BI DÎMEN

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 4 gerîlayên ku 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê  gerîlayên şehîd bûne, ev agahî parve kirin:

Di êrîşên ku piştî çalakiyên bi bandor ên di 11'ê Tebaxa 2018'an de li herêma Avaşîn li dijî artêşa Tirk hat pêkanîn de, fermandarê me yê hêja hevrê Egîd Zaza û hevrêyên bi wî re Agir, Serhed û Xeyrî gihîştin şehadetê.

Hevrêyê me Egîd Zaza ku di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi tempoyeke bênavber têkoşiya, bi sekna xwe ya zelal a di xeta Rêbertî de, bi îradeya xwe ya xurt û girêdana wî ya bi azadiyê re, cihê xwe di dîroka me ya berxwedanê de girt. Hevrêyê me yê ku li gelek qadan li çiyayên Kurdistanê heta zindanên dijmin têkoşiya, li hemû qadên ku lê bû, bû parêzvanê xeta berxwedanê ya Apoyî. Hevrêyê me Egîd ku her kêliya xwe bi xebat, hilberîn û avakirina nirxên nû derbas kir, ji bo ku layiqî Rêber Apo be kedek mezin daye û bi van taybetmendiyan bûye milîtanek ku hevrêyên wî ew mînak bigirin. Hevrêyê me Egîd ku bi kesayeta xwe ya çalak hemû astengiyên dijmin derbas kir û ji zindanên dijmin reviya û xwe gihand çiyayên Kurdistanê, bû fermandarekî pêşeng û li ser şopa Kemal Pîr bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya. Hevrê Egîd ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de serketineke mezin bi dest xist, weke yek ji lehengên nayên jibîrkirin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê navê xwe li dîrokê nivîsand. 

Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî jî ji kêliya ku tevlî nava refên têkoşînê bûn heta gihîştin şehadetê, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêdudilî bûn ciwanên Kurd ên bi rûmet ku felsefeya Apoyî naskirin û kirin bingeha jiyana xwe. Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî ku weke ewladên leheng ên gelê me ku ji nava pergala qirkirinê xwe rizgarkirine û xwe fedayê têkoşîna azadiyê kirine û di her kêliya jiyana xwe de bi şêwaza xwe ya şer û jiyanê li gorî vê armancê tevgeriyan û tevlî karwanê şehîdên nemir bûne.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Egîd, Agir, Serhed û Xeyrî re dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînên ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kirine bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

 

Nasnav: Egîd Zaza

Nav û Paşnav: Osman Kiliç

Cihê jidayikbûnê: Çewlîk

Navê Dayik-Bav: Saîme-Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê:11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

Nasnav: Agir Umut Jîrkî

Nav û Paşnav: Îslam Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Burdur

Navê Dayik-Bav: Surme-Hadî

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

 

Nasnav: Serhed Partîzan

Nav û Paşnav: Abdurrahman Yaşa

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Zalîha-Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

Nasnav: Xeyrî Azad

Nav û Paşnav: Dogan Yuzguleç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Makbûle-Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

