HPG’ê fermandarên fedaî bi bîr anî

HPG’ê di salvegera şehadeta wan de 3 gerîla bi bîr anî û got “Em sozê didin ku em ê bîranîna wan bikin hinceta têkoşîneke geştir.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê sê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de li qada Şehîd Serxwebûn a Amedê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de fermandarên me yên hêja Nûman, Erhan û Delîl şehîd bûn. Ev fermandarên me yên fedaî yên ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me salên dirêj têkoşiyan, bi jiyana xwe ya derwêşane, hevaltiya xwe ya samîmî ji bo azadiya gelê me bûn nirxên ku divê em hevrêyên wan û gelê me, wan wekî mînak bibînin. Em hevrêyan wan diyar dikin ku em bi siûd in ku em bi wan re jiyane û me bi hev re li dijî mêtingeriyê şer kiriye. Em sozê didin ku em ê bîranîna wan bikin hinceta têkoşîneke geştir. Em di salvegera şehadeta wan de fermandarên xwe yên fedaî Nûman, Erhan û Delîl careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û malbatên wan ên hêja di serî de ji hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Nûman Batman

  Nav û paşnav: Hêjar Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

 Navê dê û bav: Nefîse – Mehmet Alî 

  Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2019’an / Amed

 

  Nasnav: Erhan Dogan

  Nav û paşnav: Îshak Ozçaktû

  Cihê jidayikbûnê: Stenbol

  Navê dê û bav: Miyaser - Huseyîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2019’an / Amed

 

  Nasnav: Delîl Sîpan

  Nav û paşnav: Kadîr Kaya

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Ferzîmelek - Saît

  Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2019’an / Amed

 

