HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di rêya azadiyê de ku van hevrêyên me yên hêja ronî kirin, em soza xwe dubare dikin ku serketinê teqez misoger bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"23'ê Çileya 2022'an, di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman şehîd bûn. Li dijî êrişên mêtingeriya Tirk ên sala derbasbûyî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman cihê xwe di nava têkoşîneke bêeman de girtin, di vekişîna artêşa dagirker a ji Avaşîn û Zapê de bi roleke girîng rabûn. Xwest û biryardariya hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman a di têkoşînê de wê hêzê bide şerê me yê azadiyê û têkoşîna me.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amara Botan
Nav paşnav: Dîlan Baycan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hangul-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Viyan Sema Aydin
Nav paşnav: Hêvîdar Bîlgîç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Mevlude-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ferman Agirî
Nav paşnav: Şahîn Taşkin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Taybet-Methî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

AMARA BOTAN

Hevrêya me Amara li bajarê berxwedanê yê Serhedê li Wan Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû û cihekî şerê me yê azadiyê lê giran e, hevrêya me Amara firsend dît ku partiya me PKK'ê nas bike. Her wiha ji ber welatparêziya navçeya Elbakê, ku bi sedan gerîlayên xwe şehîd bûne, dijmin timî zext li vê herêmê dikir. Hevrêya me Amara jî zext û zordariya dijmin ji nêz ve dît, di fêhmkirina rastiya dijmin de zor û zehmetî nekişand. Her wiha bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me hesiya, gihîşt wê bweriyê ku divê li dijî polîtîkayên dijmin têbikoşe. Ji ber ku di nava civakê de bi destê dewletê jin timî di asta duyemîn de dihate nîşandan, ji ber ku weke milkekê dihate dîtin ku mêr çi bixwaze dikare bike, vê yekê ew bi hêrs kir. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li dijî van polîtîkayên kolekirinê yên li ser gelê me bi taybetî jî yên li dijî jinan, divê di asta herî radîkal de bersiv bê dayin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çav berdan destketiyên gelê me û ji bo tunekirina van destketiyan dest bi êrişê kirin, hevrêya me Amara jî biryar da ku bi çi rengî têbikoşe. Li ser vê bingehê sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû û bû milîtaneke şerê azadiyê yê gelê me. Hevrêya me Amara piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê wergirt hîn bêhtir Partiya me û Rêbertiya me fêhm kir, li ser vê bingehê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir û xwe tevlî têkoşîna azadiyê kir. Bi taybetî kete bin bandora analîzên Rêbertî yên li ser azadiya jinê, kete nava lêgerîna bûyîna jineke azad. Piştî pratîka salekê ya gerîla ya li çiyayên Kurdistanê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir û dema ku çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê êrişî xelkê me yê Êzidî kir, cihê xwe di nava komên destpêkê de girt ên çûn Şengalê. Ji bo xelkê me ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bike bi rêbaza fedayî şer kir. Li qada Şengalê weke milîtaneke Apoyî bi pirsgirêkên xelkê me yê Êzidî re eleqedar bû, ev yek ji bo xwe weke wezîfeyekê dît, bi her awayî hewl da bersivê bide gelê me. Bi qasî rola xwe ya di şer de, ji bo perwerdekirin û birêxistinkirina ciwanên Êzidî jî çi ji destê wê hat kir. Piştî ku xelkê me yê Êzidî ji destê çeteyan hate rizgarkirin û azad bû, bi serbilindiya ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih aniye, careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya. Hevrêya me Amara bi vî rengî derbasî herêma Avaşînê bû. Hevrêya me Amara bi bedewiya xwezayî ya Avaşînê, bi têkiliyên hevrêyên re, bi her taybetmendiyên qada Avaşînê ve hate girêdan û tecrûbeya xwe ya şer û jiyanê li vir xiste meriyetê. Di rêbaza şer a serdema nû, taktîk û teknîkê de serwer bû, bi vî rengî bû gerîlayeke pispor û profesyonel. Bi hesta berpirsyariya ji bo jiyanê, di bicihanîna wezîfeyên xwe yên pêşengiyê de ti carî xwe venegirt, bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me Amara di têkiliyên hevrêtiyê de bi sadebûn, durustî û jidilbûna xwe di nava hevrêyên xwe de hate hezkirin, weke mînak hate dîtin. Di şerê me yê azadiyê yê îsal de hevrêya me Amara wê ji bo me bibe çavkaniya hêz û moralê.

