HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir- NÛ BÛ

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ teqez pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Di 24’ê Hezîrana 2022’an de me daxuyanî dabû ku di 16’ê Hezîrana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker êrîşî qadên Şehîd Kawa û Apê Mûsa ya Amedê kirine û di van êrîşan de du hevrêyên me piştî şerekî qehremanî şehîd bûne. Di daxuyaniyê de nasnameya heval Dilşad – Mehmet Suleymanoglû- hatibû eşkerekirin û me diyar kiribû ku piştî agahiyên nasnameya li ser hevalê din zelal bibe em ê eşkere kirin. Em niha eşkere dikin ku hevalê me Dilşerda Semsûr jî di vê êrîşê de şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me Dilşerda Semsûr wisa ye:

  Nasnav: Dilşerda Semsûr

  Nav û paşnav: Mesût Akyuz

  Cihê jidayikbûnê: Semsûr

  Navê dê û bav: Kilî - Mûstafa

  Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2022’an / Amed

DILŞERDA SEMSÛR

Hevreyê me Dilşerda li gundê Palaş ê Semsûrê ji dayik dibe. Hevreyê me Dilşerda di nava çandeke ku bîra mirovahiyê ye de mezin bû. Dewleta Tirk a qirker her çiqaş xwestibe hevreyê me Dilşerda bi polîtîkayên asîmîlasyonê ji cewherê wî qut bike jî, ji ber kesayeta xwe sade polîtîkayên dijmin zû tegihiştiye û polîtîkayên dijmin pûç kiriye. Hevreyê me Dîlşerda dema di Zanîngeha Egeyê de dixwend, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi parêzname û felsefeya Rêber Apo re rastiya xwe hin baştir fêm kiriye. Her ku xwendiye û lêkolîn kiriye rastiya gel hin baştir nas kiriye û siyaseta qirkirin ya dijmin hin zêdetir têgihiştiye. Hevreyê me Dilşerda di pêvajoyaa naskirina partiya me PKK’ê de, lêgerîna xwe ya xwe naskirinê hin kurtir dike, ji bo zimanê Kurdi ku zimanê dayîkê ye hin baştir fêr bibe di komeleyên cuda de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kiriye. Her ku dewlemendiya zimanê Kurdî fam kiriye, li dijî qedexeyên bi salan ya li ser zimanê Kurdî hêrs bûye û li dijî dijmin zêdetir bertek nîşan daye. Hevreyê me Dilşerda ku di avabûn û rêveberiya meclîsên tenduristiyê yên di bin sîwana zanîngehê de cih digire, di bingeha xebatên meclîsê de bi dermankirina kesên mazlûm yên ku ji ber zilm û qetliamên çeteyên DAÎŞ’ê  birîndar bûne û yên kampan da dijîn, eleqeder bûye. Bi hezkirina mezin ya di dilê xwe de alîkarbûna gelên bindest mîna erka mezin a mirovahiyê dîtiye. Hevreyê me Dilşerda ku di nava vê pêvajoyê de şahidiya hovitiya dij mirovahiyê dike û nakokiyên wî her ku diçe zêde dibe, ji berxwedana Hêzên Azadiyê ya Rojava û partiya me PKK’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku ji bo parastina gelê me pêş xistiye bandor bûye.