EGÎD ZAZA

Hevrêyê me Egîd li Çewlikê ku gelek şoreşgerên leheng jê derketine, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me ku bi çand û kevneşopiya civakî ya ji malbata xwe wergirtî mezin bû, çîrokên lehengên herêmê ên navdar ku tên naskirin jî guhdarî kir û ew di dilê xwe de neqişand. Hevrêyê me yê ku bi serhildêriya van lehengan bandor bû, di temenê xwe yê ciwantiyê de van lehengan ji xwe re mînak girt û xwest mîna wan li dijî neheqî, zilm û bêedaletiyê têbikoşe. Ev çîrokên lehengiyê hişt ku hevrêyê me Egîd rastiya dijmin baştir nas bike. Hevrêyê me ku ciwantiya wî bi serdemên herî germ ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re pêk hat, li aliyek berxwedana Xeyrî û Kemalan a li zindana Amedê li tevahiya Kurdistanê deng vedide bihîst, li aliyê din jî bû şahidê têkoşîna destanwarî ya gerîla ku ev berxwedan li çiyayên Kurdistanê bilind kir. Bê guman hevrêyê me Egîd ji ber ku xwedî cewhereke welatparêzî û şoreşgeriyê ye, di pêvajoyek wiha dîrokî de dikeve nava lêgerînê. Hevrê Egîd ku bi taybetî bi berxwedan û sekna hevrê Xeyrî Durmuş ku yek ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK'ê li Zindana Amedê bû bi bandor bû, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên me be, têkoşîn meşand. Ji bo vê jî hevrêyê me ku dest bi xebatê ciwanan kir; hewl da Rêber Apo û rastiya me ya têkoşînê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku dest bi xwendina analîzên Rêber Apo kir, girêdana xwe ya bi hestyarî ya bi têkoşîna azadiyê re veguherand girêdanek hişmend û weke ciwanên şoreşger berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku li dijî Rêber Apo pêk hat, bû sedem ku hêrsek mezin bi hevrêyê me Egîd re pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku ket ferqa dîlgirtina di şexsê Rêber Apo de li dijî hebûna tevahiya gelê Kurd pêk hatiye, li dijî vê yekê gihiştiye wê biryardariyê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me Egîd ê ku dema li Elmanyayê bû hemû derfetên jiyanê yên derewîn ên pergala kapîtalîst red kir, di sala 2003'yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Egîd di pêvajoya hewldana tasfiye û îxaneta hundir de tevlî nava refên gerîla bû, lê ev yek bandor li meşa wî ya mezin a azadiyê nekir. Ji ber ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê, bi hemû hebûna xwe re, xwe bi têkoşînê ve kilît kiribû. Ji bo bigihêje vê armancê jî ti tiştek li pêşiya xwe weke astengî nedît. Bi saya biryardariya wî ya tevlîbûna li nava gerîla û dilsoziya bi doza xwe re hevrê Egîd di demeke kurt de xwe ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve pêş xist. Hevrêyê me Egîd ê ku girêdayî rastiya Rêbertî, şehîd û gelê me bû, her tim pîvanên rast ên Apoyî esas girt û li ser vê bingehê tevlîbû. Di vê pêvajoyê de bû milîtanekî mînak ku bi karaktera xwe ya xurt, wêrek û jêhatî bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me ku hêj tenê du salên wî di nava refên gerîla de bi dawî bûbû, ji ber asta îdîa, biryardarî û dilsoziya bêsînor ya bi Rêber Apo re, xwest di zûtirîn demê de berê xwe bide Bakurê Kurdistanê û hesaba dîrokî ji dijmin bixwaze. Piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an ku li Bakurê Kurdistanê bi awayekî bi heybet hat destpêkirin, hevrêyê me Egîd dixwest cihê xwe di vê pêngavê de bigire û li ser vî esasî di sala 2005'an derbasî herêma Erzîromê bû. Di dema xwe ya li vir de li dijî dewleta Tirk a qirker di gelek çalakiyan de cih girt. Lê belê serkeftinên ku hevrêyê me di çalakiyên ku pêk hatine de bidest xistiye têr nedît. Ji ber ku me nekarîbû armanca wî ya herî mezin azadiya Rêber Apo pêk bianiya, gelekî şerm dikir. Hevrêyê me Egîd di her kêliya jiyana xwe de ji bo jiyîn û zindîhiştina Rêbertî, di nava hewldaneke mezin de bû. Diyar kiribû ku encax bi vî rengî dikare erkên xwe yên milîtanî bi cih bîne û layiqê Rêbertî be. Hevrêyê me Egîd ku bi jiyan, şer û hevrêtiya xwe ya xurt di nava 4 salan de li herêma Erzîromê bû xwedî pratîkeke serketî, bi ti awayî xwe têr nedît. Hevrêyê me ku rawestandinê weke xiyaneta li hemberî têkoşîn, hevrêyan û Rêbertiyê me dît, di her kêliya jiyana xwe de li nûbûnê geriya. Hevrêyê me Egîd ê ku her tim mezinkirina têkoşînê, nûbûnê ji bo xwe wek pîvan diyar kiribû, di çavên wî de tiştek ku nabe nebû. Hevrêyê me Egîd di sala 2009'an de tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê tevî komek hevrêyên xwe neket kampên zivistanê û li derve ji bo ku li dijî dijmin çalakî pêk bîne ma. Dema ku hedefek guncav ya dijmin nedît, tevî hevrêyên xwe derbasî Stenbolê bû û amadekariya çalakî li dijî dewleta Tirk a qirker kir. Hevrêyê me li vir ji aliyê dijmin ve dîl hat girtin, lê hevrêyê me bi heman biryardariyê têkoşîna xwe li zindanê jî berdewam kir.

