HPG'ê li Lêlîkanê derbeke din li artêşa Tirk xist

Çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li Lêlîkanê herî kêm 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 1'ê Gulanê li Lêlîkanê çalakiyek hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de ku li dijî operasyonên artêşa TC a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye, hêzên me roja 1'ê Gulanê saet 13'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê bûn çalakiyek kirin. Derb li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li mintiqeya Gundê Şuşanê barand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar danê êvarê ji herêmê rakir."