HPG'ê 8 gerîlayên li Garzanê şehîd bûn bibîr anî
HPG'ê ragihand, roja 6'ê Nîsanê di operasyona berfireh a artêşa Tirk a dagirker de, ku bi gelek leşker û kontra li herêmên Oranis û Kintvan ên navçeya Tetwan a Bedlîsê meşand, 8 gerîla şehîd bûne.
HPG'ê ragihand, roja 6'ê Nîsanê di operasyona berfireh a artêşa Tirk a dagirker de, ku bi gelek leşker û kontra li herêmên Oranis û Kintvan ên navçeya Tetwan a Bedlîsê meşand, 8 gerîla şehîd bûne.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de, ku li ser malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin, ev agahî hatin dayin:
"Roja 6'ê Nîsanê, di operasyona berfireh a artêşa TC a dagirker de, ku bi gelek leşker û kontra li herêmên Oranis û Kintvan ên navçeya Tetwan a Bedlîsê meşand, 8 hevrêyên me bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn.
Li dijî operasyonên artêşa Tirk a bi gotina 'em ê PKK'ê biqedînin' bi rengekî faşîst êrîş dike, hêzên me yên gerîla ji zivistanê û vir ve bi xurtî li ber xwe didin. Mîna li hemû eyalet û herêman, li Garzanê jî bersiva pêwîst ji dijmin re hatiye dayin. Fedayiyên me, ji bo gelê me karibe ji siberojên azad bi hêvî be, ji bo Kurdistana xweser û demokratîk xwe ti carî ji dayina berdêlan venegirtine. Di encama vî şerê berxwedana mezin a fedayiyên me de, daxwaza dijmin careke din di ber de hatiye hiştin. Ev hevrêyên me ku di şer û operasyonên meha Nîsanê de şehîd bûn, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û di encama şer de şehîd ketin. Hevrêyên me yên gihîştin asta şehadetê, wezîfeyên dilsoziya bi bîranîna wan û biserxistina têkoşîna wan ji me re hiştine.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Berxwedan Demhat |
Nasnav: Çekdar Zîlan |
Nasnav: Gever Erdem |
Nasnav: Mervan Sîser |
Nasnav: Sefkan Bedlîs |
Nasnav: Simko Tolosan |
Nasnav: Sîpan Akçira |
Nasnav: Tûfan Zevkan |