HPG'ê gerîlayên li Metîna şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên 19'ê Tebaxa 2020'an li herêma Metîna ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"19'ê Tebaxa 2020'an artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biribû ser mintiqeya Kanîmezinê ya herêma Metînayê. Di vê êrişa hewayî de hevrêyên me Sara, Azad, Şerzan, Rûmet û Erdal şehîd bûbûn.

Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Dara Adar
Nav paşnav: Ahmet Bal
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Vetha-Behrem
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tebaxa 2020 / Metîna

Nasnav: Azad Botan
Nav paşnav: Ramazan Bozkûrt
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hanim-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tebaxa 2020 / Metîna

Nasnav: Şerzan Botan
Nav paşnav: Veysel Dalmiş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Safiye-Îbrahîm Halîl
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tebaxa 2020 / Metîna

Nasnav: Rûmet Hêvî Şoreş
Nav paşnav: Ahmet Kayar
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Gulnaz-Gursel
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tebaxa 2020 / Metîna

Nasnav: Erdal Cûdî
Nav paşnav: Behzat Azerîş
Cihê jidayikbûnê: Serdeşt
Dayik-Bav: Habîbe-Alî
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tebaxa 2020 / Metîna

DARA ADAR

Hevrêyê me Dara li Berwariyê ku bi welatparêziya xwe, bi ruhê berxwedêriyê bi sedan leheng ji nava xwe derxistiye, li gundê Hêşetê li nava malbateke dilsozê welatparêzî û nirxên xwe ji dayik bû. Ji bo serxistina têkoşîna şehîdên leheng ku di temenê ciwantiyê de sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi daxwaz û kelecaneke mezin dest bi têkoşîna gerîlatiyê kir û ji bo vê têkoşîna xwe li Botanê dewam bike kete nava hewldanên mezin. Hevrêyê me Dara salên dûr û dirêj li Botanê li eniya berxwedanê ma û gelek wezîfe û berpirsyarî bi serketineke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Dara ku di her kêliyê de serketin ji xwe re kir pîvan, bi enerjiya xwe xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir. Rêbazeke têkoşînê ya ku timî berê xwe li serketinê bû danî ber xwe. Hevrêyê me Dara di wê baweriyê de bû ku her gavek divê bi kedeke mezin bê avêtin, bi kedeke mezin bû fermandar û li eniya berxwedanê bû milîtanekî fedayî yê Apoyî yê pêşeng.

AZAD BOTAN

Hevrêyê me Azad li Cizîrê ji dayik bû ku Cizîr bi berxwedan û têkoşîna xwe her tim ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re bû çavkanî. Hevrêyê me Azad kiryarên nijadperest û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker ji nêz ve dît û ji bo têkoşînê berê xwe da çiyayên azad. Gotina 'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bixînin' a Rêber Apo ji xwe re kir pîvana bingehîn a têkoşînê. Hevrêyê me Azad ku bi kelecan û moralê xwe dihate naskirin, di nava hevrêyên xwe de her tim bû çavkaniya moralê. Li gelek herêman wezîfe werirt û bi serketineke mezin bi cih anî. Bi vî rengî bû mînakek ji kesayetiya milîtanê fedayî ya Apoyî. Daxwaza têkoşînê û kesayetiya milîtanê fedayî yê hevrêyê me Azad ji bo hevrêyên wî bûye hinceta têkoşînê.

ŞERZAN BOTAN

Hevrêyê me Şerzan li dilê Botanê li Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di temenê biçûkanî de Tevgera Azadiyê nas kir û xeyala xwe ya herî mezin jî ew bû ku bibe milîtanekî pêşeng ê têkoşîna azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me Şerzan di temenê xwe yê ciwantiyê de ev xeyala xwe pêk anî û bi enerjiya ciwantiyê di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza û li gelek herêmên Kurdistanê bi rengekî çalak kar kir. Hevrêyê me Şerzan ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hewl da Rêber Apo nas bike û li ser vê bingehê jiyanek danî ber xwe. Ji bo vê jî hem di têkiliyên hevrêtiyê de em jî di kar de bi dilnizmî, samîmiyet, fedakarî û durustiya xwe bû yek ji mînakên hilbijartî yê kesayetiya milîtan a Apoyî. Hevrêyê me Şerzan li dijî faşîzma DAÎŞ'ê ku dewleta Tirk kiribû belayê serê cîhanê, li qadên Mexmûr û Kerkûkê li eniyên herî pêş şer kir û di vê pêvajoya şer de bi wêrekî û moralê xwe di nava hevrêyên xwe de dihate hezkirin, bal dikişand ser xwe. Hevrêyê me Şerzan di şerê dijî faşîzma DAÎŞ'ê de rastiya dewleta Tirk hîn baştir fêhm kir û ji bo şerê li dijî vê dewleta faşîst timî hewl da. Hevrêyê me Şerzan çavkaniya mêtingerî û dagirkeriya li Kurdistanê baş tespît kir û ji bo vê jî berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bû nîşaneya wê yekê ku divê mirov bi çi rengî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

RÛMET HÊVÎ ŞOREŞ

Hevrêyê me Rûmet li nava malbateke welatparêz a Çewlikê li Elmanyayê ji dayik bû. Li gel şert û mercên dîasporayê bi hesreta welatê xwe Kurdistanê jiya. Bala xwe timî li ser welatê xwe bû. Li dijî êrişên qirker ên ku dewleta Tirk a mêtinger li Kurdistanê li dijî gelê me dike, her tim hişyar bû û li ser vê bingehê bi awayekî çalak tevlî çalakiyan bû. Ji bo ruhê xwe yê şoreşger ê ku sînor nas nedikir bigihîne Têkoşîna Azadiyê ti astengî nas nekir. Coşa jinûve xwegihandina nasnameya xwe ya li çiyayên azad ên Kurdistanê ji kûrahî ve jiya. Hevrêyê me Rûmet di her kêliya jiyana xwe ya gerîla de li dijî bandora Modernîteya Kapîtalîst şer kir û di kesayetiya xwe de şoreşên mezin pêk anî. Her ku xwe nû kir bêhtir bû xwedî taybetmendiyên milîtaniya Apoyî û li ser şopa Erdalan û Eseran bû fermandarekî pêşeng.

ERDAL CÛDÎ

Hevrêyê me Erdal li nava malbateke kedkar a li bajarê Serdeştê ji dayik bû ku li vê herêma Rojhilatê Kurdistanê bayê şoreşê ti carî bi dawî nabe. Her tim di nava têkoşîna kedê de ma. Ji bo vê kesayetiya xwe ya kedkar bi wate bike timî kete nava lêgerînê û piştî ku Tevgera me ya Azadiyê nas kir, bi bandoreke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla bi taybetî jiyana gerîla ya bi xwezayê re bandor lê kir û polîtîkaya şerê taybet a dijmin a li dijî Kurdistanê û gerîla baştir fêhm kir. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve timî hewl da ku xwe bi pêş bixîne û di rêbaz û taktîka leşkerî de serketineke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Erdal bi israr xwest ku vê danheviya xwe li Bakurê Kurdistanê bi cih bîne û ev yek ji xwe re kir yek ji armancên herî mezin.

Di serî de malbatên me yên şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."