Hevrêyê me Egîd di dema xwe ya girtîgehê de hem bi kevneşopiya me ya berxwedanê ya zindanê re helwesteke mînak nîşan da û hem jî ket nava lêgerîn û hewldanê ku di zûtirîn demê de xwe bigihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd tevî komek hevrêyên xwe bi çalakiyek xurt û dîrokî ku ji bo wê zekayekî nerm û girêdanek bêdawî ya ji bo dozê dixwaze, ji zindana Çewlîkê reviyan. Hevrêyê me Egîd ku ji zindaneke xwedî ewlekariya bilind a ku tedbîrên ewlekariyê di asteke bilind de bû, ji ber amadekariyên têrker ên li derve nebû, careke din ket destê dijmin. Piştre jî li zindana Amedê ku sembola berxwedana dîrokiye hat ragirtin. Lê belê hevrêyê me Egîd tiştê ku nabe kiribû û careke din tiştên ku dihat gotin nabe pêk anîbû. Ji ber vê serkeftinê êdî hêviya azadiyê zêdetir bû. Kêliyek jî hêviya xwe winda nekir û tevî komek hevrêyên xwe ji bo ku rêyek derketinê bibîne ket nava lêgerînan. Hevrêyê me, ji nû ve bi ruhekî bêhempa dest bi xebatê kiriye û di 5'ê Adara 2016'an de tevî hevrêyên xwe careke din ji zindana dijmin reviyan û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Dîsa îsbat kir ku hemû astengî û tedbîrên dijmin, nikare li pêşiya azweriya milîtaniya fedaî ya Apoyî ya azadiyê bibe asteng. 

Hevrêyê me yê ku ji nava çar dîwarên betonê xwe rizgar kir û xwe gihand warên azadiyê, êdî ji bo ku hemû nebesiyên di pratîkê de derketiye, dubare nebe kedek mezin raber kir. Hevrêyê me yê ku demeke kurt li Amedê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û xwe gihand Zagrosan. Mîna ku qet ji çiyê û gerîlatiyê veneqetiyabû, bi lez tevlî nava xebatên pratîkî bû û berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Hevrêyê me Egîd ku li Avaşînê bi erka fermandarê eniyê radibû, hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin di çalakiyên ku bi rêxistin kir de nîşan da. Hevrêyê me ne tenê çalakî bi rêxistinkirin, her wiha weke pêwîstiyek fermandariya Apoyî, bi xwe jî di her qonaxa hemû çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me Egîd ê ku zindanên dijmin jî nekarî wî rawestîne, dixwest serkeftinên nû li meşa xwe ya lehengiyê zêde bike û li ser vê bingehê di dema mayîna xwe ya li Avaşînê de bû xwedî pratîkeke serkeftî. Bîranînên ku nayên jibîrkirin bi hemû hevrêyên ku pê re mane û şer kiriye re ma. Hevrê Egîd ku hevrêyên xwe ji kûr ve hîs kir û di her kêliyê de ji bo pêşketina wan ked da, weke yek ji fermandarên hêja û mînak ên dîroka me ya têkoşînê cihê xwe di nava têkoşîna me ya azadiyê de girt. 

Hevrêyê me Egîd ku di çalakiya li herêma Avaşînê ya 11'ê Tebaxa 2018'an a li dijî dijmin de gihîşt şehadetê, wê bi dilsoziya bi Rêber Apo ya bêdawî re, israra xwe ya serkeftinê, biryardariya têkoşîna li dijî dijmin û bi rûkeniya li ser rûyê xwe wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û bibe meşaleyek ku rêya me ronî bike.

