HPG'ê Şehîd Çekdar Anter bi bîr anî

HPG'ê nasnameya gerîla Çekdar Anter ê 7'ê Kanûna 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û diyar kir ku wê ala wî heta serketinê her li ba bidin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta gerîlayekî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "7'ê Kanûna 2018'an, hevalê me Çekdar Anter dema hewl dida ji Çemê Şehîd Bêrîtan a li Herêmên Parastinê yê Medyayê derbas bibe, li ber ava şid ket û şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Çekdar Anter
Nav paşnav: Yilmaz Yalçin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Zekiye-Kose
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2018'an / Xakurkê

Di dewama daxuyaniyê de li ser şehîd Çekdar wiha hate gotin, "Hevrê Çekdar sala 1978'an li Mêrdînê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di emrê xwe yê ciwantiyê de zilma ku mêtingerî li gelê Kurd dike dît û xwe li vê ranegirt. Fêhm kir ku bi têkoşîneke xurt mêtingerî dikare bê têkbirin û bi vê armancê sala 1997'an li metropolên Tirkiyeyê tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de her tim bi kesaiyetiya xwe ya pak û edakar derket pêş û bi her wezîfeyê rabû. Hevrê Çekdar di heman demê de bi nêzîkatiya xwe ya li nirxên partiyê û rêxistinî, li her devera lê bû ji bo civaka hevalên xwe bû cihê baweriyê. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Serhedê û Botanê gerîlatî kir û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Herî dawî li Xakurkê bi erka xwe radibû, dema hewl dida ji Çemê Şehîd Bêrîtan derbas bibe li ber avê ket û şehîd bû.

Ji ber şehadetê em sersaxiyê ji malbata Yalçin a hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Bi navê hevrêyên wî em soz didin ku ala hevalê me Çekdar ji me re hiştiye bigihînin serketinê."