HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên li Zapê di êrişên hewayî de şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"13'ê Tebaxê li qada Kînyanîş a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevalên me Baz û Tolhildan şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baz Rojhilat

Nav paşnav: Xalid Hamedî

Cihê jidayikbûnê: Pencewîn

Dayik-Bav: Gîlyan-Xelîl

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2020'an / Zap

 

Nav paşnav: Tolhildan Colemêrg

Nasnav: Serhat Tekîn

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulay-Aydin

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2020'an / Zap

Dewletên dagirker ji bo li Kurdistanê sîstemeke mêtingeriyê ava bikin, li her parçeyên Kurdistanê bi her awayî komkujiyê li gelê Kurd rewa dibînin. Gelê Kurd li dijî vê koalîsyona qirkirinê bi salan e ji bo hebûnê têdikoşe û di oxira azadiyê de berxwedaneke xurt dimeşîne. Hevrêyên me Baz û Tolhildan jî bûn ji pêşengên berxwedana rûmetê û erk û wezîfeyên xwe bi cih anîn.

Hevrêyên me Baz û Tolhildan li herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn. Jİ bo azadiya gelê Kurd û dawîanîna li mêtingerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Di îdeolojiya Rêber Apo de xwe şareza kirin û ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bixin meriyetê kedeke mezin dan. Li Zagrosan tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bûn û derbên mezin li dagirkeran xistin. Hevrêyên me Baz û Tolhildan heq ji her cûre zehmetiyan derketin û bi berxwedana xwe bûn mînakek ji milîtaniya fedayî ya Apoyî.

Hevrêyên me Baz û Tolhildan ji bo avakirina paşerojeke aram û azad a gelê Kurd bêteredût canê xwe feda kirin û ferman dan ku têkoşîna rûmetê ya şehîdên leheng bi serketinê bê tacîdarkirin.

PERSPEKTÎFA MEŞA ME YA AZADIYÊ YE

11'ê Tebaxê li qada Cîlo ya Biçûk a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevalê me Karwan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Karwan Halaç

Nav paşnav: Mehmet Alî Bahadir

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Songul-Orhan

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2020'an / Zap

Hevrêyê me Karwan sala 1995'an li Bedlîsê ji dayik bû. Di nava derdoreke welatparêz û kedkar de mezin bû. Li dibistana ku navenda asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a faşîst e, rûyê rast ê dewleta dagirker nas kir û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Karwan ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi kedkarî û afirîneriya xwe ya li eniya berxwedanê dihate naskirin, li Zagrosan di berxwedana dijî dijmin de serketinên girîng afirand. Hevrêyê me Karwan ji roja tevlî bû heta roja şehîd bû hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin, bi daxwazeke mezin û bi bawerî bi cih anî. Hevrêyê me Karwan sekna fedayî, daxwaza têkoşînê û perspektîfa meşa me ya serketinê ye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."