AGIR UMUT

Hevrêyê me Agir Umut li bajarê Tirkiye Burdurê weke zarokê malbateke ji eşîra Jîrkî ya welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û gelekî bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî bû, hevrêyê me Agir bi çanda xwe mezin bû. Mîna gelek malbatên me yên ji Botanê, malbata hevrêyê me Agir jî ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve partiya me PKK’ê nas dikir. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên ku dijmin ji bo gel û partiya me ji hev qutbike, hişyarbûn û xwedî helwest bûn. Bi baweriya ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê wê azadiya gelê me misoger bike malbata hêja ya hevrêyê me Agir, bi rîska her cure zext, êşkence û zilmê dilsoziya xwe ya bi gerîla û Tevgera me re domand. Li ser esasê vê dilsoziyê mamê hevrêyê me Agir destpêkê tevlî nava refên gerîla bû û di sala 1996'an de gihîşt şehadetê. Piştre jî birayê wî di sala 1999'an de ji bo bersivê bide Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me pêş ketî, tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Agir ê ku di temenekî biçûk de partiya me PKK’ê nas kir, ji şehadet û tevlîbûna endamên malbatê û xizmên xwe bandor bû û ji bo ku layiqê şehîdan û çanda şoreşgerî bibe kedek mezin da. Hevrêyê me Agir ê ku bi demê re hêj zêdetir têkoşîna azadiyê û partiya me PKK’ê nas kir, di sala 2007’an de piştî ku bavê wî hat şehîd kirin, li dijî dijmin bû xwedî hêrsek mezin. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand têkoşînek bi zanabûn û li ser vê bingehê lêgerîna xwe xurtir kir. Hevrêyê me Agir ê ku ji aliyek ji bo debara malbata xwe dixebitî û li aliyê din perwerdeya xwe ya zanîngehê didomand, weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranîna şehîdên me re têkoşîna xwe meşand. Hevrêyê me yê ku di pêvajoyên ku têkoşiyayî de derfet dît ku rûyê dijmin ê qirker hê zêdetir ji nêz ve nas bike, bi taybetî piştî dijmin destek da çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelê me yê Êzidî yên li Şengalê kir, biryar da ku bi awayekî çalaktir têkoşînê bide meşandin. Hevrêyê me Agir ê ku ket wê ferqê ku têkoşîna herî xurt tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e, li ser vê esasê ji bo tola gelê me yên li Şengalê hatine qetilkirin hilîne di sala 2015’an de derbasî Şengalê bû û tevlî nava gerîla bû.

Hevrêyê me Agir ku demeke kurt li herêma Şengalê ma, li vir ji têkoşîna gerîla ya ji bo parastina gelê me yê Êzidî gelekî bandor bû. Piştî ku rastiya gerîla ji nêz ve dît, girêdana wî ya ji bo têkoşînê xurtir bû. Hevrêyê me Agir ê ku dixwest di şert û mercên çiyê de dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî bike, di dawiya sala 2015'an de berê xwe da herêma Avaşînê. Her çendî beriya niha di şert û mercên çiyê de nemabû jî, bi saya hevrêyên xwe û jiyana komunal a gerîla di demeke kurt de adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bû.

Hevrêyê me yê ku destpêkê ji ber şert û mercên çiyayî hinek zehmetî jiya û bi îradeyeke mezin derbas kir, di pêvajoyên piştî wê de ji bo ku di jiyan û şêwaza gerîla de pispor bibe kedek mezin raber kir. Li ser vê bingehê ji bo ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi tempoyek mezin û bi awayekî profesyonelî têkoşîna azadiyê bimeşîne, beşdarî perwerdeya leşkerî ya li Akademiya Şehîd Mehmet Goyî bû. Hevrêyê me di vê pêvajoya perwerdeyê de eleqeyek mezin raber kir û di demeke kurt de bû şervanê azadiyê yê jêhatî û di taktîkên gerîla de pispor bû. Bi tevlîbûna xwe ya fedekar a li nava pêvajoya perwerdeyê û bi dildariya xwe ya ji bo pêşvebirina xwe re bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî ew mînak bigirin. Hevrêyê me yê ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de bi pêş xist, bi saya sekna xwe ya îdeolojîk li her qadê û di her erkê ku girtiye ser milên xwe de, bû parêzvanê bêhempa yê xeta milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Agir ê ku dixwest asta ku di aliyê îdeolojîk û leşkerî de bi dest xistiye, bi çalakiyên xwe yên li dijî dijmin nîşan bide, ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a qirker tevlî gelek çalakiyên ku li herêma Avaşînê hatine pêşxistin bû. Hevrêyê me Agir ku bi wêrekî, afirînerî û serketinên xwe yên di van çalakiyan de baweriya hevrêyên xwe bi dest xist, ji wê demê û pêve êdî bûbû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî dixwazin pê re biçin çalakiyê û têkoşînê bimeşînin. Hevrêyê me Agir ê ku bi vê taybetmendiya xwe bandor li hemû hevrêyên xwe kir, her tim xwe kêm didît û ji bo ku xwe di pîvanên milîtaniya Apoyî de kûr bike lêhûrbû. Hevrêyê me ku bi parvekirina lêhûrbûnên xwe ya li gel hevrêyên xwe re hişt ku ruhek hevpar derkeve holê, bandor li pêşketina hevrêyên xwe jî kir. Di vê wateyê de hevrêyê me Agir ku peywirên xwe yên milîtanî bi cih anî, ji bo ku hem xwe û hem jî hevrêyên xwe pêş bixe tim di nav hewldanan de bû û ked da.

