HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 4 gerîlayên roja 28'ê Nîsanê li Wanê di şer de ji ber bombeyîn kîmyewî yên artêşa Tirk şehîd bûn, eşkere kir.

Daxuyanî li ser malpera înternetê ya navendê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

"Roja 27'ê Nîsanê, li qada Kato Xelîla ya se bi navçeya Şax a Wanê artêşa TC a dagirker derket operasyonê. 28'ê Nîsanê di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şerekî giran qewimî bû. Artêşa TC a dagirker, ku nekarî ji erdê ve derbê li hêzên me bixe, hemû exlaqên şer careke din binpê kir û bombeyên bi madeyên kîmyewî li ser hêzên me barand. Di vê bomberdûmanê de 4 lehengên Kurdsitanê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Canfeda, Cîlo, Ferman û Têkoşer rahiştin hêviya gel û bi rê ketin. Bi bîr û baweriyeke mezin têkoşiyan. Bi têgihiştina 'ji bo azadiyê berdêl, ji bo berdêlê jî fedakarî divê' şer kirin. Em van her çar hevrêyên xwe yên milîtan bi bîr tînin û dibêjin, em ê ruhê mezin ê di dilê wan de, timî bidin jiyîn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 4 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Canfeda Dêrik
Nav paşnav: Îslam Kûtlar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Nîsana 2017 / Wan

Nasnav: Cîlo Rojava
Nav paşnav: Senar Tekbûdak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Besna-Marûf
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Nîsana 2017 / Wan

Nasnav: Ferman Agirî
Nav paşnav: Ferhat Taşkin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zeycan-Abdulcabbar
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Nîsana 2017 / Wan

Nasnav: Têkoşer Çatak
Nav paşnav: Cuneyt Bacu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Salîha-Kasim
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Nîsana 2017 / Wan