HPG'ê bîlançoya şerê 2 salan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya şerê 2 salan ê navbera 24'ê Tîrmeha 2015 û 24'ê Tîrmeha 2017'an eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de, li ser şerê 2 salên dawî agahiyên berfireh hatin dayin. Li gorî vê yekê 6353 leşkerên Tirk hatine kuştin, ku 72 ji van payebilind in. Di şer de 1116 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan, operasyon û balafir û helîkopterên şer ên hatin xistin agahî hatin dayin.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya şerê 2 salan wiha ye:

Ligel ku Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê di nav şertên dijwar û tecrîdeke giran de ye, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji bo ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di nav aştiyê de bijîn, di deklarasyona dîrokî ya ku di Newroza 2013’an de hatibû xwendin, ji raya giştî re hat eşkerekirin. Piştî nîqaşên nêzî du salan di Sibata 2015’an de bi mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk dihat, çarçoveyeke giştî pêk hatibû.

Ligel van pêşveçûnan dewleta Tirk bi taktîka şerê taybet bi eglekirin û hewldanên xwe yên provakatîf diyar kir ku amadekariya şerekî giran dike. Ev şer jî ji pratîkên wê tê fêmkirin.

Erdogan bi MHP’ê re tifaqek çêkir û xeyalên xwe yên dîktatoriyê bi têkbirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd girêda û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li hemberî baregehên gerîlayan ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî pêk anî. Polîtîkaya xwe ya qirkirinê di Nîsana 2015’an de bi îzolasyona giran û îşkenceye psîkolojîk a li hemberî Rêbertiya diyar kiriye û tifaqa AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li hemberî gelê me diyar kir.

Wekî ku di Plana Rûxandinê ya wan de jî tê dîtin, tifaqa AKP-MHP’ê ji bo îmhakirina tevgera me ya azadiyê, teslîmgirtina gelê me û Rêbertiya me bêbandor bike, di êrîşên xwe yên 2 salan de rastî berxwedana mezin a gel û gerîlayên me hatiye û tu encam bi dest nexistiye. Rastî berxwedana gelê Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hatiye ya ku Xweseriya xwe ya Demokratîk îlan kiribûn û piştre jî rastî berxwedana mezin a YPS’ê hatin. Pê re jî plana wan a rûxandinê bi berxwedana bajaran rûxiyaye. Di heman demê de gerîlayên me bi giyanê fedaî li bajar û bejahiyan berxwedaneke bi heybet derxistine holê û gerîlayên me diyar kirine ku gerîla têk naçe.

Di heman demê de tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî Şoreşa Rojava di warê siyasî û dîplomasiyê de jî têk çûne û planên wan ên li Başûrê Kurdistanê jî negihiştiya armanca xwe. Dewleta Tirk a mêtinger li hemberî kevir, çiya û gundên Kurdistanê hêrsa xwe bi bombeyan diyar kiriye.  Pê re jî rastî ji civaka Tirkan û raya giştî ya cîhanê veşartine û bi reqemên mezin xwestine nîşan bidin ku hêzên wan çiqasî serkeftî ne. Lê rastî berevajî vî tiştî ye, van êrîşên AKP-MHP’ê bêencam mane. Berxwedana gerîlayan a li hemberî feraseta faşîst a tifaqa AKP-MHP’ê diyar kiriye ku tevgera me ne bi tenê ji bo azadiya Kurdistanê  di heman demê de hêzeke bingehîn a têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye jî. Li hemberî vê pêla faşîst, serkeftina berxwedana gerîlayan diyar dike ku wê li Tirkiyeyê rêya demokrasî û azadiyê vebe.

BERXWEDANA BI RENGEKÎ FEDAYÎ

Ev têkoşîn bi dayina berdêlên giran tê meşandin. Ewladên gelê me bi rengekî fedayî canê xwe feda kirin û pêşî li êrîşên faşîzan girtin. Bi vî rengî bingeha meşa xurt a ber bi paşeroja azad ve, hate danîn. Asta ku têkoşîna me li ser vê bingehê îro gihîştiye, pêvajoyeke dîrokî ye, ku şert û mercên serxistina vê meşa azadiyê hatine afirandin.

Em hemû şehîdên xwe yên leheng, ku bi berxwedana xwe ya destanî ev pêvajoya dîrokî afirandin û derfetên serketinê dane me, bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe careke din dubare dikin ku wê di têkoşîna me ya ji bo azadiya Kurdistanê û Rêber Apo de her tim bijîn.

BÎLANÇOYA ŞERÊ 2 SALAN

Ev berxwedana 2 salan a hêzên HPG'ê, di dîroka têkoşîna me de qonaxeke berfireh a berxwedanê ye. Ji bo me wezîfeyeke şoreşgerî ye ku bîlançoya van du salên berxwedanê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin. Li ser vê bingehê, bîlançoya şerê 2 salan ê navbera 24'ê Tîrmeha 2015'an û 23'ê Tîrmeha 2017'an wiha ye: