HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên meha Tîrmehê li Dersim û Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 gerîlayan di navbera dîroka 2-5'ê Tîrmehê de li Dersim û Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG'ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Kurd re xwest, têkildarî nasnameya şehîdan ev agahî par ve kir;

"Li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ku bi destê desthilatdariya dagirker a AKP-MHP’ê tê  xwestin faşîzma TC’ê li ser gelê me were rêvebirin, bi pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê şer û berxwedaneke giştî heye. Bi vê berxwedanê ku her cure planên dijmin têne pûçkirin, hezkirina li azadiyê ya gelê me nîşanî hemû dinyayê tê kirin. Têkoşîna dijî şerê  qirkirinê ku dewlet bi hemû derfetên xwe li dijî gelê me rê ve dibe, di dîroka şerê azadiya Kurd de dîrokê dinivisîne. Berxwedana geş a li hemû qadên ku hêza me ya gerîla lê ye, berdêlan bide jî dibe yekane temîna gelê me. Ev berxwedan derbên giran li dijmin dixe, her wiha rastiyeke ku gerîlayên me jî bi lehengî û fedayî şehîd dibin. Di navbeyna 2-5’ê Tîrmeê de di berxwedana Dersim û Colemêrgê 5 hevalên me bûne vegotina berbiçav a vê berxwedana fedayî."

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Koçer Cizre
Nav û Paşnav: Îsa Ermîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Ayşe – Faîk
Cih û dema Şehadetê: Dersim / 2’ê Tîrmehea 2018’an

Nasnav: Zagros Serhat
Nav û Paşnav: Mûrat Sonmez
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Zubeyde - Mehmet
Cih û dema Şehadetê: Dersim / 2’ê Tîrmeha 2018’an

Nasnav: Azad Dîgor
Nav û Paşnav: Erdal Kûrtûlan
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik - Bav: Zeynep - Mehmet
Cih û dema Şehadetê: Colemêrg / 5’ê Tîrmeha 2018’an

Nasnav: Çalak Eylem
Nav û Paşnav: Mehmet Salîh Şîmşek
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Nîmet - Talîp
Cih û dema Şehadetê: Colemêrg / 5’ê Tîrmeha 2018’an

Nasnav: Şerzan Kûrt
Nav û Paşnav: Reşît Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik - Bav: Zelîha - Tirkî
Cih û dema Şehadetê: Colemêrg / 5'ê Tîrmeha 2018'an