Hevreyê me Dilşerda ku bi vê bingehê roja 23’ê Gulana 2015’an de vedigere çiyayên Kurdistanê, li qada Amedê tevlî refên gerîla dibe. Piştî tevlîbûna wî yê refên gerîla çend heyv şûnde arteşa Tirk a dagirker li dijî gelê me û hêzên gerîla êrîşeke giran dide destpêkirin, ev ji dibe sedem ku hevreyê me Dilşerda xwe destpêkê di aliyê wateya leşkerî de pêş bixe. Hevreyê me Dilşerda ku xwe bi awayekî zû pêş dixe, taktîk û rêbazên ku ji bo hin zêdetir pêşxistina şerê me pêwist in, di demeke kurt de hîn dibe û bi vê bingehê xwe perwerde dike. Hevreyê me Dilşerda tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin dibe, di sala 2017’an de derbasî qada Erzeromê dibe û li vir 3 sal gerîlatî kiriye. Hevreyê me Dilşerda ku di qada Erzeromê de tevlî xebatên pêşxistina çalakiyên li dijî dijmin dibe, erka pêşengtiyê ku di vê qadê de ji vê tê xwestin bi awayekî serketî bi cih aniye. Hevreyê me Dilşerda ku hemû operasyonên dijmin bi pratika xwe ya serketî pûç dike û piştre ji ber pêwistiyê vedigere qada Amedê ku gerîlatiya xwe ya ewil li vir kiribû. Tevî pratika xwe leşkerî ya serketî û sekna xwe ya şoreşgerî, di refên gerîla de mîna bijişkek erk kiriye û li her kêlî û cihên pêwist hevalên xwe derman kiriye. Di bingeha dilê xwe yê sosyalîst, hestên xwe yên esîl û bi armancên xwe yên bilind, bûye milîtan û fermandarekî Apoyî. Ji ber van taybetmendiyên xwe hezkirin û rêzdariyên hemû hevreyên xwe qezenç kiriye. Hevreyê me Dilşerda ku di jiyanê de bi sekna xwe ya mutevazî, girêdayînbûna xwe ya hevreyên xwe û bi tevlîbûna xwe ya rast tê naskirin, di roja 16’ê Hezîrana 2022’an de di şerê li dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî şer dike û şehîd dibe. Li dijî dijmin bi saetan şer kiriye, derbên giran li dijmin xistiye û tevlî karwanên nemiran bûye.

LI LICÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Qada Amedê bi berxwedana li hemberî dijmin û bi pêşengtiğyê mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê daye, di van serdeman de ku gelê me gelekî nêzikî azadiyê ye, hewl dide vê mîsyona xwe bi cih bîne. Hevalên me yên li vê qadê ji bo bicihanîna pêdiviyên serdemê ketine nav hewldanên mezin. Hevalên me Kendal û Mahîr li ser vî esasî tevgeriyane û tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûne. Di 17’ê Tîrmeha 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Licê operasyonek daye destpêkirin. Hevalên me Kendal û Mahîr tu di vê operasyonê de bi tu awayî tawîz nedane dijmin û heta nefesa xwe ya dawîn şer kirine, derb li dijmin xistine û şehîd bûne. Her du hevalên me endamên Hêzên Taybet bûn, bi helwesta xwe ya milîtaniyê û bi tevlêbûna xwe ya fedaiyane, bûne mînakên herî mezin ên milîtaniya Apoyî.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Kendal Ronî

  Nav û paşnav: Necatî Ûtkû Kîraz

  Cihê jidayikbûnê: Mersîn

  Navê dê û bav: Safiye - Yilmaz

  Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Amed

 

  Nasnav: Mahîr Tendurek

  Nav û paşnav: Ferhat Atsak

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Şazîme – Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Amed

KENDAL RONÎ

Hevrêyê me Kendal ku bi eslê xwe ji Sîweregê ye, ji ber ku beriya ji dayik bibe malbata wî koçberî Mêrsînê bûye, li wir ji dayik bûye û mezin bûye. Hevrêyê me Kendal ku ji ber pêkhatina malbata xwe ya civakî nekarî bi tevahî nirxên xwe yên netewî bijî, her dem di ferqa kêmahiyek de jiya. Hevrêyê me Kendal li cihê ku Rêber Apo dest bi meşa xwe ya şoreşgerî kir, li zanîngehê Enqereyê PKK’ê nas kir. Bi vê re dest bi naskirina rastiya Kurd û Kurdistanê, rastiya dijmin û rastiya kesayeta Kurd a îstîsmarkirî kir. Her ku sempatiya wî a ji bo partiya me zêde bû, li hember rastiya gel meraqa wî zêdetir bûye û ketiye lêgerîna nirxên xwe. Her ku cewhera kurdayetî nas kir, bi trajediya gelê me re jî rû bi rû hat. Ji bo vê jî hesta têkoşînê hêj zêdetir mezin bûye û li ser rê û rêbazên têkoşînê lêhurbûna wî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li zanîngeha ku lê dixwîne tevlî xebatên ciwanan dibe û di sala 2013’an de ji bo gelê me bi awayek fedaî têbikoşe tevlî nava refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Kendal ê ku yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê li Amedê kir; ji bo parastina xaka Kurdistanê ji hêzên dagirker, mêtînger û talanker bike, ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe li qada Amedê têkoşîn kir. Li qada Amedê bi dehan hevrêyên xwe yên fedaî nas kir û ji sekna wan a jiyanê û hevrêtiya wan gelekî bandor bû. Hevrê Kendal ku piştî sal û nîvekê li Amedê ma û ji pratîka xwe ya gerîlatiyê ezmûnek mezin wergirt, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo ku ezmûna xwe ya leşkerî bike bingehê gerîlatiya profesyonel û bibe pêşengê mîlîtanê fedaî yê Rêber Apo tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû. Hevrê Kendal ku bi perwerdeya ku dîtiye re armanc dike ku bibe yek ji milîtanên herî pêşeng ya artêşa xweparastinê ya PKK'ê, ji bo vê jî kedeke bêhempa daye û xwe fedayê xeta Rêbertiyê kiriye.

Hevrêyê me Kendal ku mejî û dilê xwe bi bîrdozî û rastiya Rêber Apo ve girêdide, di her kêliya têkoşîna xwe de ji şerê xwe tawîz nedaye û bûye mîlîtanekî bi mînak. Milîtaniya xwe her tim di astek jor de pêk aniye û di xebat û şerê xwe de bi baldarî, disîplîn, hesasiyet, fedakarî û bi vîna xwe hewl daye bibe serkeftinê. Hevrêyê me Kendal ku di her kêliya têkoşîna xwe de lêgerîna xwe ya zanistiyê didomîne, asta ku gihaştiye têr nabîne û ji bo bi hêztir bibe û rastiya Rêbertiyê di tevahî hucreyên xwe de bijî, her tim hewl û ked daye. Hevrêyê me Kendal ku gerîlatiyê weke lêgerîna jiyan û heqîqetê dinirxîne; gihiştiye cewhera gerîlatiyê, bûye aîdê xwe û bûye Kurdistanî.

Hevrê Kendal ku hem di warê leşkerî de hem jî di sekna xwe ya bîrdozî de gerîlayekî jêhatî ye, her tim xwestiye li qada şer bibe lêgera pêkanîna pêdiviyên dilsoziya bi Rêbertiya me û şehîdên me re. Tevî ku weke endamê Hêzên Taybet di gelek xebatên hesas de cih girtiye jî, dilê wî her tim bi têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê lêdida. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Kendal ê ku berê xwe da Amedê, qada ku lê dest bi gerîlatiyê kir û gavên destpêkê ber bi xwebûnê de avêt, bi enerjiyek bêrawestan weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe re tevlî xebatan dibe. Hevrêyê me Kendal ku di qada Amedê de gelek xebat dane meşandin, bi serkeftina xwe ya di van xebatan de hewl da ku layîqê hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Hevrê Kendal ku di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, di van çalakiyan de bi cesaret û azweriya xwe derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Kendal ku di 17’ê Tîrmeha 2022’an de di şerê li hember dijmin de ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da, bi rengekî layiqî nasnameya xwe bi fedaî gihiştiye şehadetê.

