HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên li Colemêrg û Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên li Colemêrg û Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG'ê de, ku li malpera înternetê hate weşandin, hat ragihandin ku her du gerîla di şer de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me di daxuyaniya xwe ya 18'ê Hezîranê de ragihandibû, yek ji gerîlayên me yê 17'ê Hezîranê li Zapê di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû, hevrê Mazlûm Nisêbîn e. Ji ber ku agahiyên li ser nasnameya hevrê Mazlûm Nûsaybîn nû zelal bûye, em parve dikin.
Hevrêyê me Mahîr Mûş jî, ku roja 17'ê Gulana 2017'an de dema dixwest li dijî benda kontrolê ya polîsan a li navçeya Pulur a Dersimê çalakiyê lidar bixe di şer de şehîd bû, agahiyên li ser nasnameya wî jî nû zelal bûn. Ji ber vê derengmanê em lêborînê ji malbata xwe Ovaloglû û gelê xwe dixwzin."
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Mazlûm Nûsaybîn |
Nasnav: Mahîr Mûş |