Di sala 2018'an de ku yek ji salên ku êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê herî zêde giran bû, hevrêyê me Agir ji bo şikandina êrîşan, bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe dewam kir, li ser vê esasê di vê salê de li Avaşîn û hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me Agir ku di van çalakiyan de bi tempoya xwe ya bilind û tevlîbûna xwe ya bi biryar derbên giran li dijmin xist, di 11’ê Tebaxa 2018’an de li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap û Avaşînê tevî sê hevrêyên xwe bi awayekî fedaî şer kir û gihişt şehadetê.

SERHED PARTÎZAN

Hevrêyê me Serhed li Sûra Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Serhed ê ku lehengiya Amedê di kesayeta xwe de hildabû, bi çand û kevneşopiyên kevnar ên Kurdewarî mezin bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, di temenekî biçûk de partiya me PKK’ê nas kir û li herêmeke weke Amedê ku navenda têkoşîna me ye mezin bû. Hevrêyê me yê ku weke her zarokekî Kurd bi çîrokên lehengiya gerîla mezin bû, gerîla weke lehengê zarokatiya xwe pejirand. Hevrêyê me Serhed ê ku weke her Kurdekî zû rastiya dijmin nas kir, bi taybetî jî bû şahidê zilm, girtin, êşkence û komkujiyên dijmin li ser gelê me pêk tîne.

Hevrêyê me yê ku 11 salan li dibistanên dewleta Tirk dixwend, di vê pêvajoyê de bi pêkanînên asîmîlasyon û qirkirina dijmin re rû bi rû ma. Ji ber ku dijmin di her qadê jiyanê de polîtîkayên qirkirinê pêk dianî, ev yek ne tenê hêrsa hevrêyê me Serhed mezin kiriye, di heman demê de hişt ku li hemberî rastiya dijmin bibe xwedî helwest. Hevrêyê me pêşî ji dibistanên ku weke navenda qirkirinê ya dijmin tên pêk anîn derket û bi demê re beşdarî xebatên ciwanên welatparêz bû. Li aliyek weke ciwanekî Kurd ê welatparêz û şoreşger hewl dida erkên xwe yên li hember gelê me bi cih bîne, li aliyê din jî di gelek karên cuda de ji bo debara malbata xwe bike dixebitî.

Ji bo vê jî hevrêyê me rastiya kedê di temenê xwe yê ciwantiyê de naskiriye û pîroziya nirxên ku ked afirandî hêj di van pêvajoyan de derxistibû zanabûnê. Şoreşa Azadiyê ya ku li Rojava pêş ket, weke ku di tevahiya gelê me de di dilê hevrêyê me Serhed de jî coş û kelecanek mezin afirand. Êrîşên çeteyan ên li dijî şoreşa Rojava ku di encama berdêl û kedên mezin ên gelê me derketiye holê, hişt ku hêrsa hevrêyê me Serhed jî mezin bibe. Bi taybetî ku dewleta Tirk rê li ber çeteyên DAÎŞ'ê vekir û êrîşî destkeftiyên gelê me kir, bû sedem ku hevrêyê me Serhed hêrsa xwe li hemberî êrîşan veguherîne çalakiyê. Hevrêyê me Serhed ê ku ji serhildanên ku di 6 û 7'ê Cotmeha 2014'an li gelek deverên Bakurê Kurdistanê bi pêş ketin bandor bû, bawer kir ku hêza gel a rêxistinkirî di van serhildanan de bingeha şoreşê ye.