VIYAN SEMA AYDIN

Hevrê Viyan li Nisêbînê di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Hê di temenekî ciwan de hedefa wê ev bû ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd pêk tîne, li ser vî esasî ji bo zindîkirin û jiyîna çanda axa xwe, tevlî nav xebatên çandê bûye û rolên bi bandor stendiye. Hevrê Viyan di temenekî ciwan de hay ji berpirsyariyên xwe çêbûye, peywir û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih aniye û di vî warî de hevalên wê her dem bi wê serbilind bûne.  Hedefa hevrê Viyan ev bû ku her dem têkoşîna xwe geş bike û xebatên xwe di warê têkoşînê de kêm dîtiye û biryar daye ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê yên ku li hemberî rejîma qirker têkoşîneke mezin lê tê dayîn. Li ser vî esasî di sala 2015’an de hevrê Viyan tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji roja pêşîn a tevlêbûnê jî hevrêyên wê ji ber hewldana wê qîmeteke mezin dane wê. Bi helwesta xwe ya biryardar, xweperwerdekirina di warê jiyan, leşkerî û îdeolojîk de, di nava demeke kurt de ew bi çiyayên Kurdistanê re bûye yek. Bi xebata xwe ya bi bandor a xebatên pratîk de û bi tempoya xwe ya bilind, di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin.  Ew wekî şervaneke bi bandor a Îdelojiya Azadiya Jinan bi gavên jixwebawer meşiyaye û bûye yek ji afirînera serkeftina ku jiyan û şerê li ser hêza xweser a jinan. Heval Viyan bi sadebûna xwe ya di nav jiyanê de, bi kûrbûna îdeolojîk û bi helwesta xwe ya biryardar her dem roleke erênî lîstiye. Wê di şer û jiyanê de her dem tiştên ku hîn bûye û daye hevalên xwe û hevalên xwe perwerde kiriye. Dema ku dewleta Tirk a faşîst di 23’ê Nîsanê de li Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke dagirker daye destpêkirin, heval Viyan li Avaşînê li hemberî operasyonan ketiye nav têkoşîneke mezin. Wê taybetiyên leşkerî û îdeolojîk ên ku di nav hemû gerîlayên modernîteya demokratîk de hebe, di têkoşîna xwe de ava kiriye û ji me hevalên xwe re bûye mînak. Di vê pêvajoya operasyonê de, dema ku derb li dijmin dihate xistin wê jî roleke mezin wergirtiye û ji bo afirandina gerîlatiya serfiraziya serdema nû, ji bo me hevrêyan bûye mînak. 

FERMAN AGIRÎ

Heval Ferman li Cizîrê di nav malbateke welatparêz û di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl daye, ji dayik bûye. Malbata hevalê me Ferman di salên 1990’î de dema ku li Cizîrê serhildan pêk hatiye, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kirine, tevlî van serhildanan bûne û ji ber ku nîşan dane azadî bi têkoşînê dikare were bidestxistin, bûne malbateke mînak a li Kurdistanê. Hevalê me Ferman di nav malbateke wisa de ji dayik bûye û piştre wekî hemû ciwanên Kurd hay ji polîtîkayên şerê taybet û qirkirinê çêbûye û biryar daye ku divê li hemberî vî tiştî têkoşîn were kirin.  Di sala 2012’an de dema ku xalê wî şehîd bû, ev bûye sedem ku ew di warê metoda têkoşînê de hişê wî zelal bibe. Heval Ferman biryar daye ku ew têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê wekî gerîlayekî Kurdistanê bidomîne û ji ber ku temenê wî biçûk bû, di sala 2015’an de tevlî nav refan bûye. Di sala 2014’an de beriya ku tevlî nav refên gerîlayan bibe, pismamê wî Ferman – Ferhat Taşkin şehîd bû û ev tişt bûye sedem ku hêrsa wî ya li hembeî dijmin zêdetir bibe. Heval Ferman piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî her dem hewl daye felsefeya Rêbertî fêm bike û kesayetiya xwe li gorî vî tiştî ava bike. Heval Ferman aliyê wî yê leşkerî li pêş bû û di sala 2018’an de li Avaşînê tevlî nav gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye. Di van şeran de ligel ku gelek caran birîndar bûye jî wî tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û di her kêlîkê de bala wî li ser vî tiştî bûye ku ew ê çawa derbê li dijmin bixe. Di çarçoveya avakirina gerîlayan de wî giraniya xwe daye ser dersên hunera leşkerî û di gelek branşan de bûye pispor û bûye gerîlayekî jîr. Wî tiştên ku hîn bûye, hînî hevalên xwe jî kiriye û ji bo ku hevalên xwe ji şer re amae bike, kedeke mezin daye û ji bo geşkirina şerê me yê azadiyê kedeke mezin daye. 

Hevalên me Amara, Viyan û Ferman ên ku di berxwedanên destanî yên sala 2021’an de rola xwe ya dîrokî bi cih anîne û bi çalakiyên xwe bûne xwedî rol ku dijmin ji gelek qadan vekişe. Malbatên hêja yên hevalên me Amara, Viyan û Ferman di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser rêya azadiyê ya ku hevalên me yên hêja ronî kiriye, teqez serkeftinê bi dest bixin.”