MAHÎR TENDUREK

Hevrêyê me Mahîr li navçeya Çildêran a Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Tevlîbûna ji malbat û derdora xwe ya di nava gerîla de bû sedem ku hevrêyê me Mahîr ji biçûkatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike. Tevlîbûna xwişkên hevrêyê me Mahîr ên di sala 2008'an û sala 2013'an de bandorek mezin li ser wî çêdike û bi xeyala tevlîbûna nava refên gerîla dijî. Lê temenê wî yê biçûk nahêle ku ev xeyala xwe pêk bîne. Sala 2015’an di jiyana hevrêyê me Mahîr de qonaxeke werçerxê ye. Di vê salê de xwişka hevrêyê me di Pêngava Şoreşgerî ya Bêşebabê de cih digire û şehîd dibe. Her wiha êrîşên artêşa Tirk a qirker di Berxwedana Rêveberiya xweser de a li dijî gelê me bi taybet li Sûr û Cizîrê ku komkujî pêk anî û çeteyên DAÎŞ’ê jî li aliyê din ve êrîşî destkeftiyên gelê me yên li herêmên Rojava û Şengalê dikirin bû wesîle ku hevrêyê me Mahîr biryara tevlîbûnê nava refên gerîla bide.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bi taybet xwişka xwe ya mezin hevrê Delîla û gelê me bû yek ji armancên xwe yên sereke. Lê hevrêyê me Mahîr di ferqa ku ji bo tolhildanê pêwîstî bi kûrbûna bîrdozî û leşkerî heye, bi alîkariya hevrêyên xwe karî taybetmendiyên ku pergalê li ser wî afirandiye xwe jê rizgar bike. Di dîroka me ya azadiyê de yek ji têkoşîna herî bi bandor a sala 2016’an a li dijî dagirkeran û jiyana hevrêyên me yên fedaî yên ku pêşengiya vê berxwedanê kirin hevrêyê me Mahîr gelekî bandor kir. Ji ber vê yekê dizane ku hem ji bo giraniya wijdanî ya layîqbûna şehîdên me û hem jî ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me divê zêdetir bi berpirsyarî rabe. Bi vê armancê hevrêyê me Mahîr ê di nava rêxistina Hêzên Taybet de cih girt, hîn zêdetir xwe perwerde kir û hewl da bersivê bide pêvajoya şerê dijwar.

Hevrêyê me Mahîr bi hevrêtiya xwe ya ji dil û can di dilê hevrêyên xwe de cih girtiye û şopek bi hêz hiştiye. Hevrêyê me Mahîr ku xwedî kesayeteke fedekar e, bi taybet bi keda xwe ya di tunelên şer de ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me Mahîr ku di heman demê de mirovekî jîr e, zû têgihiştin çêbûye û ji ber vê xwe zû pêşxist. Bi taybetî di warê leşkerî de xwe pêş xist û bû fermandarek ku hevrêyên xwe bi rê ve bibe. Hevrêyê me Mahîr ku her tim ji bo mezinkirina têkoşîna xwe hewl dide, bi vê armancê xwest bibe parçeyek ji berxwedana li Bakurê Kurdistanê û li ser vê bingehê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Salekê li herêma Botanê weke gerîla xebitî û dijwariya têkoşînê li wir ji nêz ve hîs kir. Hevrêyê me Mahîr ku her roj bi hêztir dibe, piştre berê xwe da qada Amedê. Bi xebatên xwe yên li Amedê, ji bo ku polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin dixwest pêş bixin, encam nede, mîsyoneke girîng girt ser milên xwe. Bi saya gerîlatiya xwe ya profesyonel gelek operasyonên dijmin vala derxistiye û tevlî gelek çalakiyên ku derbe li dijmin xistin bû. Hevrêyê me Mahîr ku yek ji hevrêyên me ye ku ji bo têkoşîna fermandarên hêja Nûman, Çekdar, Evîn û Nûjîn li qada Amedê mezin bike û bîranînên van hevrêyên me bi awayekî herî rast zindî bihêle, bi şopandina rêya şehîdan, di şerê li hember dijmin de heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Dilşêrda, Kendal û Mahîr ku her tim bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin re dixwazin. Em soz didin ku teqez em ê xeyalên şehîdên xwe yên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”