HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger bi sekn û tevlîbûna xwe, bi daxwaza xwe ya têkoşînê bûn milîtanên PKK û PAJK'ê yên mînak."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"15 û 17’ê Îlona 2023’an di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger şehîd bûn.

Zarokên bi wêrek ên gelê Kurd mîlîtînên hêja hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger ku berxwedêrî kirine kesayeta xwe, bi îdîa û biryardariyek mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Li gelek herêmên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê me, şer kirin. Hevrêyên me dizanîn ku mirov encex bi îradeyeke mezin û bi girêdaneke xurt a bi nirxên azadiyê re dikare xwe li dijî êrîşên dijmin biparêze. Hevrêyên me bûn xwedî têkoşîneke nefes bi nefes. Hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger ku ji derveyî serkeftinê tiştek din qebûl nakin, bi sekin, nêzîkatiyên xwe yên bêyî teredut û xwesteka têkoşînê bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên hevrêyên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Koçerîn Rojîn
Nav û Paşnav: Sabahat Guneş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Marya – Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Botan Cûdî
Nav û Paşnav: Omer Kulter
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Meryem – Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rênas Sason
Nav û Paşnav: Mûhammer Ezneb
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayik – Bav: Xanim – Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şevger Amed
Nav û Paşnav: Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Emîne – Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 17’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

KOÇERÎN ROJÎN

Hevrêya me Koçerîn di nava malbateke koçer de ji dayik bû ku çanda Kurd bi rengê herî sade dijîn, tevlî jiyana sîstemê nebûne û cewherê xwe parastine. Ji ber vê taybetmendiya malbatê hevrêya me Koçerîn jî girêdayî çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Hevrêya me ku li gund û zozanan mezin bû, kesayetek bi cewher, sade û xwezayî qezenc kir. Hevrêya me Koçerîn ji ber tarzê jiyana koçeriyê, derfet dît ku gelek qadên Botanê bibîne û nas bike. Ji ber ku li van deveran bandora Gerîlayên Azadiya Kurdistanê heye, derfet dît ku gerîla nas bike. Hevrêya me dema ku cara destpêkê komeke gerîla dît ji tarzê jiyan wan û fedakariyên wan bandor bû. Her roja ku derbas bûyî, hîn zêdetir gerîla mereq kir. Piştre hevrêya me çend carên din jî gerîla dît û bi taybetî ji welatparêziya kûr a gerîla, nêzîkatiyên wan ên li hemberî gel, têkîliyên wan ên hevrêtiyê û têkoşîna fedakar a gerîlayên jin bandor bû. Hevrêya me Koçerîn wateya Rêber Apo ya ji bo gelê me fêm dikir û li hemberî rewşa esareta Rêber Apo, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me tevî ku ciwan jî bû, zext û hewldanên dijmin fêm dikir û pir zû ket ferqa rastiya dijmin. Hevrêya me Koçerîn bawer kir ku ji bo ev rastiya dijmin têk biçe û gelê me jiyaneke azad bi dest bixe, divê têkoşîneke bi bandor were meşandin û fêm kir ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Hevrêya me ji tevlîbûna xizmên wê yên nêz a nava refên gerîla, bandor bû. Sala 2013’an ji herêma Feraşînê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku hevrêya me tevlî nava refên gerîla bû, demekê kurt li qada Botanê ma. Li hemberî şert û mercên fîzîkî yên jiyana gerîla neket zoriyê. Bi saya jiyana çiyê ya ku fêr bûyê, alîkarî dida hevrêyên xwe yên ji deverên cuda tevlî nava refên gerîla dibûn. Ji rojên destpêkê yên di nava gerîlatiyê de, bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Bi çêkera xwe ya bi moral, bi coş û enerjîk ji bo hevrêyên xwe yên ku pê re perwerde didît, bû çavkaniya hêzê. Piştî gerîlatiya demkurt a li Botanê, ji bo ku xwe hîn zêdetir perwerde bike û pêş bixe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me Koçerîn li vir beşdarî perwerdeyên di asta akademîk de bû. Ji bo ku tevlîbûna xwe ya gerîla ya di wateya hestiyarê de, veguherîne tevlîbûneke hîn bi zanetir kete nava hewldanekî zêde. Hevrêya me destpêkê di demeke kurt de fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Hewl da ku Rêbertî ji xwe bixwîne û fêm bike. Hevrêya me Koçerîn hingî ku felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me fêm dikir, tevlîbûneke hîn bi zanetir pêk anî. Bi demê re bi rastiya gel re ket ferqa rastiya xwe jî. Li ser vî bingehî qalibên ku civakê dayîne jinê, hîn baştir dît û fêm kir. Li dijî aliyên xwe yên kêm û nebes ku zihniyeta zayendparêz a civakî di wê de afirandiye, ket nava têkoşînê û esas girt ku li ser xeta jina azad kûr bibe. Weke mîlîtaneke baş a pêşengiya jinê ku bi PAJK’ê re şênber bûye, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anî. Ji xeynî vê jî ji bo ku bibe xwedî tevlîbûneke qasî mîsyona afirandina jiyana azad, kedên mezin da.

