HPG'ê li Sîdekanê li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê derbên giran li çeper û stargehên hêzên dagirker ên Tirk hatine xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "28'ê Sibatê saet 09:00 hêzên me li qada Elîdirêj a herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn."

Di daxuyaniyê de li ser detayên çalakiyê hate gotin, "Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawan bombe li derdorê barandin."

HPG'ê ragihand, şeva heman rojê li Colemêrgê liv û tevgera hewayî hebû û qadeke Zê jî hate bombekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "28'ê Sibatê saet navbera 21:00-21:30'î li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê helîkotperên Skorsky ên artêşa TC geriyan. Her wiha helîkopterên êrîşê jî di heman demê de bombe li qada Şehîd Rustem a Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me."