HPG’ê 4 gerîlayên jin ku li Cûdî şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên jin ku 10’ê Nîsana 2018’an di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûbûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê navê çar şervanên ku 10'ê Nîsana 2018'an li Cûdiyê ya Şirnexê di encama operasyona leşkerî ya artêşa Tirk de şehîd bûbûn ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em van hevrêyên xwe yên hêja, ku di nav têkoşîna partiyê de bi jiyana xwe ya dilnizm, helwesta xwe ya jidil û bi hêrsa xwe ya li bara dijmin, li ser zemîna îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe gihandine û mînakên berbiçav in bê ka divê jinên Kurd xwedî helwesteke çawa bin, careke dî bi bîr tînin. ''

Daxuyaniya berfireh a HPG'ê wiha ye:

''Bi têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya sala 2018'an a li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê, encamên girîng bi dest gelê me ketine. Bi vê têkoşîna bênavber de ne ku tenê derbên giran li mêtingeriyê hatine xistin, her wiha hemû planên êrîşê ku tinekirina gelê me dabûne ber xwe hatine pûçkirin. Bê şik û guman, di afirandina van encaman de yên xwedî para herî mezin, şehîdên me yên qehreman in ku ji bo siberoja azad a gelê me xwe feda kirine.

Em hevalên xwe yên şehîd Bêrîvan (Zehra Şukru), Rengîn (Rengîn Muhammed), Rûgeş (Jale Pîrnejat) û Viyan (Tugba Yildiz) ku 10'ê Nîsana 2018'an di operasyona artêşa TC'ê ya dagirker de ya li ser qada Cûdiyê ya Şirnexê, bi qehremanî şer kirin û rê nedane dijmin bi hurmet bi bîr tînin.

Nasnav: Berîvan Amed
Nav û Paşnav: Zehra Şukru
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Navê Dayik - Bav: Peyzade - Xelîl
Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

Berîvan – Zehra Şukru

Nasnav: Rengîn Rojava
Nav û Paşnav: Rengîn Muhammed Zedî
Cihê Jidayikbûnê: Hasekê
Navê Dayik - Bav: Sabah - Muhammed
Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

Rengîn – Rengîn Muhammed Zedî

Nasnav: Rûgeş Gabar
Nav û Paşnav: Jale Pîrnejat
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Navê Dayik - Bav: Nîsna - Reşît
Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

Rûgeş – Jale Pîrnejat

Nasnav:  Viyan Zîlan
Nav û Paşnav: Tûgba Yildiz
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Hacer - Suleyman
Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

Viyan – Tûgba Yildiz

Em li ber her çar hevrêyên xwe ku ji deverên cuda yên Kurdistanê hatin, li ser zemîna felsefeya Apogerî xwe perwerde kirin û di şerê azadiyê ya gelê Kurdistanê de mohra xwe li qehremaniyên mezin dane,  bejna xwe ditewînin. Em van hevrêyên xwe yên hêja, ku di nav têkoşîna partiyê de bi jiyana xwe dilnizm, helwesta xwe ya jidil û bi hêrsa xwe ya li bara dijmin, li ser zemîna îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe gihandine û mînakên berbiçav in bê ka divê jinên Kurd xwedî helwesteke çawa bin, careke dî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên me yên hêja de, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê,  em sond dixwin, li dijî her cure êrîşa faşîzmê em ê bibin şopdarên helwesta milîtanî ku serfiraziya berxwedanê geş dikin.''