HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me bi berxwedana xwe ya dîrokî bûne nûnerên meşa azadiyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da:

“Sala 2018’an ku di dîroka me ya têkoşînê de berxwedanên herî birûmet hatin jiyîn û li dijî hêzên mêtinger têkoşîneke destanî hate meşandin, di heman demê de bû salek ku derb li xeyalên tasfiyekirinê yên dewletên dagirker hatin xistin. Dewleta Tirk a dagirker tevî hemû derfetên xwe, ku nekarî vîna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bişkîne û hêza wê ya têkoşînê qels bike, bi derfetên hêzên navneteweyî hewl da bijî. Gerîlayên azadiyê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi berdêlên giran bi israr bû û meşa azadiyê aniye heta îro.

Hevrêyên me Felat Rêhat, Çekdar Armanc, Rojwan Rêdûr, Felat Ezda û Çekdar Sefkan jî bi berxwedana xwe ya dîrokî bûne nûnerên vê meşa azadiyê. Di serî de ji malbatên bi rûmet ên van hevrêyên qehreman re, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd bûne wisa ye:

  Nasnav: Felat Rêhat

  Nav û paşnav: Servet Oyar

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Hanim - Nezîr

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Çekdar Armanc

  Nav û paşnav: Adem Tekîn

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Meryem - Çetîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Rojwan Rêdûr

  Nav û paşnav: Abdulmenav Şengul 

  Cihê jidayikbûnê: Erzirom

  Navê dê û bav: Xezal - Reşît

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Felat Ezda

  Nav û paşnav: Lokman Ersû

   Cihê jidayikbûnê: Riha

  Navê dê û bav: Şîrîn – Îlyas

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Çekdar Sefkan

  Nav û paşnav: Cîhan Kaplan

  Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

  Navê dê û bav: Cemîle - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê

FELAT RÊHAT

Hevrêyê me Felat li gundê Nêrweh a Qilebanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Goyî de ji dayik bû. Piştî ku malbata wî derbasî Cizîrê dibe, li wir mezin dibe. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe di temenekî biçûk de derfeta naskirina Tevgera me bi dest xistiye. Hevrêyê me Felat bû şahidê her cure zext, êşkence û qetlîamên ku dagirkeran li ser gelê me li Cizîrê kirin. Bêhejmar mînakên êrîşên dagirkeran dîtine ku çawa bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên Kurd ji Tevgera me dûr xistin û çawa xwestin wan ji dîrok, çand û kevneşopiya wan qut bikin. Pêşketina hevrêyê me Felat li Cizîrê ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi serhildan û çanda berxwedanê cihê xwe girtiye, berxwedaniyê kiriye karakterê sereke yê hevrê Felat. Eşîra Goyî xwedî taybetmendiyên bingehîn in ku serî li ber dagirker û mêtingeran netewand, serhildêr û berxwedêr in, ev yek jî di avabûna karektera hevrêyê me de diyarker bûye. Hevrêyê me Felat di vê atmosfera ku bi berxwedana siyasî zaroktî û ciwantiya xwe derbas kir, pêşketina xwe temam kir. Hevrêyê me Felat ê ku bi xebatên xwe yên ciwantiyê re gihiştiye asteke zanabûna rêxistinî, dema li zanîngehê dixwend gelek caran rastî gef û zextên dagirkeran hat. Dagirkerên ku soza jiyaneke li ser înkar, teslîmiyetê û bingehên derewîn dabûn, dema serhildêriya hevrêyê me Felat dîtin ew girtin û xistin girtîgehê. Hevrêyê me Felat dev ji biryardarî û îradeya xwe bernedaye, zindan veguherandiye navenda perwerdeyê û her wiha kiriye firsenda naskirina Rêber Apo, bîrdozî û PKK’ê. Her cure polîtîkayên şerê taybet ên dagirkeran pûç kiriye. Hevrêyê me Felat ku dema ji zindanê derket feraset û hişmendiya xwe ya têkoşînê bilind kir û yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku siberojeke serhildêr û azad lê tê avakirin.

