HPG'ê 4 şehîdên Şemzînanê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir ên ku di 30’ê Hezîranê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir ên ku di 30’ê Hezîranê de di navbera gundên Tûyê û Pola de yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de şehîd bûbûn.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 24'ê Hezîranê li herêma navbera gundên Tuyê û Pola yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer derketiye û di encama şer de 4 hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

ANDOK HIŞYAR

Hevrêyê me Andok Hişyar sala 1993'an li Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiyê de zilm û zordariya dijmin ji nêz ve dît û kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd tên kirin bûn sedem, ku hevrê Andok li vê yekê bipirse, kûr bibe. Hevrê Andok fêhm kir ku yekane rêya li dijî faşîzma li hemberî gelê Kurd tê kirin têkoşîna PKK'ê ye û sala 2014'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi perwerdeyan xwe kir milîtanekî şareza û pêşketin her tim ji bo xwe esas dît. Bi qasî ku xwe bi pêş ve dibir her wiha hewl dida hevrêyên xwe jî bi pêş ve bibe. Hevrê Andok têgihiştî ku serketin bi ked û fedakariyê dibe û li her qada lê ma her tim bi mîsyona pêşengiyê tevgeriya.

Nasnav: Andok Hişyar

Nav paşnav: Mehmet Reşat Yazici

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Salîha-Koroglû

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2019'an / Şemzînan

MÎRZA GERMÎYAN

Hevrêyê me Mîrza Germiyanî sala 1996'an li Başûrê Kurdistanê li herêma Germiyanê ku bi berxwedêrî û şervaniya xwe tê naskirin ji dayik bû. Hevrê Mîrza kete bin bandora şerê PKK'ê yê li dijî DAÎŞ'ê û felsefeya mîmarê vê tevgerê Rêber Apo nas kir. Hevrê Mîrza tevger lêkolîn kir, xwend û ji bo azadiya Kurdistanê sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Mîrza ku çanda civaka xwe xweş dijiya, xwe bi perwerdeyên exlaqî û polîtîk ên PKK'ê şareza kir. Bi sekna xwe ya sade ya li nava jiyanê, ji hevrêyên xwe re bû moral. Hevrê Mîrza li dijî artêşa TC a faşîst ku Kurdistan dagir kiriye bi rola pêşengiyê têkoşiya û dagirkeriya dewleta TC a li Başûrê Kurdistanê ti carî qebûl nekir. Li dijî vê yekê têkoşiya, gihîşt asta şehadetê û bû milîtanekî mînak, ku ruhê berxwedanê yê serdemê nîşan dide.

Nasnav: Mîrza Germiyan

Nav paşnav: Piştivan Fetîh

Cihê jidayikbûnê: Germiyan

Dayik-Bav: Afdah-Fetîh

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2019'an / Şemzînan

ROZA TÊKOŞÎN

Hevrê Roza Têkoşîna sala 1997'an li Amedê ji dayik bû û tevî zextên dijmin jî nirxên xwe parast. Di temenê xwe yê ciwantiyê de li dijî kiryarên faşîzan ên dewleta TC ên li dijî gelê me sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û dest bi têkoşîneke çalak kir. Bi daxwazeke mezin wezîfe û berpirsyariyên xwe pêk anî, di şerê dijî desthilatdariya AKP-MHP a faşîst qirker re bû yek ji hevalên me ku li refên pêş têkoşiya.

Nasnav: Roza Têkoşîn

Nav paşnav: Rojbîn Arcagok

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Saadet-Mehmet Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2019'an / Şemzînan

SEMA ARÎN

Hevrêya me Sema Arîn sala 1995'an li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava derdoreke welatparêz de ji dayik bû. Di temenekî ciwantî de rastiya dijmin nas kir û li dijî şerê qirkirinê yê dewleta TC tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya destpêkê ve bi coş û kelecan tevlî bû. Bi sekna xwe ya cewherî û dilnizm li her qadê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Wezîfeyên jê re hatin dayin bi rengê herî baş pêk anî. Ji bo dawî li dagirkeriya dijmin a li Kurdistanê bîne heta kêliya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir bû.

Nasnav: Sema Arîn

Nav paşnav: Marya Mîrayîmîlan

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Ferîde-Adil

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Hezîrana 2019'an / Şemzînan

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok, Mîrza, Roza û Sema ku derbên giran li dijmin dan, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê siberojên azad biafirînin ku xewn û xeyala şehîdên me bûn.”