Hevrêya me Koçerîn ji bo ku bigihije nasnameya jina azad ku di şexsê fermandarên me yên pêşeng Bêrîtan û Zîlanê de derketiye holê û bibe hevrêyeke wan a baş, bawer kir ku divê xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de kûr bike. Li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê Şengal, Mexmûr û Kerkûkê ji bo ku gelê me biparêze derbasî qada Mexmûrê bû. Hevrêya me li vir ji bo parastina gelê me wezîfe girt. Bi saya tevlîbûna xwe ya ji dil û taybetmendiyên xwe yên gelparêz, rêzdarî û hezkirina gelê me bi dest xist. Hevrêya me bi wêrekî li dijî êrîşên çeteyan şer kir, di gelek çalakiyan de cih girt û di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke girîng. Hevrêya me Koçerîn di vê pêvajoya ku bi pratîka şerê dijwar derbas bû de, xwe di warê îdeolojîk û teorîk de pêş xist û bû gerîlayeke YJA Starê ya pispor. Bi kêmbûna xeteriya çeteyan a li Başûrê Kurdistanê, hevrêya me Koçerîn wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî û car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Dewleta Tirk a dagirker tehemûl nekir ku gelê me li gelek deveran deskeftiyan bi dest bixe û li ser vê yekê êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir. Li hemberî vê yekê jî hevrêya me Koçerîn li herêmên berxwedanê cih girt. Hevrêya me bi tecrubeyên xwe yên leşkerî, zelalbûna bîrdozî û hêrsa ku ji şehadeta hevrêyên wê tê, bersiva pêwîst da êrîşên dijmin. Di gelek çalakiyan de cih girt û derbeyên mezin li dijmin xist. Tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin bi sekna xwe ya bi îrade bû mîlîtaneke jin a azad. Hevrêya me Koçerîn bi vê taybetmendiya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Koçerîn di çarçoveya projeya afirandina gerîla ya jinûve û pêşxistina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de, perwerdekirina xwe domand. Tecrubeyên ku ji jiyana hevrêyên me yên şehîd wergirtî, weke bîranîna şehîdên me dest girt. Hevrêya me bi xwedî derketina li van bîranînan, esas girt ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Ji bo ku di tarz û taktîka demê nû de bibe serwer, kedeke mezin da. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrubeyên jiyanî û şer, di her alî de alîkarî dida hevrêyên xwe û di vî warî de wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bêkêmasî bi cih anî.

Hevrêya me Koçerîn azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me weke armanca xwe ya herî mezin diyar kiribû û xwest li gorî vê yekê têbikoşe. Hevrêya me pir xwest ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Lê hevrêya me weke mîlîtaneke jin a Apoyî, esas girt ku li her derê pêwîst wezîfe bigire. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatan bû û bû xwedî sekin û pratîkeke li gorî armanca xwe. Hevrêya me Koçerîn bi hevrêtiya xwe ya samîmî, dilê xwe yê paqij, kesayeta xwe ya bi îrade û bi moral hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. 15’ê Îlona 2023’an di êrîşa dijmin de gihişt şehadetê û bû nemir.

BOTAN CÛDÎ

Hevrêyê me Botan li Şirnexê di nava malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz û berxwedêr de, hatiye dinê. Ji ber ku hevrêyê me ji eşîrek welatparêz û di dîrokê de bi berxwedanên xwe yên li dijî dagirkeran tê naskirin, hatiye û ji ber ku berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê di serî de li Botanê li hemû Kurdistanê belav bûye, hevrêyê me Botan hîna di temenê biçûk de gerîla nas dike. Hevrêyê me bi saya çanda ku ji malbata xwe girtî, bi rengekî bi cehwer mezin bûye. Mîna her ciwanek Kurd piştî ku gihişt asteke zanebûnê ya diyar, rastiya dijmin fêm kir. Hevrêyê me zû ferq kir ku hebûna dewleta Tirk li Kurdistanê, tê wateya êşkence, komkujî û qirkirinê û ev yek ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me fikirî ku divê li dijî dewleta Tirk a qirker ku her roj li hemberî gelê me sûc dike, teqez têkoşîn were meşandin. Ji bo vê yekê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt û bi mîsyona ku gelê me ji şerê taybet ê dijmin biparêze, bû xwedî pratîkek serkeftî. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkarî û piştgiriya dewleta Tirk ji sala 2014’an û şûn de hem li Rojava û hem jî li Şengalê êrîşî gelê me kir, mîna her ciwaneke Kurd ê bi rûmet hevrêyê me Botan jî pir bi hêrs bû. Dîsa berxwedana gelê me, şervanên Rojava û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî van êrîşên dermirovî, hevrêyê me Botan pir bandor kir. Hevrêyê me Botan fêm dikir ku divê weke ciwaneke Kurd ew jî wezîfeyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne û sala 2015’an derbasî Rojava bû û beşdarî hêzên berxwedanê bû.

Hevrêyê me piştî demekê li vir perwerde dît, li dijî çeteyan tevlî eniyên berxwedanê bû û di şikandina gelek êrîşên çeteyan de rol lîst. Hevrêyê me yê ku beşdarî gelek çalakiyên ji bo têkbirina dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê bû, di van çalakiyan de performanseke bilind nîşan da. Hevrêyê me yê ku di pêvajoyên pêngavê de her tim li pêş bû, gelek caran li dijî çeteyan sîng bi sîng şer kir. Hevrêyê me yê ku bi hevalên xwe re tenê bi baweriya xwe ya bi felsefeya Apoyî û bi çeka xwe ya ferdî ya di destê xwe de, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku gelek dewlet jê tirsiyan û artêşa wan ji tirsa teslîmî wan bûn, li ber xwe da û bû alîkar ku serkeftinên mezin bi dest bixe. Hevrêyê me Botan ku weke şervanekî azadiyê li hember qetlîamên komên çete yên li ser gelê me yê Êzidî xwedî hêrseke mezin bû, sond xwar ku tola gelê me ji dijmin hilîne. Bi vê armancê hevrêyê me ku di pêngava azadkirina Şengalê de jî cih girt, bi ezmûna xwe ya di qada leşkerî de roleke girîng di vê pêngavê de lîst. Hevrêyê me yê ku piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê û rizgarkirina Şengalê vegeriya Rojava, di gelek pêngavan de cih girt û bi taybet di pêngavên rizgarkirina Tebqa û Minbicê de cih girt. Hevrêyê me Botan ku bi awayekî fedaî beşdarî van pêvajoyên pêngavê yên ku derbên giran li çeteyan hatin xistin, ji gelek pevçûnan bi awayekî serkeftî derket. 

Hevrêyê me yê di vê pevçûnê de ji milê xwe birîndar bibû, piştî dermankirinê cardin berê xwe da çeperên berxwedanê û cihê xwe li kêleka hevalên xwe girt. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê bi giranî hatin şikandin, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me û destkeftiyên wan, hêrsa hevrêyê me Botan a li hemberî dewleta Tirk zêdetir kir. Hevrêyê me yê ku difikirî ku gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd bêyî têkoşîneke dîrokî ya li dijî dewleta Tirk û têkbirina vê pergala qirker, wê nikaribin bigihêjin azadiya xwe, biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê ku weke cihê herî bi bandor lê têbikoşe û tevlî nava gerîla bû. 

Hevrêyê me ewil derbasî herêma Metîna bû û piştî demeke kurt li wir ma, ji bo pisporiya di taktîkên gerîlayên serdema nû de xwe pêş bixe, derbasî akademiyên leşkerî bû. Hevrêyê me ku di îdeolojiya Apoyî de bi perwerdeya ku di akademiyan de wergirtî xwe bi pêş xist, derxist zanebûnê ku her pratîka ku ne li ser bingeha fikra azadiyê be, nikare xizmeta berjewendiya gelan bike. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku gerîla weke şervanê heqîqetê pênase kir, ji bo bibe xwedî perçeyek vê heqîqetê, lêhûrbûneke kûr jiya. Hevrêyê me yê ku di perwerdeya branşê de xwe pêş xist, ji bo bi taktîkên gerîla yên serdema nû li dijî dewleta Tirk çalakiyên bi bandor pêk bîne, hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de pêş ketiye. Hevrêyê me Botan ku bi perwerdehiya xwe ve bû milîtanekî jêhatî yê bîrdozî û leşkerî, bi îrade û biryardariyeke mezin derbasî qada xebatên pratîkî bû.

