparêz de hate dinê. Hevreyê me Firat li xaka ku lê dijî ji nêz ve bû şahidê zilm û zexta dijmin a li ser gelê Kurd û li dijî tinekirina polîtîkayên dagirkeran sala 2015’an beşdarî Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Firat ji dema tevlîbûyî destpêkê ve ji xwe re kurahiya di felsefeya Rêbertî de esas girt û di demek kurt de di şêweyê profesortiyê ya gerîla girt. Hevrê Firat nirxên xwe yên pîroz parast û li ser vî bingehî li ser şopa şehîdên me meşiya, di nava jiyana xwe de bi sekna xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate heskirin. Hevrê Firat li dijî dagikeriyan di nava têkoşînê de bû û heta dawiyê erka xwe bi awayekî baş pêk aniye.

SERHILDAN-EMRÛLLAH CÎHAN

Hevrê Serhildan sala 1987’an li Mûşê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê Serhildan bi nirxên çandî yên civaka lê mezin bû û di temenê biçûk te polîtîkayên inkar û imhayê yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ferq kir. Ji bo azadiya gelê Kurd sala 2014’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Serhildan di demeke kurt de di xeta leşkerî û îdeolojîk a Rêber Apo de lêhûrbûna xwe kur kir û xwe pêşxist bû mîlîtaneke pêşeng. Li gelek qadên tevgera me erk û berpisyartî girt û bi dîsîplîneke mezin xeta serketinê esas girt. Erka herî dawî li Zagrosê li dijî dagirkeriya dewleta TC’ê ya dagirker bi lehengî şer kir.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Firat û Serhildan di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê."