HPG'ê 5 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê 10'ê Gulanê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn."

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya 1'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 9'ê Gulanê li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kiriye û 10 Gulanê di şer de 5 hevalên me şehîd bûne. Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalên me yên gihîştin şehadetê:

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/dogan_celal_small.jpg

Nasnav: Dogan Serhat
Nav paşnav: Celal Kaya
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Makbule - Muslum
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/baran_haydar_small.jpg

Nasnav: Baran Mûnzûr
Nav paşnav: Haydar Gul
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Hatûn – Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/maskeli_foto.jpg

Nasnav: Botan Agir
Nav paşnav: Nevaf Kortak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hatîce – Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/canfeda_vedat_small.jpg

Nasnav: Canfeda Cesur
Nav paşnav: Vedat Çeken
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rihan – Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim

 

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/maskeli_foto.jpg

Nasnav: Rohat Pîro
Nav paşnav: Hidir Gok
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Taybet – Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Gulana 2019'an / Dersim                                              

 



 

Heval Dogan di sala 1977’an de li Agiriyê ji dayîk bûye. Rêheval Dogan ji bo lêgerîna jiyana azad dev ji zanîngehê berdaye û di sala 1998’an de tevlî nav partiyê bûye. Ji roja ku tevlî nav partiyê bûye, xwe bi îdeolojiya Rêber Apo birêxistinkir kiriye û bûye îfadeya şênber a milîtanbûnê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar her dem di nav pratîkê de cih girtiye.

Li Dêrsim, Qoçgirî û Behra Reş di şertên dijwar de têkoşiyaye û bûye fermandarekî pêşeng. Rêheval Dogan bi bedewbûna dilê xwe jiyan bi qîmet kiriye. Girêdayîna wî ya bi Rêbertî re, her dem berê wî daye pratîkên dijwar. Rêheval Dogan her dem li hemberî Rêbertî, partî û gel xwerexneya xwe daye. Wekî yek ji hevalê me yê berxwedêr bûye fermandarekî fedaî.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLAYAN BÛN

Rêhevalên me Baran Mûnzûr, Botan Agir, Canfeda Cesûr û Rohat Pîro li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk tevlî nav refên gerîlayan bûne. Her hevalekî me bi pratîka xwe ya gerîlatiyê bi awayekî kedkar, fedakara û cesûr tevlî nav têkoşînê bûne. Rêhevalên me bi dîsîplîneke mezin, peywirên xwe bi cih anîne. Rêhevalên me yên ku di her şertî de girêdayî Rêbertî, şehîd û gelê me bûne, li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Dêrsimê heta nefesa xwe ya dawîn bûne xwediyên helwesta fedaîyane.

Malbatên rêhevalên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku, em ê alaya şoreşê ya ku rêhevalên me emanetî me kirine, hildin asîmanan û bi agirê tolhildanê em ê bimeşin.”