HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di operasyona şoreşgerî de şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya hevrêyên xwe Adar, Heqî û Eylem derkevin û têkoşînê teqez bi ser bixînin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:

"Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Mijdara 2022'an de me ragihandibû ku di 25'ê Mijdara 2022'an de li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê di operasyonên şoreşgerî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin, 19 dagirker hatine cezakirin û hevrêyên me Adar, Heqî û Eylem ên di operasyonên şoreşgerî de bi fedaîtî bi ser dijmin ve çûn heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Van hevrêyên me yên hêja, ku ji mînakên herî bijarte yên milîtaniya fedaî ya Apoyî ne, taktîkên gerîlatiya serdema nû bi hostatî bi kar anîn û derbeke dîrokî li artêşa Tirk a dagirker xistin. Piştî pêvajoyeke amadekariyê ya bi israr, îrade û bi daxwaz, taktîka tîmên bi tevger di çalakiyê de bi serketî bi cih anîn û nîşan dan ku gerîla di her şert û mercî de wê têkoşînê dewam bike û azadiya gelê me misoger bike. Hevrêyên me Adar, Heqî û Eylem ku milîtanên mînak ên artêşa fedaî ya Apoyî bûn, di şer û jiyanê de bi ruhê fedaî meşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Adar Argeş
Nav paşnav: Vesîle Arvîş
Cihê jidayikbûnê: Bazîd
Dayik-Bav: Gulîzar-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Mijdara 2022 / Zap

Nasnav: Heqî Karasûngûr
Nav paşnav: Omer Açan
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Zahîde-Îlhamî
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Mijdara 2022  Zap

Nasnav: Eylem Esrîn Memyanm
Nav paşnav: Nûpelda Polat
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Necîbe-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Mijdara 2022 / Zap

ADAR ARGEŞ

Herêma Serhedê yek ji qadên destpêkê bû ku têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê destpê kir û li çar aliyên Kurdistanê belav, bi pêş ket. Xelkê me yê Serhedê ku hişmendiya Kurdîtiyê her tim parast û li dijî dagirkeriyê gelek caran serî hilda, ev sekna xwe bi têkoşîna me ya azadiyê re gihand asta herî bilind. Bi hezaran ewladên xwe tevlî nava refên gerîla kir û baweriya xwe pê anî ku armanca xwe ya azadiyê ya hezaran salî bi pêşengiya PKK'ê bi cih bîne. Hevrêya me Adar jî li yek ji qadên herî girîng ên berxwedanê yên Serhedê li Bazîdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata hevrêya me Adar ji ber sekna xwe ya welatparêziyê û dilsoziya bi çanca xwe, li nava derdora xwedî giranî û cihê hurmetê ye. Bêguman vê malbata me ya hêja ev giranî û hurmeta jê re tê nîşandan ji ber sekna xwe ya esîl a li hemberî dijmin bi dest xist, lewma bû mînak. Mezinbûna li nava malbateke bi vî rengî ya hêja, şehadeta xwişk û keça metka wê li nava refên azadiyê bandoreke mezin li hevrêya me adar kir. Di her kêliya jiyana xwe de hewl da ku têkoşîna van hevrêyên me yên şehîd ên hêja fêhm bike. Hevrêya me Adar li ser vê bingehê firsend bi dest xist ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike, bi dilsoziya bi şehîdan û weke jineke Kurd a welaptarêz ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, di ciwantiya xwe de dest bi kar kir. Hevrêya me Adar bi karên ciwanan dest bi şoreşgeriyê kir û bi sekna xwe ya radîkal, nêzîkatiyên xwe yên ji dil ên di vî karî de bandor li gelek ciwanên Kurd kir û kir ku beşdarî nava refên azadiyê bibin. Lewma tevî ku di karên şoreşê de nû jî bû, kesayetiya Apoyî, rêbaza karkirinê ya Apoyî ji destpêkê ve ji bo xwe kir esas û di jiyana xwe ya şoreşgerî de kir rêberê xwe.

Li hemberî êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, ku bi keda bêhempa ya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng hate afirandin, ji bo parastina destketiyên gelê me nirxên ku hevrêyên me yên şehîd bi canê xwe afirandin, di sala 2014'an de derbasî qada Rojava bû, li vê derê tevlî şerê li dijî çeteyan bû. Nêzî 2 salan li qadên ji şerê herî giran ma, tevlî gelek pêngavan bû û di parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de kedeke mezin da. Bi wêrekiya xwe ya di şer de bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Weke milîtaneke jin a şşoreşger erka xwe ya pêşengiyê timî bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Adar ku meraqeke xwe ya mezin ji bo jiyana çiyê û gerîla hebû, tevî ku şoreşgereke profesyonel bû û tevlî şerê li dijî çeteyan bû, her tim xwe kêm dît. Hevrêya me Adar zanîbû ku ev kêmanî ji ber hesreta ji jiyana gerîla û çiyê bû û sala 2016'an derfet dît ku armanca xwe ya zarokatiyê bi cih bîne û tevlî nava refên gerîla bû.

Di nava jiyana gerîla de xusûsa destpêkê ya ku bala wê kişand têkiliyên hevrêtiyê bû ku xwe naspêre têkiliya berjewendiyê û hev mezin dike. Bi kesayetiya xwe ya cewherî, durust û ji dil, ev têkiliya hevrêtiyê weke yek ji çavkaniyên xurt û moral ê bingehîn nirxand û jiyanek hêjayî vê yekê jiya. Hevrêya me Adar piştî pêvajoyeke perwerdeyê ya demkurt derbasî herêma Heftanînê bû, demeke dirêj li vê derê kar kir. Hevrêya me Adar ku xwedî tecrûbeyeke diyar a şer bû, li herêma Heftanînê di mijara taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bi pêş ve bir. Li ser vê bingehê ji bo hînbûna taktîka gerîla ya dema nû û bicihanîna van taktîkan di nava şer de, ked û hewldaneke mezin da. Bi qasî qada leşkerî hewl da ku di felsefeya Apoyî û îdeolojiya azadiya jinê de xwe kûr bike. Hemû ferasetên koletiyê ku sîstema bi serweriya mêr li jinê ferz dike, analîz kir û fêhm kir. Têkoşîna li dijî van ferasetan ji bo xwe kir yek ji wezîfeyên bingehîn. Her ku têkoşiya dît ku bêhtir azad dibe û ev rewş ji bo mezinkirina têkoşînê ji xwe re kir hincet. Hevrêya me Adar xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi pêş ve bir, zû bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng, bi rêbaz û tempoyeke têkoşînê ya li gorî giraniya barê hilgirt, hewl da wezîfeyên demê bi cih bîne. Hevrêya me Adar ku di şerê giran de şahidî ji şehadeta hevrêyên xwe re kir, her şehadetek ji bo xwe kir hincetek ji bo xurtkirina têkoşînê. Hevrêya me Adar her tim tevlîbûna li ser xeta fedaîtiyê ji xwe re kir esas, ji bo vê tevlîbûnê bêhtir bi rêk û pêk bike timî kûr bû; gav bi gav, kêlî bi kêlî xwe bi pêş ve bir. Herî dawî bi bandora çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo azadiya Rêberê me, ji bo hêjayî vê çalakiya bi pêşengiay welatparêzên me yên hêja bibe, weke milîtaneke pêşeng a PKK û PJAK'ê xwedî li wezîfeyên xwe derkeve, tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Adar bi perwerdeyê di sekna xwe ya fedaî de bi hêztir bû û ji xwe re kir armanc ku bibe nûnera qewîn a xeta fedaîtiyê ya Zîlan û Semayan. Ji jiyanê heta bi sekna li nava şer, di her kêliyê de bi vê hişmendiyê tevgeriya û beşdarî kar bû.

Dema ku êrîşên dagirkeriyê li ser rojavayê Zapê destpê kir, hevrêya me Adar li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû û di nava yekîneyên destpêkê yên bi tevger de bû ku bersiva destpêkê da dijmin. Hevrêya me Adar û hevrêyên pê re ku hîn di destpêka şer de bi derbên li dijmin xistin, rêveçûan şer diyar kirin, ev sekna xwe parastin, roj bi roj taktîkên gerîla yên dema nû dewlemend kir, xiste pratîkê û kir ku dijmin li ser girê lê ne asê bimînin. Di şer de tevî ku gelek caran birîndar bû, ji ber dilsoziya xwe ya kûr û ji dil a bi hevrêyan re, ji bo hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê bi tenê nehêle, careke din li qadên berxwedanê vegeriya, fermandarî ji tîmên bi tevger ên gerîla re kir û xwest bibe bersiv ji bendewariyên gelê me û hevrêyên xwe re. Ji bo çalakiyên ji amadekariyên mezin, israr, sebir û biryardariyê, xwe û hevrêyên li gel xwe amade kir. Hevrêya me Adar pêşengî ji operasyona şoreşgerî ay 25'ê Mijdarê re kir ku derbên giran li dijmin hate xistin û bû yek ji fermandarên YJA Starê yên ciwan ên dema nû. Weke hevrêyên wê, em soz didin ku li ser şopa têkoşîna hevrêya xwe Adar bin û armancên wê pêk bînin.

HEQÎ KARASÛNGÛR

Hevrêyê me Heqî li Çewlîgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku vê herêma me gelek şoreşgerên mezin ji nava xwe derxist ku karakterê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê diyar kir û her tim cewhera welatparêziyê parast. Welatparêziya malbatê, pêşketinên partiya me PKK'ê li tevahiya Kurdistanê kir ku hevrêyê me Heqî hîn di zarokatiyê de partiya me nas bike. Hevrêyê me Heqî di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, bi demê re bû xwedî hişmendiyekê û zexta qirkirinê ya li ser gelê me fêhm kir. Ji bo şikandina vê zexta qirkirinê û misogerkirina azadiya gelê me, bala xwe çû ser gerîla. Her ku rastiya dijmin nas kir, hêrsa xwe jî mezin bû. Hevrêyê me Heqî zû pê hesiya ku dijmin bi dek û dolaban dixwaze gelê me parçe bike, qirkirina li ser giran bike û li dijî van polîtîkayan weke ciwanekî Kurd tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Heqî ku beşdarî nava karên ciwanan bû, pêvajoya destpêkê bi hewldanên ji bo fêhmkirina têkoşînê derbas kir. Bi kûrbûnên di vê pêvajoyê de hewl da kesayetiyeke Apoyî di şexsê xwe de çêbike. Hevrêyê me Heqî ku li ODTU dixwend, gava dest bi xwendina zanîngehê kir di nava karên ciwanan de jî bi rengekî çalak cih girt. Ji ber ku li qadeke welê dest bi karê ciwanan kir ku hîmên partiya me lê hatibû danîn, vê yekê manewiyata hevrêyê me Heqî xurt kir. Di her karî de bi kedkarî û jêhatîbûna xwe bû pêşeng. Di sala 2013'an de tevî komek ji hevrêyên xwe ku bi rêxistin kiribû, biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji bo bibe gerîla ku qehremanê zarokatiya wî bûn.

Hevrêyê me Heqî demeke dirêj di nava karên Komalên Ciwan de cih girt, ji bo birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê gelekî hewl da. Bi danhevî û kesayetiya xw eya kedkar bandor li ciwanan kir û kir ku gelek tevlî nava refên şoreşê bibin. Hevrêyê me Heqî ku di her karî de serketî bû, mîna şoreşgerê mezin, kadroyê pêşeng ê partiya me Mehmet Xeyrî Dûrmûş xwe kêm didît. Li pêşberî rastiya şehîdan û Rêbertî timî li xwe pirsî, hewl da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Li ser vê bingehê li gelek qadan gelek karên krîtîk meşand. Di encama qezayekê de demeke dirêj felç bû. Lê belê dilsoziya xwe ya bi azadiyê û bi kesayetiya xwe ya bi îrade, ev rewş çareser kir. Piştî karên Komalên Ciwan ku demeke dirêj di nav de ma, derbasî qada leşkerî bû û xwest ku di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Bi taybetî xwest ku taktîkên gerîla yên serdema nû hîn bibe, bi vî rengî xwe her tim ji şer re amade kir. Bi mejiyê xwe yê bi daxwaza hînbûnê û jêhatîbûna xwe, di perwerdeyan de tiştên ku hîn bû di demeke kurt de xist pratîkê û bû xwedî tecrûbeya bi salan. Her wiha beşdarî nava karên binesaziya tunelên şer bû ku yek ji taktîkên şer ên dema nû ye, di vî karî de bi daxwaz û coşa xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Heqî ku fedaîtî ji bo xwe kir şêweyekî têkoşîn û jiyanê, ji bo di vê tercîhê de kûrtir bibe û xwe bigihîne xeta Zîlan, ji bo hêjayî Rêber Apo û hevrêyên şehîd bibe, xwest tevlî nava Hêzên Taybet bibe. Destpêkê ji ber nexweşiyên fîzîkî pêşniyara wî nehate qebûlkirin, lê di pêşniyara xwe de israr kir. Hevrêyê me Heqî ku baş zanîbû bi îrade, biryardarî û daxwazê ti kar nîne ku neyê biserxistin, di encama vê israrê de beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêşik, bala hevrêyên xwe kişand û pêşketina xwe di nava Hêzên Taybet de dewam kir. Di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, bû hevrêyekî welê ku her kesî dixwest pê re kar bike. Hevrêyê me Heqî ku bi rengekî yekgirtî tevlî felsefeya Apoyî bû, bi samîmiyeta xwe ji têkoşîna azadiyê ya jinê bawer kir, bi vî rengî taybetmendiyên sîstema bi serweriya mêr ji ser xwe rakir û ji bo li ser bingeha azadiya jinê bijî, kete nava hewldaneke kûr. Hevrêyê mke Heqî nêrîna xwe ya li jiyanê bi vê gotinê kurteber kir, 'Ji bo azadiya gelê me bibe xwedî jiyaneke bi serketinê dagirtî'. Di tevahiya jiyana xwe de bi vê feraset û seknê tevgeriya. Li dijî êrîşên dagirkeriyê ku di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me dihate meşandin, israr kir ku biçe Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hevrêyê me Heqî ku di israra xwe de bi ser ket, bi coş û moraleke mezin tevlî nava çeperên berxwedanê bû. Hevrêyê me Heqî bi sekna xwe ya bi biryar û îrade, ji bo hevrêyên xwe yên li qada berxwedanê bû çavkaniya moralê, di heman demê de li ser lêdana derbên giran li dijmin kûr bû. Ji bo vê jî timî hewl da û xwest vê kûrbûna xwe bixe pratîkê. Li ser vê bingehê tevlî operasyona şoreşgerî ya 25'ê Mijdarê bû, bi rengê fedaî bi ser dijmin ve çû, feraseta xwe ya jiyana fedaî gihand asta herî bilind û şehîd bû. Hevrêyê me Heqî bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, sade û ji dil, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê. Em soz didin ku têkoşîna wî ya azadiyê ku radestî me kiriye, ji bo hêjayî wî û hevrêyên xwe yên şehîd bibe, bigihînin serketinê.

EYLEM ESRÎN MEMYAN

Hevrêya me Eylem li bajarê serhildanê li Amedê ji dayik bû ku hîmên partiya me PKK'ê li vê derê hate danîn û Bexwedana Zindana Amedê ya dîrokî lê hate kirin. Hevrêya me ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, mîna her Kurdekî kuk jiyana bi rûmet ji xwe re kir esas, rûyê tarî yê dewleta Tirk a mêtinger zû nas kir. Hevrêya me Eylem ku şahidî ji êrîşên li dijî gelê me re kir, di dilê xwe yê serhildêr de hêrseke mezin li dijî dagirkeran vehewand. Hevrêya me ku weke jineke Kurd a ciwan nasnameya jinê ya bêîrade ku sîstem jiyaneke bi koletî lê ferz dike ti carî qebûl nekir, xeta jinê ya azad a Rêber Apo pejirand û di tevahyia jiyana xwe de da ser şopa vê armanca xwe ya pîroz. Hevrêya me Eylem ku felsefeya Rêbertî timî dixwend û lêkolîn dikir, her tim li rê û rêbazên têkoşînê geriya. Bi tevlîbûna li nava karên ciwanan jiyan û têkoşîneke rêxistinî ji xwe re kir esas. Demeke dirêj ji bo ciwanên Kurd û xelkê me yê Amedê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger biparêze, kar kir. Ji bo ciwanan bikişîne nava refên têkoşînê kedeke mezin da. Hevrêya me Eylem ku li Beşa Karkirinê ya Zanîngeh Dîcleyê dixwend, qaşo derfetên jiyanê yên sîstemê red kir û berê xwe da nava PKK'ê. Apê hevrêya me Eylem, Şehîd Cabbar (Saît Polat) di sala 1995'an de li Amedê li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şehîd bû. Hevrêya me Eylem jî da ser şopa apê xwe û di şexsê wî de weke şopdara têkoşîna şehîdên me yên nemir di sala 2013'an de ji keleha berxwedanê ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Eylem perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Amedê wergirt, piştî pratîka xwe ya serketî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me Eylem tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi perwerdeyên nû kûr kir û weke milîtaneke YJA Starê ya bi pêşeng û xwedî tecrûbe careke din derbasî qada pratîkê bû. Hevrêya me ku demeke dirêj li Garê û Qendîlê gerîlatî kir, bi kesayetiya xwe ya li pêşketinê nekirî û bi moral, li her qadê bal kişand. Hevrêya me ku bi dilsoziyeke mezin bi partiya me PKK'ê ve girêdayî bû, timî bi pêş ket, bi kesayetiya xwe ya bi coş, dînamîk û kedkar her tim li refên pêş bû. Ti carî nekete nava lêgerîneke şexsî, her timî hewl da mîrateya hevrêyên şehîd bi ser bixîne û armanca wan pêk bîne. Lewma ji roja destpêkê ya tevlîbûna li nava refên têkoşînê û pê ve li ser xeta fedaîtiyê meşiya. Li dijî ezeztiya ku sîstem dixwaze serwer bike, timî civakîbûn ji xwe re kir esas û bû Eylem a gel. Xeta PKK û PAJK'ê li her kêliya jiyanê nîşan da, bû avakar û parêzvana nasnameya jinê ya azad. Sekna hevrêya me Eylem a li nava jiyanê diyar bû. Pîvanên ku li nava rêxistinê wergirtî, nîşanî her qada jiyanê da û kir ku li her qadê xeta Partiyê bide pêş. Ji bo sîstema tecrîdê ya hovane ya li ser Rêber Apo ji holê rake, ji bo wezîfeyên demê bi serketî bi cih bîne, ji bo armanca azadiyê ya gelê me pêk bîne û hêjayî şehîdên me yên nemir bibe, ji bo bibe milîtaneke bi vî rengî timî kûr dibû û bi vî rengî beşdarî nava Hêzên Taybet bû, da ser şopa fedaiyan. Bi gotina 'Tiştek nîne ku mirov bawer bike û nikaribe pêk bîne', bi daxwazeke mezin tevlî nava jiyanê bû, di perwerdeyê de jî xwe hîn bêhtir bi pêş xist û bi moraleke mezin tevlî bû. Di nava jiyanê de timî çalak, bi moral, fedakar û dilnizm bû. Hevrêya me Eylem nirxandina 'Mirov di jiyanê de çawa be di şer de jî bi wî rengî ye' ya Rêber Apo şênber kir.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku 14'ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdsitanê ji bo dagirkeriyê da destpêkirin, hevrêya me Eylem bû yek ji wan hevrêyan ku rê nedan dagirkeran û derba destpêkê lê dan. Bi vî rengî hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di şer de nîşan da. Hevrêya me Eylem ku tehemûl nedikir dagirker bi gavekê jî bi pêş ve biçe, ji roja destpêkê ya êrîşê û pê ve li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bû yek ji pêşengên berxwedana dîrokî. Li refên herî pêş tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Ji tîmên bi tevger heta bi çeperên berxwedanê bi şerê xwe pêşî li armancên qirêj ên artêşa Tirk a mêtinger girt. Hevrêya me Eylem bi gotina, 'Ev der Kurdistan e, hatin dibe, derketin nabe' xeta fedaîtî û milîtaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê diyar kir, bi ser dijmin ve meşiya û rê neda dagirkeran.

Hevrêya me Eylem bi kedeke mezin û ruhê serketinê beşdarî her asta Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû, bi fedaîtî bi ser dijmin ve meşiya, bi meşa xwe ya li ser eta fedaî ya di şer û jiyanê de mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin. Weke şopdara Bêrîtan, Zîlan, Sara û Rûkenan ala têkoşînê ya şehîdên me bilind kir, bi jiyan û şerê xwe bû hevrêya fedaiyan. Hevrêya me Eylem wê di têkoşîna me ya serketinê de rêya me timî ronî bike.

Hevrêyên me Adar, Heqî û Eylem ku mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştin, weke milîtanên fedaî yên Apoyî heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."