Israra gelê me ya ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku bi berdêlên mezin pêk hat, bû sedem ku hevrêyê me Serhed têkoşîna xwe geştir bike. Hevrêyê me ku difikire ancex bi tevlîbûna li nava refên gerîla re dikare layiqî vê sekna bi rûmet a gelê me be, li ser vê bingehê di sala 2015’an te biryar da û ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me demeke kurt li Bakurê Kurdistanê ma û  di vê pêvajoyê de gelekî ji gerîlayan tesîrdar bû. Têkiliyên hevrêyên me yên li Bakurê Kurdistanê ku di çarçoveya derfetên kêm de jî hevaltî û parvekirinên wan îspat dike ku biryara hevrêyê me Serhed gelekî di cih de ye. Hevrêyê me Serhed piştî demeke kurt li Bakurê Kurdistanê dimîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û tevlî perwerdeya asta akademîk dibe. Piştî perwerdeyê hevrêyê me jiyana gerîlayan baştir fêm dike û di çarçoveya kelecan û coşeke mezin de dijî. Hevrêyê me Serhed perwerdeya xwe bi serkeftî  diqedîne û xwe di qadên leşkerî, îdeolojî û jiyanê de gelekî pêş dixe û dibe gerîlayekî serkeftî û milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me Serhed piştî perwerdeya xwe li herêma Garê di xebatên pratîkê de cih digire û zanînên xwe yên  perwerdeyê pêk tîne û bi demê re tecrûbeyên xwe zêdetir dike. Zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û tevgera me, bûn sedem ku hevrêyê me Serhed têkoşîna xwe mezintir bike. Li gorî hevrêyê me bidestxistina encamên baş bi şerkirina herêmên ku lê şer dijwar e pêkan e û girêdayî vê yekê di sala 2016’an de derbasî herêma Avaşînê dibe.

Hevrêyê me Serhed tevlî operasyonên li herêma Avaşînê dibe û  bi beşdarbûna xwe ya fadaiyane re di demeke gelekî kurt de ji hevalên xwe re dibe milîtanekî mînak. Bi tevlîbûna xwe ya sade û rast û bi sekna xwe ya biisrar a di çalakiyan de tesîreke xurt li hemû  hevalên xwe dike. Hevrêyê me Serhed tu caran serkeftinên xwe yên di çalakiyên de têr nedît û tim hewl dida ku xwe  di qadên îdeolojî û leşkerî de pêş bixe. Hevrêyê me Serhed tim hewl da ku ji hêviyên hevalên xwe re bibe bersiv. Hevrêyê me Serhed ji bo fêhmkirina felsefeya jiyana azad a Rêbert Apo tim analîzên Rebertî  dixwend û  bi pêkanîna kûrahiyên xwe re îspat kir ku dikare bibe layiqî Rêber Apo û rastiya şehîdên me. Hevrêyê me Serhed tim dianî ziman ku  ew ji sekna gelê me ya li dijî êrîşên dijmin hêzê digire û ji bo dabînkirina azadiya gelê me, erka têkoşîneke  xurt girt li ser milê xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me Serhed li herêma Avaşînê bê navber li ber xwe da têkoşîna xwe mezintir kir û  wezîfeyên xwe yên serdemê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Di sala 2018’an de ku wan heyaman êrîşên dijmin gelekî zêde bûn, li gorî Hevalê me Serhed bi pêşxistina êrîşan ew êrîşên dijmin wê werin şikandin û di vê çarçoveyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin dibe. Hevrêyê me lê me  Serhed bi van çalakiyên xwe derbeke giran li qirkirin, polîtîka û êrîşên dijmin xist û biryardarî û têkneçûna milîtanên Apoyî careke din îspat kir. Hevrêyê me Serhed bi beşdarbûna xwe ya fedaiyane ya çalakiya 11’ê Tebaxa 2018’an ku derbên giran li dijmin hate xistin, ji hemû hevalên xwe re bû hêz û moraleke mezin û Hevrê Serhed wê tim di nava têkoşîna me de were bibîranîn û xeyalên wî wê bibin egera têkoşîna me.