Hevrêyê me Botan ku li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Garê, Xakûrkê û Xinêre pratîkeke serkeftî nîşan da, tevî ku ji ber birîndariya xwe zehmetiyên fîzîkî kişand jî, dev ji tevlîbûna xwe yê bi fedekarî berneda. Hevrêyê me yê ku her tim xwe deyndarê rastiya Rêbertî û şehîdan hîs kir û armanca xwe ya herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me diyar kir, ji bo vê armancê bi dest bixe ked û hewldaneke mezin da. Em ê bîranînên hevrêyê xwe Botan ku di êrîşa dijmin a 15'ê Îlona 2023'yan de gihişt şehadetê û têkoşîna xwe di lûtkeyê de bi ser xist, di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û em ê xeyalên wî teqez pêk bînin.

RÊNAS SASON

Hevrêyê me Rênas ku di malbateke welatparêz de li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, dilsozê nirxên Kurdayetiyê û bi çanda xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku taybetmendiyê wî li gund teşe girt; Kesayetiyek sade, paqij û durust bi dest xist. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve karê xalîçesaziyê kir, di van pêvajoyan de fêrî jiyana bi keda xwe bû. Di vî karê ku sebir û hesasiyet dixwaze û gelek zehmetiyên wê hene de jêhatî bû û bi demê re ew taybetmendiyên hanê kir taybetmendiyên kesayetî. Hevrêyê me Rênas, ji ber ku mamê wî di nava refên gerîla de bû û bi çîrokên li ser mamê xwe dihatin gotin mezin bû, ji biçûkatiya xwe de navê partiya me PKK'ê bihîstibû. Hevrêyê me yê ku li hemberî têkoşîna azadiya gelê me meraqa wî di pêvajoya ciwantiyê de pêş ket, kete nava lêgerînan. Hem ji ber ku mamê wî gerîla bû û hem jî ji ber gerîlayên azadiya Kurdistanê gelê me û destkeftiyan li dijî êrîşên dijmin ên li seranserê welatê me bi awayekî fedaî diparêzin, hevrêyê me Rênsas gelekî bandor bû. Dîsa îrade û biryardariya têkoşînê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj pêş dikeve, di biryardayîna tevlîbûna hevrêyê me Rênas a di nava refên gerîla de têbikoşe bi bandor bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rênas ê ku di warê hestiyarî de bi Rêbertiya me û rastiya şehîdan ve girêdayî bû, bi perwerdehiya ku di nava refên gerîla de dît, hewl da ku vê girêdana hestiyarî veguherîne tevlîbûneke bi zanebûn. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê nêzî perwerdehiyê dibû, dixwest bi baldarî li her dersê guhdarî bike û xwe pêş bixe. Hevrêyê me Rênas ê ku eleqeyek mezin nîşanî îdeolojiya Rêbertî û dersên dîrokê da, her ku rastiya gelê me nas kir, derfet dît ku xwe baştir analîz bike. Hevrêyê me yê ku li ser bingeha analîzên Rêbertiya me kesayeta xwe girt dest, ji bo ku bibe kesayetek azad û milîtanek jêhatî hewl da hemû astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek derbas bike. Ji ber ked û hewldanên hevrêyê me yên di vî warî de, ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. 

Ji ber ku di dema tevlîbûna hevrêyê me Rênas de êrîşên dijmin ên li ser herêma Xakurkê dewam dikirin, ev yek bû sedem ku hevrêyê me zû xwe di warê leşkerî de pêş bixe. Hem ji bo ku bersivê bide şert û mercên şer ên li kêleka wî diqewimîn û hem jî ji bo xwe ji pêvajoyeke şer a berfirehtir re amade bike, bi tempoyek bilind giranî da perwerdeya leşkerî. Hevrêyê me yê ku bi taybetî xwest di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bibe, bi bawerî û moralek mezin perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdehiya xwe li heman herêmê tevlî pratîkê bû, di sala 2019’an de li herêmên Şehîd Bêrîtan û Lêlîkanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker beşdarî berxwedana dîrokî bû. Hevrêyê me Rênas ku di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, bi cesaret û lehengiya xwe di lêdana derbên giran li dijmin de roleke girîng lîst. Hevrêyê me yê ku li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin bû, bi taybet ji bo tola êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me hilîne, her tim di nava çalakiyan de bû. Hevrêyê me Rênas ku xwe deyndarê hevrêyên xwe yên di operasyonê de şehîd bûne didît, bi bîranînên hevrêyên xwe re jiya û her wan di dil û mejiyê xwe de girt. Ji ber vê yekê, li ser kêmahî û nebesiyên di pêvajoya şer lêhûrbûn esas girt. Hevrêyê me Rênas ku di encama ders û tecrubeyên ku ji lêhûrbûna xwe derxistiye hîn bi hêztir û bi biryartir tevlî têkoşînê bû û di taktîkên gerîla yên serdema nû de jî hîn bêhtir kûrbûn bi dest xist. 

Hevrêyê me yê ku ji pratîkên şer ên Siyanê, Zendûra, Girê Sor û Tunelê Werxelê dersên girîng derxist, bi baweriyeke mezin pêşengiya çêkirina tunelên şer kir. Bi moral, coş û jêhatiya xwe di xebatên tunelê de ku ked û fedekariyeke mezin hewce dikir, hişt ku encamên girîng werin bidestxistin. Hevrêyê me yê ku bênavber dixebitî, ji dil û can bawer dikir ku bi şerê di tunelan de serketin wê were bidestxistin. Hevrêyê me Rênas ku demeke dirêj di van xebatan de cih girt, li aliyek bi fedakarî dixebitî, li aliyê din lêhûrbûnên kûr dijiya. Hevrêyê me yê ku di raporên ku ji rêxistina me re nivîsand de diyar kir ku ew ji bo her karekî amade ye, armanca xwe ya herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me diyar kir. Bi vê armancê diyar kir ku Partiya me dikare di her karê ku guncaw dibîne de cih bigire û asta îdîa û biryardariya xwe bi awayekî şênber nîşan da

Hevrêyê me Rênas ku xwedî kesayetek jîr, kedkar û dilnizim bû, bi saya van taybetiyan bû milîtanekî hêja ku ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me yê ku ji bo layiqî hevrêyên xwe be her tim zêdetir ked da; Bi tevlîbûn, sekna xwe ya jiyanê û asta îdiaya xwe bû Apoyîyek bi mînak. Bi zindîkirina bîranîna hevrê Rênas ku di êrîşa dijmin a 15’ê Îlona 2023’yan de şehîd bû, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê wî de layiqî şehîdên xwe bin.

ŞEVGER AMED

Hevrêyê me Şevger li navçeya Erxenî ya Amedê ya bi azadiyê ve girêdayîye di malbateke welatparêz de ji dayik bû, ku bi serhildanên xwe re helwesta bi rûmet a kurdbûna azad ji dewleta Tirk a qirker re nîşan da. Hevrêyê me yê ku di malbateke qelebalix de mezin bû, heta xwendina zanîngehê li Erxenî jiya. Ji bo vê jî hevrêyê me yê ku bi çanda xwe mezin bû, li hemberî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin xwe parast. Ji bo ku beşa bernameyên komputerê li zanîngehê bixwîne çû bajarê Konya yê Tirkiyê û li wir dijmin nas kir. Bi taybetî zîhniyeta faşîst di dersên ku li zanîngehê dihatin dayîn, bala hevrêyê me Şevger dikşand. Ji ber ku di dersên hatine dayîn de Kurd dihatin înkarkirin, gelek hêrs bû. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de nakokiya çînî kûr hîs kir; Ji zû de fêm kir ku pergala dewletê li dora pergala mêtingeriyê hatiye avakirin û dixwaze di dawiyê de hemû kesan bike koleyên dewletê. Hevrêyê me yê ku biryar da di pergalek bi vî rengî de kesayeta xwe biparêze, ket nava lêgerînan. Ji aliyekê ve êrîşên dijmin ên qirkirinê li dijî gelê me ku bi awayekî sîstematîk roj bi roj kûrtir dibe û ji aliyê din ve zêdebûna koleyên nûjen ên ji bo pergala kapîtalîst, hişt ku kesayetek têkoşer di nava hevrêyê me Şevger de derkeve holê. Hevrêyê me Şevger ku roj bi roj hişmendiya wî ya netewî pêşdikeve, bi xwendina pirtûkan dest bi naskirina rastiya Kurdistanê kir. Di dema ku hevrêyê me diçû zanîngehê de, êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengal û Kobanê, berxwedana fedaî ya li hemberî van êrîşan, tevlîbûna li nava refên berxwedanê ji çar aliyên cîhanê, berxwedana gelê me ya li tevahiya Kurdistanê û şehadetên di van berxwedanan de hatin jiyîn, bandoreke kûr li hevrêyê me Şevger kir. Hevrêyê me yê ku biryar da ku bibe parçeyek ji vê berxwedanê, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû, piştî demeke kurt a perwerdehiya li vir derbasî herêma Besta bû. Hevrêyê me yê ku bi qasî mehekê li vir ma, di warê leşkerî de firsend dît ku xwe pêş bixe. Hevrêyê me yê ku fêrî bikaranîna gelek çekan bû, anî ziman ku ew dixwazin beşdarî şerê li Kobanê bibe û derbasî Kobanê bû. Hevrêyê me yê ku li vir di berxwedana destanî ya li dijî çeteyan de cih girt, her tim di refên herî pêş de bû. Di wê baweriyê de bû ku ancax bi vî rengî gelê me bi berdêlên mezin dikarin layiqî Şoreşa Azadiyê ya Rojava derkevin. Ji ber vê bêhesab têkoşiya û şer kir. Hevrêyê me yê ku di hemû pêngavên li herêma Rojava de cih girt, ezmûneke mezin a leşkerî bi dest xist. Bi saya hakîmiyeta wî ya ser çekan û zanîna taktîkên şer, bi profesyonelî şer kir. Hevrêyê me Şevger ê ku ev şêwaz bi hevalên xwe yên ku bi wî re şer kiriye re parve kir, di dema şer de pêngav bi pêngav pêş xist û hem li hemberî êrîşên çeteyan hem jî di têk çûna çeteyan de bû xwedî kedek mezin. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya akademîk a ku dîtiye di qada sûîqestê de xwe kûr kiriye, di heman demê de gelek hevalên xwe perwerde kiriye. Hevrêyê me Şevger ku pêşbîniya wê dikir ku têkoşîna azadiyê tenê bi serkeftinên leşkerî nikare bigihije serketinê, di felsefeya Rêber Apo de ku îlham daye Şoreşa Azadiyê ya Rojava, ji bo xwe kûr bike esas girtiye.

