HPG'ê gerîla Jakob Rîemer bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê gerîlayê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku 9'ê Tîrmeha 2018'an li Çarçellayê di şer de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî. HPG'ê sersaxî ji malbata Rîemer re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser gerîlayê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku par li Çarçellayê şehîd bû, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê li Kurdistanê bi fedakariyeke mezin, bi ked û têkoşîneke bê dawî tê kirin. Jiyana azad, bi baweriya mezin a şehîdên me yên leheng ên ji bo jiyan û azadiyê tê afirandin. Şehîdên me yên leheng ku jiyaneke bi ked, zanebûn û fedayî ji xwe re esas girtin, hêza serketinê ya bi pêşengiya tevgera me PKK'ê derxistine holê."

HPG'ê ragihand, li herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di şer û bomberdûmana 9'ê Çileya 2018'an de hevalê wan Şiyar Gabar şehîd bûye û li ser nasnameya şehîd agahî da:

Nasnav: Şiyar Gabar
Nav paşnav: Jakob Rîemer
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Katerîna-Lûîtz
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2018'an / Çarçella

2013'AN TEVLÎ NAVA REFÊN HPG'Ê BÛ

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Hevrê Şiyar sala 1994'an li Elmanyayê ji dayik bû. Di emrekî ciwan de bê edaletî û sîstema xerabûyî nas kir û kete nava lêgerîna ji bo têkoşîna li dijî sîstemê. Li dijî nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst ku mirovan jinedîtî ve tê û ji hev cihê dike, baweriya pê anî ku bi parvekirineke wekhev û sîstemeke dûrî ji mêtingeriyê dikare li ber rabe û di vê oxirê de dest bi têkoşînê kir. Hevrê Şiyar demekê li Elmanyayê cihê xwe di nava hin komên çep-sosyalîst de girt. Hevrê Şiyar wê demê gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan nas kir û dît, cîhaneke dûrî ji mêtingeriyê û rizgariya mirovahiyê bi têkoşîna PKK'ê ya li ser bingeha îdeolojiya jiyana azad a Rêber Apo dikare pêk were. Bi vî rengî biryar da ku bi awayekî aktîf tevlî nava refên PKK'ê bibe. Hevrê Şiyar li ser vê bingehê xwest li Kurdistanê gerîlatiyê bike û sala 2013'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên HPG'ê bû.

EVÎNDARÊ ZAGROSAN BÛ

Hevrê Şiyar di demeke kin de hînî jiyana li çiyê bû, ji aliyekî ve xwe di warê îdeolojîk de şareza kir û hewl da nêrîna xwe ya li dinyayê li ser bingehên qewîn bide rûniştindin, li aliyê din jî hewl da ji aliyê gerîlatî û hunera leşkerî ve xwe xurt bike. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, fedakar, bi moral û dilnizm, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Bi Kurdiya xwe ya xweş ku di demeke kin de hîn bû, bû milîtanek ku li her cihî weke mînak hate nîşandan. Hevrê Şiyar di têkoşîna xwe de her tim xwest li qadên herî zehmet kar bike. Di heman demê de evîndarekî Zagrosan bû û her tim xwest li cografyaya ku dergûşa mirovahiyê ye bimîne. Li ser bingeha vê daxwaz û hezkirinê gerîlatî kir.

ŞEHÎDÊN ENTERNASYONAL RÊYA ME RONÎ DIKIN

Hevrê Şiyar ku mînakeke zelal a piştevaniya enternasyonal a gelan e, bi coş û kelecaneke mezin tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Cihê wî wê ti carî ji bîr neçe. Şehîdên me yên enternasyonalîst ku bi Hakî Karer û Kemal Pîran dest pê kir, bi Andrea Wolfan dewam kir û gihîşt Jakob Rîemeran, wê rêya me timî ronî bikin. Malbata Rîemer a hêja, ji ber ku ewladekî mîna Şiyar Gabar mezin kiriye, çiqasî ji bi xwe serbilind bin, hêja ye. Ji ber vê windahiya giran, em sersaxiyê ji wan re dixwazin.

Em şehîdên xwe yên enternasyonalîst hemûyan, ku nîşaneya herî mezin a piştavaniya gelan e, ji bo azadiya gelan cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtin û şehîd bûn, di şexsê hevalê Şiyar Gabar de careke din bi bîr tînin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku şehîdên me ji me re hiştine bi ser bixînin."