Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoaya şerê 2016’an ragihand. HPG’ê diyar kir ku ew weke Hêzên Parastina Gel li dijî êrîşên mêtingeriyê yên bi plana qirkirin û bi temamî tinekirinê, şerê berxwedanam mezin kirine. HPG’ê diyar kir şerê ku mehên pêşî geş bûyî bi demê re gur bûye û li Amed, Botan, Dêrsim, Serhat û Amanosan berbelav bûye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’ Di vê şerê mezin ê berxwedanê de hêzên dewleta Tirk windahiyên xwe herî pir di şerê 2016’an de dane. Operasyonên ku bi hezaran leşker û çekên giran ên ku bi teknîka pêşketî bi rê ve dibirin, ji ber sedema windahiyên giran ku didan, neçar hatine hiştin ku piştî demeke kurt vekişin. Bi vî awayî di şerê gerîla de ku bi awayekî profesyonel tê birêvebirin, hêzên dijmên serneketî kirine.
2016’an, di şerê berxwedanê de bi sedan hevrêyên me yên gerîla yên wekî Azad Sîser, Devrîm Amed lehengiyên destanî ava kirine û di xeta fedaî a Apoyî de têkoşiyane. Em hemû hevrêyên xwe yên ku ji bo parastina nirxên gelê me afirandî biparêze şehîd bûyin û hemû welatparêzên ku jiyana xwe ji dest dayin bi hurmet û bi minet bi bîr tînin, em encamên bi kitekitî ê şerê 2016’an bi gelê xwe re û raya giştî re par ve dikin.’’
BÎLANÇOYA ŞER
Bîlançoya şer a 2016’an a HPG’ê wiha ye:
Êrîş û operasyonên ku dewleta Tirk pêk anîn;
Operasyonên Bejahiyê : 323
Êrîşên bi balafirên şer : 406
Êrîşên Helîkoptêrên Kobra : 88
Êrîşên hawan, obus, tang û topan : 493
Li dijî êrîş û operasyonan çalakiyên hêzên me yên gerîla;
Çalakî û şer : 1150 (160 jê çalakî ne)
Dijminên ku hatin kuştin (polîs, leşker) : 3404 (38 jê bi rutbe )
Hijmara dijmin ê birîndarbûyî : 1334
Wesayitên zirxî yên ku hatine rûxandin : 166 (Ji van 8 jê tang in)
Wesayitên zirxî yên ku derb xwarin : 48
Helîkoptêr û balafirên şer ên ku hatine tinekirin : 4 (1 jê Balafira Şer a F-16 e)
Helîkoptêrên ku derb xwarin : 25 ( 14 jê Skorsky, 11 jê Helikoptêrên Kobra)
Çalakiyên ku encamên wan diyar nebûyin : 286
Gerîlayên me yên ku şehîd bûyin : 585 (13 gerîlayên me di şerê berxwedana Şengalê de şehîd bûne )
Gerîlayên me yên dîlgirtî : 14