HPG’ê detayên bilançoya şer eşkere kir

HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla lidar xistine û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek berfireh da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li Amed, Şirnex û Zapê derbên giran li leşkerên artêşa Tirk xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

LI HERÊMA ZAPÊ ÇALAKIYÊN BERFIREH: 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk a 16’ê Hezîranê ku li herêma Zapê ya Herêmên Parstinê ya Medyayê dabû destpêkirin û şerê bi operasyonê re destpê kirî jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

22’yê Hezîranê saet 14:30’an hêzên me li derdorî Girê Koordîne yê li ser xeta sînorê Çelê yekîneyekî artêşa Tirk kirin hedef. Di encama lêxistina xurt a hêzên me ya li vê derê de 3 leşker hatin kuştin.

Dîsa hêzên me 23’yê Hezîranê saet 04:00’an, li dijî leşkerên Tirk ên li girekî nêzî Girê Koordîne bi cih bibûn, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin de çeperek hate rûxandin, 6 leşker hatin kuştin. Di heman demê de li Girê Gijnê jî li leşkeran hate xistin, lê di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

Dîsa heman rojê saet 09:00’an, hêzên me li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr a bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

 LI ŞEMZÎNAN ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de, li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Çeta yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

LI SÊRTÊ LI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ HATIN XISTIN, 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

21’ê Hezîranê hêzên me li Herêma Garis a Sêrtê yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk xistine kontrolê. Hêzên me yên ku demekê ev yekîne şopandin li qontara Dihê ya Kevin di saet 22:00’an de kirin hedef. Di encama lêxistina ji nêz ve, 7 leşker hatin kuştin, wesayîtekî sivîl a aîdî yekîneya veşartî jî hate rûxandin. Artêşa Tirk a ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskî ji qadê rakirin, bi helîkopterên Kobra herêma çalakiyê û derdorî wê bomberdûman kir. Di çalakiyê de gerîlayekî me bi ruhê fedayî şer kir û gihiştiye şehadetê.

LI ŞIRNEXÊ SÎXÛREK HATE CEZAKIRIN

16’ê Hezîranê saet 15:00’an, hêzên me kesê bi navê Mehemt Beldek ên di bin navê şivantiyê de li Gundê Kayakam ê Şirnexê xebatên sîxûriyê dike û cihên gerîlayan diyar dike û destê wî di şehîdxistina gerîlayên me de heye, hatiye cezakirin.

LI QILABANÊ 10 KONTRA HATINE KUŞTIN

19’ê Hezîranê saet 15:00’an, artêşa Tirk li derdorî gundên Şirif, Mijîn û Hilal ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me bi lez di heman rojê de saet 15:10’an yekîneya operasyonê kirine hedef. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin kontrayek hate kuştin.

Dîsa heman rojê hêzên me li nêzî Gundê Mijîn li dijî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa TC’ê nehate zelalkirin.

Hêzên me heman rojê saet 19:45’an, li derdorî Gundê Hilal, wesayîtekî ku kontra li nav bû kirin hedef. Di encama lêxistina ji nêzîk ve ya gerîlayan de, wesayît bi temamî hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 10 kontra hatin kuştin.

Artêşa Tirk a ku piştî derbên giran xwarin û şûnde, neçar maye ku operasyonê paşve vekişîne, li herêmê yekîneyên veşartî bi cih kirine.

LI CÛDIYÊ ÇALAKÎ

20’ê Hezîranê hêzên me li qonta Gazikê ya li nêzî Gundê Bilika ya Çiyayê Cûdî a Şirnexê, li dijî yekîneyekî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa TC’ê nehate zelalkirin.

LI LICE-AMEDÊ HERÎ KÊM 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

18’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker operasyona ku li navçeya Licê ya Amedê dabû destpêkirin jî dewam dike

18’ê Hezîranê saet 14:30’an, hêzên me li devera Şehîd Navdar yekîneyekî ya operasyonê kirine hedef. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

19’ê Hezîranê saet 02:20’an, hêzên me li devera Şehîd Navdar cara duyemîn ev yekîne kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin.

Hêzên me, 20’ê Hêzên me li devera Şehîd Navdar yekîneya veşartî ya artêşa Tirk xistin di bin konrola xwe de. Leşkerên ku demekê xistin di bin kontrolê de saet 06:20’an, ji nêz ve lêxistin. Di encama lêxistina xurt de 2 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

21’ê Hezîranê saet 08:20’an, hêzên me yên ku li devera Şehîd Navdar rastî hêzên dijmin hatin, li vir şer rû da. Di şerê li vir de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

LI DEVERA ŞEHÎD KENDAL 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk 15’ Hezîranê li herêmên Şehîd Kawa, Şehîd Kendal û Şehîd Navdar yekîneyên veşartî bi cih kirin. Roja piştî wê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker li qadê danîne û dest bi operasyonê kirine.

Hêzên me, 16’ê Hezîranê saet 09:00’an li dijî leşkerên peya û wesayîta zirxî ya ku yekîneyên operasyonê li nav bû li nêzî gundê Bêndera çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

17’ê Hezîranê hêzên me li nêzî Gundê Cêlik ê Licê helîkopterekî Skorsky a artêşa Tirk kirin hedef. Di encama lêxistinê de helîkoptera ku derb lêket, neçar ma ji herêmê bireve.

18’ê Hezîranê artêşa Tirik zext avêtin ser Gundê Metûr a Licê. Di serdegirtinê de artêşa Tirk welatiyê bi navê Osman Yalaûz ê li nav baxçe bû kirin hedef. Welatiyê ku giran birîndar bû ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin. Dîsa yekîneyên dijmin welatiyê bi navê Mesût Yalavûz jî binçav kirin û bi hovane êşkence kiriye. Operasyon 21’ê Hezîranê paşve vekişiyaye.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA RÊ KONTROLKIRINÊ

22’yê Hezîranê hêzên me li navbera Erzîngan û Dersimê, çalakiya kontrolkirina rê kirine. Di çalakiyê de gerîla bi gel re civiyane, 2 wesayîtên li gel artêşa Tirk kar dikin jî şewitandine.

20’ê Hezîranê artêşa Tirk li qontara Hozik a Dersimê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon 21’ê Hezîranê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

21’ê Hezîranê saet 13:14’an, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Çemço ya Herêma Zapê ya Herêmên Parstinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.