Hevrêyê me Felat li Herêmên Parastinê yên Medyayê şans dît ku zanebûna xwe ya bîrdozî û teorîk bi cih bîne. Li ser esasê yekitiya fikir-zikr-çalakiyê jiyan û têkoşîn hembêz kir. Hevrêyê me Felat bi hemû şaneyên fikir û têgihiştina xwe ya têkoşînê bi fedakariya xwe hewl daye beşdarî jiyana Rêbertiya me bibe. Hevrêyê me Felat xwedî kesayetek dilsoz, kedkar, durust û dilnizim bû ku yek ji taybetmendiyên milîtanekî fedaî ye. Ji bo bibe xwedî hevrêyekî xurt a Rêbertî, kedek mezin daye. Hevrêyê me Felat ku ji erdnîgariyeke dijwar û serhildêr hat, tevî ku li bajaran mezin bû jî, bi lez û bez xwe li çiyayên ku welatê wî ye, bi cih kir. Bi xwezayê re, bi ziman û zagonên wê re di nava têkiliyeke sembiyotîk de bûye. Hevrêyê me Felat ku bi perwerdehiyên dîtiye, bûye berendamekî mezin ê fermandariyê ye, di qada leşkerî de xwe pêş xistiye. Bi baldariya xwe ya li ser stratejî û taktîkên leşkerî û bi hêza xwe ya bikaranîna çekan bû gerîlayekî pispor. Şehadeta bêwext a hevrêyê me Felat ku têkoşîna me sembolîze kir û xwe amade kir ku di nava şert û mercên herî zehmet de bibe gerîla, di têkoşîna me de valahiyeke mezin afirandiye. Li dijî dijminê ku difikire bi her şehadetê em lewaz dibin, em di şexsê hevrê Felat de soz didin hemû şehîdên xwe yên şoreşê ku bi bawerî, biryardarî, israr û îradeyeke mezintir tevlî têkoşînê bibin. Em diyar dikin ku em ê bi têkoşîna xwe bîranîn, daxwaz û armancên wan bigihînin serkeftinê û em ê Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

