HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên xwe eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Agirî, Şirnex û Amedê di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Botan, Serhat û Amed. Her yek ji van bûn agirê geş ê berxwedana Kurdistanê û ev berxwedan ji dîrokê heta roja îro pêl bi pêl mezin bûye. Ev ruhê serhildêr ê li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê, weke hezkirina ji welat û axê û fedakariya ji bo gel di dîroka gelê Kurdistanê de derketiye pêş. Têkoşîna azadiyê ya PKK'ê û Rêbertî, pêvajoyeke dîrokî derxistiye holê, ku destketiyên mezin afirandiye û gelê Kurdistanê bi temamî xwedî lê derdikeve.

Em hemû şehîdên xwe yên rê li ber vê pêşketina bi heybet vekirine bibîr tînin. Em hevrêyên xwe Gabar (Delîl Konak), Devran (Mûzaffer Ogutçu), Bakur (Ozgur Şen), Çekdar (Hakan Taş) û Şiyar (Hanîfî Karagulle) ên di berxwedana sala 2016'an de şehîd bûn bibîr tînin. Şerê sala 2016'an ê li Bakurê Kurdistanê bû serdemeke ji êrîşên bê perwa yên dijmin. Şerê berxwedanê yê li dijî vê hat meşandin û lehengiya hat nîşandan raxistin pêş çavên me ku divê destan ji nû ve werin nivîsandin.

Hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Bakur Baz
Nav paşnav: Ozgur Şen
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Avniye-Tacettîn
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Çekdar Serhat
Nav paşnav: Hakan Taş
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Seyhan-Şevket
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Amed

Nasnav: Devran Misirç
Nav paşnav: Mûzaffer Ogutçu
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hîdayet-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Gabar Nisêbîn
Nav paşnav: Delîl Konak
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şukriye-Menat
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Şiyar Bêgirî
Nav paşnav: Hanîfî Karagulle
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Asmîn-Seyfî
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Agirî

Ev şervanên leheng ên dilsozê ax û gelê xwe, di nava şert û mercên herî dijwar û bê eman ên têkoşînê de bûn şervanên serketî. Em hevrêyên xwe Gabar, Devran, Bakur, Çekdar û Şiyar careke din bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê têkoşîna wan bi biryardariyeke mezin bi ser bixînin."