XEYRÎ AZAD

Hevrêyê me Xeyrî li navçeya Westan a Wanê, di nava malbateke welatparêz de û girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî ji dayik dibe. Ji ber ku malbat û derdora Hevrêyê me Xeyrî welatparêz e, di temenê xwe yê biçûk de  Partiya me nas dike. Hevrêyê me Xeyrî ku ji mezinên xwe gelekî komkujî û zilma dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me dibihîze û ev yek dibe sedem ku hem rastiya dijmin bike û hem jî li hember vê rastiya dijmin hêrseke mezin li gel wî peyda bibe. Hevrêyê me Xeyrî ji têkoşîna fedaiyane ya gerîlayan ya li dijî dijmin gelekî tesîrdar dibe û ji ber vê yekê gerîlayan pîroz dibîne. Şehadetên ku di şerê dijwar de bandoreke mezin li hevrêyê me Xeyrî dike û ji bo ji van şehadetan re bibe bersiveke rast kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Xeyrî bi derdora xwe re tim eleqedar bû û  geşedanên li Kurdistanê tim dişopand. Hevrêyê me Xeyrî pêvajoya şoreşgerî ya Rojava ya ku di sala 2012’an de destpê dikeî dişopîne û  ji destkeftiyên gelê me yên li Rojava ji wî re dibe moraleke mezin. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, hêrsa hevrêyê me Xeyrî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker zêdetir dike. Weke ciwanekî welatparêz, şoreşger wî jî dizanî ku hewce ye gelê me têkoşîna xwe ya azadiyê  berfirehtir bike û girêdayî vê yekê li gorî hevrêyê me baştirîn rêya vê yekê dikare bi tevlîbûna refên gerîla pêk were. Girêdayî vê bingehê hevalê me Xeyrî di sala 2015’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û ji bajarê Wanê tevlî refên gerîla dibe. Piştî tevlî refên gerîla dibe û demeke kurt li herêma Wanê dimîne hevrêyê me derbasî herêma Heftanînê dibe. Hevalê me li vir perwerdeya şervanên nû dibîne û bi vê perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Tevlîbûna wî ya refên gerîla bi giranî bi hestiyar bû û di encama perwerdeyan de asta hişmendiya xwe jî gelekî pêş dixe. Hevrêyê me Xeyrî xwest ku di warê îdeolojî û leşkerî de xwe bi pêş bixe û erka xwe ya dîrokî bi cih bîne, girêdayî vê yekê bi dil can di xebatên pratîkî de cih girt. Hevrêyê me Xeyrî nêzîkî  du salan li herêma Heftanînê ma û  li vir di gelek qadan û lêkolînan de cih girt. Bi tevlîbûna bê hesab û bê dudilî û serkeftinên xwe re, hevalê me Xeyrî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Xeyrî dixwest ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv û hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin bi tevlîbûna çalakiyan ji dijmin re bibe bersiv û xwe di çarçoveya şerê gerîla de gelekî bi pêş xist. Hevrêyê me Xeyrî girêdayî vê yekê beşdarî perwerdeya leşkerî ya pêşketî dibe û bi pisporî bikaranîna gelek çekan fêr dibe û dibe gerîlayekî serkeftî yê azadiyê. Hevrêyê me Xeyrî piştî perwerdeyên ku dibîne di warê îdeolojîk û leşkerî de ve xwe ji bo şerekî dijwar amade dike û bi biryardariyeke mezin derbasî herêma Avaşînê dibe. Hevrêyê me Xeyrî li herêma Avaşînê beşdarî gelek çalakiyan dibe û  bi tevlîbûna xwe ya di van çalakiyan de dibe milîtanekî Apoyî û  ji hemû hevrêyên xwe re dibe milîtanekî mînak. Li Avaşînê ku du salan li wir ma, performansa xwe ya serkeftî ya di çalakiyan de di hemû kêliyên jiyanê de nîşan da. Hevrêyê me tu caran dîlgirtina fizîkî ya Rêber Apo qebûl nekir û  misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re kir tekane armanc û xeyal. Hevrêyê me Xeyrî  tevahiya têkoşîna xwe li ser vî xîmî ava kir û girêdayî vê yekê tim dixwest derbên giran li dijmin bixe. Hevrêyê me Xeyrî ku yek ji wan hevrêyên me ye ku di 11’ê Tebaxa 2018’an de di çalakiya li dijî dewleta Tirk a dagirker de di çeperên herî pêş de cih girt û ji bo serkeftina vê çalakiyê bi fedaiyane têkoşiya. Hevrêyê me Xeyrî di vê çalakiyê de ku derbeke giran li dijmin hate xistin û bi sekna xwe ya bi israr bû sedem ku di çalakiyê de encameke serkeftî were bidestxistin û heya nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe da û di şexsê xwe de têkneçûna milîtaniya Apoyî dubare nîşan da.