NÛMAN BATMAN

Hevrêyê me Nûman li Êlîhê di malbateke xwedî nirxên civakî de ji dayik bû. Rêheval Nûman jî di pêvajoyeke ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi gel re bibû yek, li her derê Kurdistanê belav bibû û bi awayekî aktîf û bandor li tevahiya civaka Kurdistanê hebûna xwe nîşan da, PKK nas kir. Rêheval Nûman ku weke ciwanekî Kurd ê rewşenbîr dema li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend di warê bîrdozî de Tevgera Apoyî nas kir û ji bo hebûna gelê Kurd û azadiya wê misoger bike, rêya têkoşînê ya rast dît. Rêhevalê me Nûman ê ku ji bo derxistina gelê Kurd ji rewşa wan a mêtingehbûniyê û ji bo tekûzkirina hebûna wê û bidestxistina azadiya wê biryara têkoşînê da û di sala duyemîn a zanîngehê de dest ji dibistanê berdide û bi awayeke çalak tevlî têkoşîna dibe. Rêhevalê me Nûman jî di pêvajoyeke ku ciwanên Kurdistanê ref bi ref diherikîn nava refên gerîla de, di demekê de ku gelê Kurd Şoreşa Vejîna Netewî pêk dianî û di serî de li Nisêbîn, Cizîrê, Licê û Dîgorê li gelek cihan rabibû serhildanan biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di Newroza 1992’an de tevlî nava refên ARGK’ê bû û di jiyana xwe ya şoreşgerî de destpêkek watedar û dîrokî kir. Hevrêyê me Nûman ê ku li Xakurkê gav avêt gerîlatiyê, piştre derbasî Zagrosê bû û 6 salan gerîlatî kir. Di serdema herî dijwar a dîroka me ya têkoşînê de bi lehengiya xwe ya bilind, zekaya xwe ya xurt û bi hunera xwe ya leşkerî beşdarî çalakiyan bû û li gelek herêmên Zagrosê pêşengiya çalakiyan kir. Di pratîka xwe ya li Zagrosê de birîndar dibe baş dibe, gav bi gav dibe fermandar, bi keda xwe di ronahiya serpêhatiyên xwe de xwe diafirîne, hişmendiya xwe bi îdeolojiya Apoyî kûr dike, karakterê xwe bi nirxên mezin ên PKK’ê dixemilîne. Weke fermandarekî Apoyî ku her cûre zehmetiyan derbas dike, di sala 1999’an de derbasî Amanosê dibe. Lê di sala 1999'an de pêvajoya vekişînê pêk tîne û bêyî ku zêde bimîne berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di pêvajoyeke ku komploya navneteweyî, îxaneta navxweyî û tasfiyekirina li ser PKK’ê tê ferzkirin û bêbaweriya bi şoreşê weke bela belav dibe, rêheval Nûman karî sekna xwe ya îdeolojîk, dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan re û tevlîbûna xwe ya milîtanî biparêze. Di navbera salên 2000-2005’an de li qadên Qendîl, Garê û Metîna xebatên pratîkî meşandin. Di sala 2003'an de li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz dewreyek dît, giranî da têgihiştin û pratîka rast a Stratejiya Parastina Rewa û di derbasbûna ji ARGK'ê bo HPG'ê de rol lîst. Ji bo ku Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî li qadên herî pêş pêk bîne, bi biryardariyeke mezin di sala 2005’an de derbasî Amanosan bû. Bi ruhê Pêngavê 1’ê Hezîranê tevlî pratîka Amanosê dibe û weke fermandarekî Apoyî berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih tîne. Li Amanosê ku ked, vîn, sebir û zîrekiya tûj jê re lazim e, 3 salan weke fermandar pratîka xwe ya gerîla bi awayekî serketî didomîne. Di sala 2008’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê perwerdeya îdeolojîk dibîne û hesabê meşa şoreşgerî ya 16 salên xwe dike, xwe li ber ronahiya paradîgmaya Apoyî dinirxîne û bi îdeolojiya Apoyî û rexnedaneke ji dil xwe xurtir kir. Li Xakurkê ku dest bi gerîlatiyê kir, vê carê weke fermandariya gerîlayan ku salên herî dijwar lê teşe girtî, berpirsiyarî digire ser milê xwe. Piştî şehadeta rêhevalê me Nûman Amed (Ertem Karabulut) ê ku fermandarê eyaleta Amedê bû, bi îdîaya ku meşa Nûmanan dewam dike û têkoşîna wan qut nabe çû Amedê. Rêhevalê me Nûman ku di asta eyaletê de berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe, ji sala 2013’an heta sala 2019’an di têkoşîna dijwar de her tim pêşengiyê dike. Rêheval Nûman bû fermandarekî me yê ku karê xwe cidî digire, bi hestê berpirsyariya şoreşgerî nêz dibe û bi şêwaza têkiliya xwe ya xwezayî û ji dil derdikeve pêş. Fermandarekî ku vîna rêhevalên xwe yên jin ên ku bi wan re dixebitî esas digirt, bi hêza jinê bawer bû, şêwazê xebata kolektîf a rast dihewand û ruhê xebata bi ekîbbûniyê afirand. Ji ber vê sedemê ji aliyê hemû rêhevalên xwe yên jin û mêr ve dihat hezkirin û her tim ji ezmûn û fermandartiya wî re rêz dihat girtin. Bi ezmûna şer û fermandariyê ya 27 salan, hûrgiliyên şer li gorî asta ku bi dest xistiye, li gorî encaman hesab kiriye û di wext û cihê xwe de talîmat û perspektîfên rast dide hemû hevalên di bin fermandariya xwe de. Rêhevalê me Nûman ku bi vê îdîayê ku Rêber Apo rast fêm bike, bixe meriyetê û timî di xeta Apoyî de bimeşe, li gelek eyaletên Kurdistanê ji şervantî heta fermandariya eyaletan di her astê de bêyî dudilî jiyan bike cih girt, di 19’ê Tîrmeha 2019’an de gihişt şehadetê. Fermandarê me yê nemir rêheval Nûman Batman ku bi meşa xwe ya şoreşê ya 27 salan a bênavber kedeke mezin da tevgera Apoyî, di demên herî krîtîk de rol lîst, rîsk girt û xwe ji berpirsyariyê paşve neda, bi sekna xwe ya qehremanî û lehengiya xwe ya têkoşînê derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Têkoşîna rêhevalê me Nûman wê bê navber bidome, bîranîna wî wê zindî bê hiştin û teqez armancên wî bên serxistin.

ERHAN DOGAN

Hevalê me Erhan bi eslê xwe ji Dîgora Qersê ye û li Stenbolê ji dayik bûye. Ligel ku li metrepolên Tirkiyeyê mezin bûye jî ji ber ku malbata wî girêdayî çanda civakî bûye, ew wekî Kurdistaniyekî mezin kiriye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû wî cewhera Kurdbûnê ji zaroktiya xwe ve parastiye û dev ji bîr û cewhera xwe ya Kurdbûnê bernedaye. Bi cewhera xwe lêgerîna xwe ya azadiyê heta ciwantiyê domandiye û vê lêgerînê berê wî daye Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku bi fikra Rêber Apo hatiye avakirin.