ÇEKDAR ARMANC

Hevrêyê me Çekdar li Geverê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji malbat û derdoreke welatparêz dihat û ji zarokatiya xwe ve şerê me yê hebûn û tinebûna dizanîbû. Ji ber ji derdoreke xwedî şehîd hatiye zû tevgera me pejirandiye û nas kiriye. Gever bi berxwedan û rêxistinbûna xwe ya li dijî dagirkeran tê naskirin, ji ber vê hevrêyê me di ciwaniya xwe de beşdarî gelek serhildanan bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku şahidê çewisandina dagirkeran bû, li hemberî dijmin xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku heta lîseyê xwendiye, li dijî pergala perwerdehiya asîmîlasyonê ya dagirker a li ser bingeha înkarê dest ji xwendinê berda. Dijmin ji ber xebatê gelek caran êrîşî hevrêyê me Çekdar kir, bi zextan hewl da wî ji Tevgera me dûr bixe û dema ku nekarî encam bigire, ew 5 meh avêtin girtîgehê. Hevrêyê me Çekdar ê ku tawîz ji baweriya xwe neda, di girtîgehê de firsend dît ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve zêdetir pêş bixe. Piştî pêvajoya girtîgehê, xebatên xwe yên ciwantiyê domand. Di sala 2015’an de dewleta Tirk a mêtinger ku dixwest tevgera me tasfiye bike û gelê me qir bike, hemû hêza xwe seferber kir û li Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya dagirkirinê da destpêkirin. Gelê me bi berxwedana xwerêveberiyê bersiv da û li hemberî ‘Plana Hilweşînê’ ya dewleta Tirk ji bo parastina rûmeta xwe berxwedanên destanî hatin nîşandan. Gelê me yê welatparêz li Geverê jî bi Berxwedana Xwerêveberiyê li dijî qirkirinê serî hildan. Di pêvajoyeke wiha de hevrêyê me Çekdar bi awayekî aktîf di nava xebatên xwerêveberiyê de cih girt. Li gorî pêwîstiyên peywira dîrokî ya ku ketibû ser milê wî tevdigeriya. Hevrêyê me Çekdar ê ku li bajêr xebatên xwe bi serkeftî pêk anî, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Çekdar ku bi helwesta xwe xwedî asteke diyarkirî ye, bi perwerdeya ku dîtiye, ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Apoyî gavên xurt avêtiye. Hevrêyê me Çekdar her çendî şervanekî nû bû jî, bi disîplîn, tevlîbûn, nêzîkatiya xwe ya ku qîmetê dide hevrêtiyê û bi keda xwe ya pêşeng di demeke kin de veguheriye gerîlayekî xwedî ezmûn. Ji bo ku bibe milîtanekî fedayî yê Rêber Apo hewl da Rêber Apo fêm bike. Hevrêyê me Çekdar ku weke şoreşgerekî û di daxwaza azadiyê ya gelê xwe de berpirsyariya doza xwe hilgirt ser milê xwe, ku di çareseriya pirsgirêkên civakî de xwe veguherand hêza çareseriyê, li gorî çand û exlaqa şoreşgerî bi rengekî herî baş kesayetiyeke milîtanî temsîl kir. Ji bo ku têkoşînek layiqî Rêbertiya me û şehîdan nîşan bide, xwedî tevlîbûnek bi hêz bû. Hevrêyê me Çekdar weke zarokekî Zagrosan karibû şert û mercên zehmet ên çiyê derbas bike û ji bo pêşengiya hevrêyên xwe jî paşde gav neavêtiye. Helwesta wî ya ku ji her kar û qadê re amade ye, baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe. Ji Bakurê Kurdistanê bigire heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her qadên ku çûye şopa xwe hiştiye. Hevrêyê me Çekdar ku tevlîbûna xwe têr nedidît, ji bo hîn bêhtir nêzî Rêber Apo û şehîdên xeta Zîlan bibe û bi wan re bibe yek, tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû. Lêhûrbûna wî yê jiyanê veguherî lêhurbûna li ser fedaîbûnê. Ew bi kesayetiya xwe bûye hevrêyek bi mînak, ku her tim xwe û hevrêyên xwe bi pêş dixe, dixwîne û lêkolîn dike û tiştên ku hîn bûye dixe xizmeta Partiyê. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi hesreta tolhildanê ya li hember dagirkeran tijî bû, her tim di nava lêgerîna ‘çawa derbeke baştir li dagirkeran were xistin û encam bigire’ bû. Her kêliya xwe bal kişand ser azadiya gelê me û Rêberê me û hewl da ku bersivê bide hêviyên gelê me. Ji ber vê çendê girîngiyeke mezin da perwerdeya pisporiya hunera leşkerî û xwe di vî warî de pêş xist. Di şexsê hevrê Çekdar de ku weke hevrêyên xwe bi şehadeta xwe re mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hişt, em careke din soza xwe ya li hember hemû şehîdên xwe yên ku heta niha alîkariya me kirine, dubare dikin. Em ê Rêbertiya xwe bigihînin azadiya fîzîkî û xeyalên Kurdistana azad pêk bînin. Em ê her tim têkoşîn û bîranînên wan ên ku bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, zindî bihêlin.

ROJWAN RÊDÛR

Gelê me li dijî qirkirina fîzîkî û çandî ya dagirkeran, bi dîroka xwe ya bi hezaran salan a qedîm li ser vê xakê hebûna ziman û çanda xwe domandiye. Li dijî hoyratiya ku ti nasîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, timî çûye serê çiyê û xwe parastiye. Li dijî zilmkaran li ber xwe daye û zilm qebûl nekiriye. Gelê me bi bawerî, etnîsîte û çandên cuda re li ser erdnîgariya me ya qedîm bi rengekî azad û parastina mafê hevdû, jiyaye. Her çendî ku dagirkeran û hevkaran xwestibe lîstokan vê rastiyê xira bike jî, bi ser neketine. Dagirker û talanker di rûpelên reş ê dîrokê de cihê xwe girtin. Di du sedsalên dawî de, li ser xaka me li dijî gelek gelan komkujî hatine kirin. Xwestine ku gelê Kurd jî di vê qirkirina fîzîkî û çandî re derbas bikin û tune bikin. Li Bakurê Kurdistanê hetanî ji berxwedêrên Kurd Rêber Apo, ji emelên dagirkeran a dîrokî re pir kêm mabû. Kesayeta Kurd a berxwedêr, bi îdeolojiya Apoyî car din zindî bûye. Hevrêyê me Rojwan jî li gundeî Xinûsê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Li gorî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bûye. Parçekirina welatê me, mêtingerî û qedexeya li ser çand, ziman û dîroka me weke her zarokek Kurd hevrêyê me Rojwan jî bandor kiriye. Red kiriye ku biçe dibistanên Tirk ku navendên bişaftinê ne. Hevrêyê me Rojwan ji temenê xwe yê ciwantiyê ve, siyaset û komkujiyên li dijî gelê me qebûl nekiriye û lêgerînên wî dest pê kirine. Hevrêyê me Rojwan ji ber êrîş û zextên dijmin, neçar maye ku koçî Ewropayê bike û navenda sîstema modernîteya kapîtalîst dîtiye. Hevrêyê me şêwazê jiyana ku sîstema kapîtalîst li ser ferz dike qebûl nekiriye û zaniye ku ti wateya azadiya şexsî nîn e. Ji Ewropayê ku lîberalîzm lê serwer e, reviye û berê xwe daye çiyayên ku ayîdê wê ye. Hevrêyê me Rojwan ji bo bersiva komploya li dijî Rêber Apo di 15’ê Sibatê de hatî kirin bide, 16’ê Sibatê ji Fransayê tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Rojwan bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiv dît û ji êrîşên îdeolojîk ên sîstema dagirkeran rizgar bûye. Destpekek nû û bi wate kiriye. Hevrêyê me Rojwan bi cewherê xwe re hat ba hev û zivistana jiyana xwe paş hiştiye. Hevrêyê me Rojwan bêyî ku nêzî qirêjiya modernîteya kapîtalîst bibe, taybetmendiyên xwezayî, paqij û kedkar hilgirtiye û bi îdeoliya Rêber Apo xwe perwerde kir û bûye cevherek. Ji hevrêtiya PKK’ê û jiyana wê ya ku bi nirxên kolektîf û komunal hatine avakirin, bandor bûye. Ne ji bo ji şoreşê re bibe bar, ji bo barê şoreşê bigire ser milên xwe yanî ji bo di şerê hebûn û tunebûnê ya gelê xwe de bibe nefes, hewldanek bê hempa raber kiriye. Her çendî ku şehadeta wî ji bo me zûbe jî, di jiyana xwe de gelek bîranînên pir bi nirx û şop hiştine. Hevrêyê me Rojwan bûye xwedî tecrubeyên ku Partiya me bi salên dirêj bi dest xistiye. Ev yek kariye bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, fedakarî, biryardarî û îdîaya xwe pêk bîne.

FELAT EZDA

Hevrêyê me Felat jî li navçeya Wêraşer a Rihayê di nava malbatek welatparêz û pêşengiyê ji civaka xwedî baweriya Êzîdî re dike de, hatiye dinê. Ji ber gelek sedeman malbata wî koçî Ewropayê kiriye û li wir mezin bûye. Hevrêyê me Felat qebûl nekiriye ku ji welatê xwe qut bibe. Hevrêyê me Felat nefret ji lîberalîzmê û tarzê wê yê jiyanê kiriye. Bê navber ketiye nava lêgerînan. Di nava malbatek welatparêz de, bi hezkirin û hesreta welêt mezin bûye. Hevrêyê me Felat Tevgera me ji zarokatiyê ve nas dike û bi eleqeyek mezin Tevgera me û welatê me yê di bin dagirkeriyê de, şopandiye. Bi taybetî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê, komkujî û firotina jin û zarokên me di bazaran de, di hevrêyê Felat takata xwegirtinê nehişt û veguherî serhildanê. Biryar da ku tevlî Tevgera bibe ku bi têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst bi berdêlên mezin daye. Hevrêyê me Felat ji jiyana Ewropayê reviya, bi xwestek, coş û kelecanek mezin vedigere çiyayên welatê xwe û tevlî nav refên PKK’ê dibe.

Hevrêyê me Felat tevlîbûna nav refên PKK’ê û car din hatina welatê me, weke ‘ji nû ve zindîbûn’ pênase dike û bi hezkirinek mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me Felat weke dareke nû hatî çandin, bi tevlîbûna gerîla şîn dibe û fêkî daye. Hevrêyê me Felat bi kelecanek mezin tevlî têkoşînê dibe û enerjiya xwe her xebat meşandiye. Hevrêyê me Felat ji bo ji taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst rizgar bibe û tevlîbûna xwe hîn bi zanetir bike, hewl daye ku di îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr bike. Di tarz û tempoya têkoşîna Rêber Apo de xwe pêş xist û li gorî pêdiviyên mîsyona pêşengiyê bûye hêza çareseriya pirsgirêkên gelê me. Hevrêyê me Felat bi baweriya qedîm a Êzidî û îdeolojiya Apoyî sekna mîlîtanek mînak û kadro raber kiriye. Hevrêyê me Felat tevlîbûna xwe ya bi zanebûn, bi îdîa û bi biryar xwe fedayê gelê xwe kiriye û bi şehadeta xwe ji bo me hevrêyên xwe mîrateyeke têkoşînê ya bê hempa hiştiye. Em di şexsê hevrêyê xwe Felat de soz didin ku wê bibin layiqê bîranîn û mîrateya têkoşîna şehîdên xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku xeyalên wî bûn, mîsoger bikin.

