HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 3’yê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya li herêma Zapê de 2 gerîla şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayan eşkere kir.

HPG’ê got: “3’yê Tîrmehê saet 01:00’ê balafirên şer ên artêşa TC’ê herêma Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de hevrêyên em yên bi navên Jiyan (Jiyan Çetînkaya) Zîlan (Asya Bor) şehîd bûn.

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Jiyan Koçer
Nav û Paşnav: Jiyan Çetînkaya
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê-Bav: Vetha - Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/3’yê Tîrmeha 2019

Jiyan – Jiyan Çetînkaya

Nasnav: Zîlan Kinaci
Nav û Paşnav: Asya Bor
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Dîlber - Emîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/3’yê Tîrmeha 2019

Zîlan – Asya Bor

Hevrêya me Jiyan Koçer di sala 1994’an de li nava malbateke welatparêz li Êlihê hatiye dinê. Hevrê jiyan a hê di temenê xwe yê biçûk de rastî zext û polîtîkayên helandin û asîmlasyonê tê, lêhûrbûneke mezin di vî warî de pêş dixe. Hevrê Jiyan a ku zext û polîtîkayên dijayetî û cihêkeriyê ya li ser Kurdan dihate kirin qebûl nekir, di sala 2014’an tevlî Têkoşîna Azadiyê dibe. Hevrê Jiyan bi girêdaneke xurt a felsefeya Rêbetiyê daye çêkirin û hemû erkên şoreşgerî bi heskirineke mezin pêk aniye, di demeke kin de bûye yek ji hevrêyên mînak. Hevrê Jiyan bi sekna xwe ya biryardar û dilnizim, bandorekî mezin li hevrêyên derdorî xwe kiriye û gihiştiye asta gerîlayeke fermandar. Hevrê Jiyan a bi keda xwe dihate naskirin, di awayê nû yê gerîla de, pêşketin esas girtiye û bûye hevrêyeke tim xwe pêş xistiye.

Hevrê Zîlan Kinaci jî di sala 1998’an de li Wanê di nava malbateke welatparêz û çanad Kurdî de mezin bûye. Hevrê Zîlan a nirxên xwe yên xweser parastiye û mezin bûye, ji bo dawî li êrîşên qirker ên li ser Kurdan bide rawestandin û ji bo azadiya Rêbertiyê sala 2015’an tevlî refên gerîla bûye. Hevrê Zîlan a ji roja tevlîbûnê xwe bi çiyan re kiriye yek, rêya hevrêya fedayî Zîlan (Zeyneb Kinaci) ji xwe re esas girtiye, hemû erkên girtîn bi serketî bi cih aniye. Hevrê Zîlan li gorî her cûre şert û mercan xeta Azadiya Jinê ya Rêbertiyê esas girtiye, bûye yek ji hevrêyên mînak. Hevrê Zîlan a bi sadebûn û sekna bi rûmet a jiyanê, hevrêyên xwe ji kûr bandor kiriye, her demê çanda şoreşgerî ya serxistî daye jiyîn.

Di serî de ji malabatên hevrêyên xwe Jiyan û Zîlan ên şehîd bûne, dîsa hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê mîrasê têkoşînê yên hevrêyên me ji bo me hiştin, bigihînin serketinê.”