Heval Erhan di sala 2000’î de dest bi xebatên ciwanên şoreşger kiriye û pênc salan ji ciwanan re pêşengtî kiriye. Wî ev tişt têr nedîtiye û bi biryardarî û helwesteke mezin di sala 2005’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Dema ku ew tevlî nav refan bû, ciwanên Kurdistanê xwedî îddîaya tolhildana tecrîd û êrîşên li ser Apo bû. Heval Erhan bi ruhê seferberiyê wekî çalakvan û pêşeng tevlî çalakiya mertalên zindî bû û bi pêngava mertalên zindî tevlî nav refên gerîlayan bû. Piştî perwerdehiya şervanên nû çalakiya heval Viyan Soran bandor lê kiriye û gihiştiye wê biryardariyê ku bibe fedaiyê xeta Apoyî. Li ser vî esasî tevlî rêxistina Hêzên Taybet bûye û meşa şoreşê li ser xeta fedaîtiyê domandiye. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de her dem bala xwe daye ser vî tiştî ku ew xwe pêş bixe û bi profesyonelî derban li dijmin bixe û xwestiye di taktîkên leşkerî de bibe pispor. Li her qada ku ew çûye wir, bi rêhevaltiya xwe ya Apoyî şopên kûr hiştiye. Wî her dem xwe perwerde kiriye û wekî derwêşan jiyaye û hewl daye wateya rastîn a fedaîtiyê bi dest bixe. Di sala 2014’an de bi ruh û biryardariyeke mezin ji bo bidestxistina serfiraziyên xurt berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û Qada Navîn.  Li qada Amedê bi keda xwe ya li ser esasê bîra azadiyê û fedaîtiyê di têkoşîna me ya azadiyê de pêşengiya serfiraziyên nayê jibîrkirin, bi cih aniye. Wî bi feraseta peywir û berpirsyariyê xeta Apoyî parastiye. Ew bi tarza xwe ya afirîner û livdar bi hemû hevalên xwe re têkilî daniye û bûye çavkaniya moral. Di warê şikandina kesayetiya kevnar a mêrantiyê de û li ser esasê îdeolojîk bi jinên azad re hevaltiyeke rast bike, wî astên girîng bi dest xistiye. Li eyaleta Amedê berpirsyariyên ku dîrokê daye wî û peywira xwe ya pêşengtiyê wekî fermandarekî fedaî bi serkeftî bi cih aniye. Hevalê me Erhan di 19’ê Tîrmeha 2019’an de tevî heval Nûman û Delîl şehîd bûye.

DELÎL SÎPAN

Heval Delîl li bajarê Mûşê ji dayik bûye û di nav çanda civakî û welatparêziya qedîm a Serhedê mezin bûye. Malbata wî ya kedkar heval Delîl wekî ciwanekî saf, paqij û xwedî karakterekî xurt mezin kiriye. Wî rewşa gelê Kurd dîtiye û hay ji nasnameya xwe çêbûye. Wî zanîngeh qezenc kiriye û heta pola çaran bi awayekî serkeftî xwendiye. Bi xwendinê re wî bêtir lêkolîn kiriye û têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd nas kiriye. Wî dîtiya ku xwendina li dibistanên dewletê tiştekî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd zêde nake, wî dev ji xwendinê berdaye û tevlî nav xebatên şoreşgeriyê bûye. Heval Delîl di Newroza 2014’an de tevlî nav refên PKK’ê bûye. Dema ku dewleta Tirk a qirker di sala 201’an de êrîş kir, ew jî tevlî berxwedanê bûye û di warê leşkerî de xwe bi pêş xistiye. Li eyaleta Amedê li gelek qadan têkoşîn meşandiye û bi kesayetiya xwe ya moral rengê xwe daye her qada ku çûye wir. Bi helwesta xwe ya bilind û bêdudilî tevlî nav gelek çalakiyan bûye û bi tecrubeyên xwe bûye fermandarekî ciwan. Wî her ku fikr, tarz û tempoya Apoyî bi dest xistiye, fêm kiriye ku wê serkeftinên mezin bi dest bixe û wî xwe her dem perwerde kiriye. Ew ji bo gelê me û tevgera me wê bibûya fermandarekî pêşerojê û peywirên xwe yên pêşengtiyê bi serkeftî bi cih aniye. Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de tevî heval Nûman û Erhan li Qada Şehîd Serxwebûn a Licêya Amedê şehîd bû.”