ÇEKDAR SEFKAN

Hevrêyê me Çekdar li Wanê di nava malbatek ku eslê xwe ji Bedlîsê ye, hatiye dinê. Hevrêyê me Çekdar di nava civakek polîtîk û welatparêz de mezin bûye û ji zaroktiya xwe ve partiya me PKK nas kiriye. Ji Tevger û têkoşîna gerîla hez kiriye. Hevrê me Çekdar mîna her ciwanek ku di jiyana azad û bi rûmet de israr dike, gumanên esas kirine. Hevrêyê me rewşa welat û gelê me ku rû bi rûyê dagirkeriyê ye, ferq kiriye. Polîtîkayên mêtingeran ên bişaftin û tunekirinê, di wî de bûye sedemê bertekên mezin. Li metropolên Tirkiyeyê zoriyên jiyana bi nasnameya Kurdî, veguherandiye hêrsek mezin. Gumanên hevrêyê me Çekdar ên bi sîstemê re, ew ber bi lêgerînekê ve biriye. Lêgerîn û rêbazên têkoşînê di nava Partiya me PKK’ê de dît û ji bo afirandina kesayeta wî bûye faktorek bingehîn. Hevrêyê me Çekdar li lêkolîn û xwendinên xwe dewam kiriye û bi xebatên ciwantiyê re zanebûnek diyar bi dest xistiye. Hevrêyê me Çekdar bala xwe daye ser pirsên ‘Çi Were Kirin, Çawa Bijîn û Ji ku derê Destpê Bikin’ û girîngiya têkoşîna bi çalak ferq kiriye. Weke her Kurdekî ku di bûyîna xwe de israr dike û li pey azadiyê ye, rû bi rûyê zext û destgîrkirinan maye. Hevrêyê me Çekdar fêm kiriye ku di nava sîstemê de li dijî dagirkeran têkoşîn zehmet e û bêyî têkoşîna çekdarî azadî nayê bidestxistin. Hevrêyê me Çekdar li dijî hemû rêbazên jiyana lîberal a sîstemê, berê xwe daye çiyayan ku gerîla lê wate dibîne. Ji bo xwe ji qirêjiyên sîstemê hemûyê paqij bike û ji bo pêşerojeke azad bi armanc û îdîaya pêkanîna erkên xwe, sala 2016’an tevlî nav refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Çekdar li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyên bingehîn dibîne û girêdana azadiyê ya bi civakê re hîn baştir fêm kiriye. Zaniye ku heta ku civake azad nebe, kes azad nabe. Hewl daye ku paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’ê fêm bike û bixe nav jiyana xwe. Xwe ji gotina ‘Xwe Zanîn’ çareser kiriye û li ser rêya heqîqetê ku Rêber Apo xêz kiriye, bi gavên bi bawer meşiyaye. Sekneke dirûst, dilsoz, kedkar û fedakar li ser xeta Zîlanê weke mîlîtanek fedayî yê Rêbar Apo raber kiriye. Hevrêyê me Çekdar bûye pratîkek ku ji xwe zêdetir doza gelê xwe difikire. Hevrêyê me Çekdar xwe li gorî şert û mercên herî zehmet amade kir. Şehadeta ya zû em hevrêyên wî xemgîn kir û ji bo pêkanîna bîranîn û armancên wî hêze manewî daye me. Hevrêyê me Çekdar li ser şopa fermandarê mezin ê pêşeng Egîd û bi sedan şehîdên nemir meşiyaye, bû heqîqet û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de nivîsandiye. Hevrêyê me Çekdar jî ku yek ji şehîdên li ser şopa Rêber Apo destanên lehengiyê nivîsandiye ye, bûye lehengek ku kevneşopiya ‘Berxwedan Jiyan e’ didomîne.”