HPG'ê li ser çalakiyên gerîla agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên li girê koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li dijî qereqola Êrîşê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"11'ê Nîsanê saet di 10:00 de, hêzên me bi hawanan li dijî çeperên li girê Koordîne yê li ser sînor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zanîn.

11'ê Nîsanê saet di 11:00-12:30 de hêzên me bi çekên giran li konteynirên li ser girê Koordîne xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

Roja 11'ê Nîsanê, dema ku komek ji leşkeran li hewşa qereqola Êrîşê ya li navçeya Çelê li hev diciviyan, hêzên me bi çekên giran û ferdî li wan dan. 2 leşker li vir hatin kuştin."