HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Zapê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Fermandarên mînak ên serdema nû û milîtanên pêşeng ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Şervan û Agît di Berxwedana Zapê de destana lehengiyê nivîsandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser agahiyên 2 gerîlayên di êrişên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bûn ev agahî parve kir:

"Artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Zapê xwest bi helîkopteran hêzên xwe li gelek qadan deyne, li îradeya ji pola ya hêzên me ket. Artêşa Tirk ku gelek helîkopterên wan derb xwarin, nekarî hêzên xwe deyne li cihên ku dixwest. Artêşa Tirk ku nekarî ji hewayê encama dixwaze bi dest bixe, 18'ê Nîsanê hewl da ji bejahî ve bi pêş ve biçe û li bin guhê dîwarê berxwedanê yê gerîla ket. Milîtanên Apoyî yên wêrek û leheng hevrêyên me Şervan û Agît li Qada Berxwedanê ya Karker bi berxwedaneke destanî nehiştin bêhn bê ber dijminê dagirker, derb li ser derban lê dan. Herdu hevrêyên me di vê berxwedanê de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şervan Dîcle
Nav paşnav: Necat Demîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Muselma-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Agît Batman
Nav paşnav: Ramazan Kaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Fadîme-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2022 / Zap

ŞERVAN DÎCLE

Hevrêyê me Şervan li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de gelek berdê daye, ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Şervan piştî ku baweriya xwe pê anî ku xeyalên Kurdistana Azad bi partiya me PKK'ê pêkane, bi her awayî tevlî nava refên têkoşînê bû. Destpêkê xwişka hevrêyê me şervan hevrêya me Dîcle-Elîf Demîr sala 1994'an ku yek ji salên herî giran ê têkoşîna me bû tevlî nava refên grîla bû û sala 2011'an li Xakurkê şehîd bû. Hevrêyê me Şervan jî ji bo tola xwişka xwe û şehîdan hemûyan hilîne, her wiha ji bo pêkanîna hêviyên azadiyê yên gelê me di sala 2015'an de zanîngeh nîvco hişt û tevlî nava refên gerîla bû, rahişt çeka xwişka xwe. Hevrêyê me Şervan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di demeke kurt de bi tevlîbûna xwe ya ji dil û zîrekbûna xwe zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Şervan ku li herêma Zapê tevlî nava refên gerîla bû, pratîka gerîlatiyê jî li Zapê kir, li Zapê bû yek ji gerîlayên herî bi tecrûbe. Li Eyaleta Zapê tevlî gelek çalakiyan bû, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar bû milîtanekî mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Bi taybetî bi taktîkên şer ên herî bi bandor ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk baweriya xwe bi têkbirina dijmin anî û ji bo vê jî di amadekirina bingeha şer de kedeke mezin da. Di heman demê de ji aliyê taktîkên şer ê gerîla û felsefeya Rêber Apo ve xwe kûr kir û xwest taybetmendiyên milîtaniya pêşeng di kesayetiya xwe de temsîl bike. Hevrêyê me Şervan ev sekna xwe sala 2021'ê di berxwedana dîrokî de nîşan da û li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Hevrêyê me şervan di van çalakiyan de gelek tecrûbeyên girîng bi dest xist. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên 17'ê Nîsana 2022'an destpê kir beriya her kesî li refên pêş amade bû. Bi baweriya ku derba destpêkê ya li dagirkeran bê xistin wê encamên xwe mezin be, ji bo vê yekê bike çi ji dest hat, pêk anî. Hevrêyê me Şervan bi ruhê fedaî bi ser dagirkeran ve çû û di cezakirina gelek dagirkeran de roleke mezin lîst. Hevrêyê me Şervan ku bi berxwedana xwe ya li ser xeta fedaî û bi bicihanîna rêbaza tîm a gerîla ya bi tevger dihate naskirin, 18'ê Nîsanê di şer de şehîd bû. Em soz didin ku wezîfeya berxwedanê ya ku hevrêyê me Şervan ji me re hiştiye, bi serketinê bi encam bikin.

AGÎT BATMAN

Heval Agît li Êlihê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi saya çanda welatparêziyê ya ku ji malbata xwe stendiye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye. Piştî ku di gelek xebatan de cih girt li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bû, bi perwerdehiya Rêbertî di kesayetiya xwe de guhertinên mezin ava kir û bandorên pergala kapîtalîst a li ser xwe avêtiye. Heval Agît her dem hewl daye gerîlatiyê hîn bibe û ji bo vê kedeke mezin daye. Bi vê armancê wî girîngî daye perwerdehiyên leşkerî û kûrbûneke girîng bi dest xistiye. Heval Agît li gelek qadên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kiriye û wekî heval Şervan bi hev re şehîd bûne, bêtir li Zapê gerîlatî kirine. Ji ber vê qada Zapê û erdnîgariya wê baş dizanibû. Di 17’ê Nîsanê dema ku êrişên dagirker hatin destpêkirin heval Agît jî di nav koma tîma gerîlayan bû ku bersiv dan êrişên dagirker. Dema ku dijmin dixwest leşkeran deyne Girê Şehîd Ciwan heval Agît tevî hevrêyên xwe berxwedaneke dîrokî kirine. Tarza tîma gerok a gerîlatiyê bi awayekî serkeftî pêk anîne û gelek taktîkên gerîlatiyê di nav hev de pêk aniye û derbên giran li dijmin xistien. Dijmin gelek caran hewl daye leşkeran deyne vê qadê lê bi ser neketiye. Heval Agît taktîka gerîlatiya serdema nû bi her awayî serkeftî pêk aniye û wekî şervanekî berxwedêr ê xeta fedaî ya Apoyî di nav dîroka me ya berxwedanê de cih girtiye û bûye yek ji mêrxasê ku li Zapê efsane afirandine.

Heval Agît û heval Şervan di Berxwedana Zapê de destan nivîsadnien. Malbatên hêja yên hevalên me yên hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li têkoşîna şehîdê me derkevin, çeka şehîdan li erdê nehêlin û tevlî nav refên gerîlayan bibin.”