HPG'ê li ser çalakiyên li Colemêrgê daxuyanî da

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li colemêrgê li dijî artêşa Tirk a derkete operasyonê, daxuyaniyek weşand û agahiyên berfireh da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêmê şerekî dijwar diqewime û ragihand, çalakiyan de herî kêm 23 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker, ku di şeva 16'ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û şerê ji ber vê operasyonê bi tundî dewam dikin.

Çalakiyên hêzên me yên li dijî leşkerên dijmin ên tevlî operasyona dagirkeriyê ya li nava axa Başûrê Kurdistanê tê meşandin bûne, didomin. Hêzên me ku di heman demê de Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş bi rê ve dibin, li dijî leşkerên dijmin ê operasyona dagirkeriyê dimeşînin, operasyoneke berfireh lidar xistin.

Hêzên me yên tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş bûne, êvara 19'ê Hezîranê saet di 22:30 de, li konvoyeke leşkerên dijmin a ji ber derbên xwarî vedikişiya, xistin. Di vê operasyona şoreşgerî ya li qada Xezalkê de, ku di navbera navenda Colemêrgê û navçeya Çelê de ye, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî tevî leşkerên tê de hatin rûxandin.

Konvoyeke din a ku ji operasyona dagirkeriyê vedigeriya, li qada Qesrikê bû hedef û di encama derbên xurt ên hêzên me de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî îmha bû. Di dema vê çalakiyê de yekîneyeke veşartî hewl da xwe bigihîne qadê û hêzên me dest li vê yekîneyê werdan û yekîne bi giranî tasfiye kirin.

Bi qasî ku hate tespîtkirin, di van çalakiyan de 22 leşkerên dijmin hatin kuştin, ku yek ji wan serpel e û gelek leşkerên dijmin birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, helîkopterên êrîşê yên kobra yên artêşa TC a dagirker, bombe li quntarên Kato Bayê barandin. Hêzên dijmin, rêyên ber bi qada çalakiyê heta sibeha 20'ê Hezîranê li trafîkê girtin û wesayitên zirxî yên hatin rûxandin ji herêmê derxistin.

Hêzên me yên tevlî vê operasyonê bûn, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de roja 20'ê Hezîranê saet di 09:30 de li çeperên qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

Heman rojê saet di 22:00 de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû."