HPG'ê li Çelê li qereqolê xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqoleklê çalakiye hatiye lidarxistin. Dİ daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku 17'ê Tebaxê li Elkê şehîd bûbû hate eşkerekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

LI ÇELÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 26'ê Tebaxê saet di 07:30'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Girê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI KATO MARÎNOSÊ ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya 22'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku 17'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye, di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, hevalê me Demhat ê bi fedayî şer kir şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Demhat Samet

Nav paşnav: Mûhammed Sagniç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Îsmînas-Îdrîs

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Tebaxa 2020'an / Botan

Hevalê me Demhat li nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopiyên xwe û kedkar ji dayik bû. Li dijî her şwêwe pêkanînên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst xwe parast û ji bo dawî li zilma dewleta faşîst bîne sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de pêvajoyên perwerdeyê hemû bi serketî qedand, di rêbaz û taktîka gerîla ya demê de xwe kûr kir. Her tim xwest li eniya herî pêş a berxwedanê cih bigire û li dijî dewleta faşîst di têkoşînê de bi roleke çalak rabû. Li qada Kato Marînosê li dijî artêşa dagirker bi rojan bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê nemiran bû. Hevalê me Demhat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe ya fedayî ya li eniya berxwedanê, bû meşaleya ku rêya me ya serketinê ronî dike.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê gelê welatparêz ê welatparêz dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

25'ê Tebaxê saet di navbera 14:00 û 17:15'an de balafirên şer bombe li qada Karker a herêma Zapê barandin.

27'ê Tebaxê saet di 12:00 de balafirên şer bombe li qada gundê Kêste yê herêma Metînayê barandin.

27'ê Tebaxê saet di 09:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Duhokê barandin.

18'ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê hevalê me Sînan şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. "