HPG’ê gerîlayên li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 6 gerîlayên ku di meha Çile de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku “Di 13’ê Çile de li bejahiya Bîtlîsê di operasyona artêşa dagirker de 6 rêhevalên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.”

Li gorî daxuyaniya malpera HPG’ê têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hat gotin ku:

“Hikumeta şer a AKP û MHP’ê ji mehên zivistanê û vir ve hemû derfetên teknîk û teknolojîk bi kar tîne û ji bo tevgera me bide sekinandin û îmha bike, li çar parçeyên Kurdistanê operasyonên xwe didomîne. Têkoşîna rêhevalên me Adil Koçer, Bahoz Agir, Dervîş Mereto, Serhat Botan, Zinar Birîndar, Masîro Koçer bûye lûtkeya berxwedanê. Li hemberî şertên zivistanê yên dijwar û teknolojiya modern, şeş rêhevalên me hate fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û gihiştine şehadetê.  Di esasê vê xeta berxwedanê de ya ku hevalên me ji me re mîras hiştine, wê hikumeta şer a AKP û MHP’ê jî wekî hikumetên din wê biçe ser sergoyê dîrokê.

Di serî de malbatên hêja ên rêhevalên me, em sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin. Ji ber şertên şer, me şehadeta rêhevalên xwe dereng diyar kir, em ji bo vê tiştî xemgîniya xwe jî diyar dikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Adil Koçer

Nav û paşnav: Sedat Kaya

Cihê jidayîkbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê-Bav: Vetha-Huseyin

Dîrok û cihê şehadetê: Bedlîs/ 13’ê Çileya 2017

***

Nasnav: Bahoz Agir

Nav û paşnav: Ahmet Tekîn

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê Dayikê-Bav: Meles-Omer

Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Çiley 2017/Bedlîs

***

Nasnav: Dervîş Mereto

Nav û paşnav: Hasan Yaman

Cihê jidayîkbûnê: Batman

Navê Dayikê-Bav: Melîha-Şemsettîn

Dîrok û cihê şehadetê: Bedlîs/ 13’ê Çileya 2017

***

Nasnav: Masîro Koçer

Nav û paşnav: Kerem Nebîoglû

Cihê jidayîkbûnê: Batman

Navê Dayikê-Bav: Şehrîban-Şeker

Dîrok û cihê şehadetê: Bedlîs/ 13’ê Çileya 2017

***

Nasnav: Serhat Botan

Nav û paşnav: Serhat Îmre

Cihê jidayîkbûnê: Îzmîr

Navê Dayikê-Bav: Nûrdangul –Mehmet Selîm

Dîrok û cihê şehadetê: Bedlîs/ 13’ê Çileya 2017

***

Nasnav: Zinar Birîndar

Nav û paşnav: Mehmet Ariturk

Cihê jidayîkbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê-Bav: Nûriye-Kazim

Dîrok û cihê şehadetê: Bedlîs/ 13’ê Çileya 2017