Hevrêyê me yê ku têgihêşt eger kesayetiya Apoyî bi dest bixe dikare têbikoşe, li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe kûr kir. Hevrêyê me di sala 2018’an de piştî têk çûna çeteyên DAÎŞ’ê û destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Hevrêyê me yê ku dixwest bi têkoşîna li nava refên gerîla bersivê bide dewleta Tirk, bi hestên tolhildanê xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Şevger ê ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla kûrbûna di felsefeya Rêbertiyê de weke erkê xwe yê herî sereke diyar kir, da zanîn ku encax bi vî rengî dikare bibe xwedî meşeke milîtanî. Hevrêyê me yê ku bi xwendina felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me, xwe hêj baştir nas kir, li hemberî taybetmendiyên xwe yên ku li pêşiya milîtaniyê dibin asteng têkoşiya û pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me yê ku diyar kir divê beriya her tiştî xwe nas bike, li ser kêmasî û nebesiyên ku di pratîka xwe ya berê de yek bi yek lêhûrbû û bi hewldana xwe karî vana derbas bike. Hevrêyê me yê ku baweriya wî li hemberî şêwaza şer a serdema nû mezin bû, li cihê ku xebat pêwîst bû, bi fedekariyeke mezin karîbû li wir cih bigire. Hevrêyê me yê ku demeke dirêj di xebatên çêkirina tunelê de cih girt, bi hişmendiya kûr ku wê keda wî bibe parçeyek ji serkeftinê, bênavber ked da. Her çendî di branşa sûîqestê de jêhatî bû jî, ku di heman demê de yek ji taktîkên bibandor ên serdema nû ye, ji bo nûjenkirin û kûrkirina zanabûna xwe gelek ked da. Dema ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe amade hîs kir, weke milîtanekî ji bo her wezîfeyekê amade, derket pêş.

Hevrêyê me Şevger ê ku ji hevrêyên xwe yên di berxwedana destanî ya li Metîna, Zap û Avaşînê de şehîd bibûn pir bandor bû, ji bo tola wan hilîne li her qada ku lê, bi cesareteke mezin têkoşiya û şer kir. Bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî ku hevalên wî ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me Şevger ku 17 'ê Îlona 2023'an di êrîşa dijmin de şehîd bû; Wê her tim bi dilnizmî, gihîştîbûna xwe, kedkarî û dilsoziya xwe ya kûr a ji hevrêyên xwe re were bîranîn.”