HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê ji ber êrişên hewayî şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, ku wê têkoşîna ji bo 'Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad' bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ku 2 û 9'ê Tebaxê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, hevrêyên me Andok (Omer Demîr), Çekdar (Hakan Gok) û Gelhat (Mûhammed Ozdemîr) şehîd ketin. Hevrêyên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Andok Tatos

Nav paşnav: Omer Demîr

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Cemîle-Sahab

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Çekdar Tolhildan

Nav paşnav: Hakan Gok

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-Bav: Gul-Azîz

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2019'an / Heftanîn

Nasnav: Gelhat Botan

Nav paşnav: Mûhammed Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hizne-Saît

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tebaxa 2019'an / Heftanîn

Hevrêyê me Andok Tatos di sala 1996'an de li navçeya Tekman a Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di temenê biçûk de zîhniyeta dewletê ya ku Kurdan ji nedîtî ve tê nas kir û di demekê de ku li Kurdistanê şer giran bû di sala 2015'an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve di mijarên leşkerî, rêxistinî û jiyanî de hewl da xw eşareza bike û bi sekna xwe ya li nava jiyanê ji hevrêyên xwe re her tim bû mînak. Hevrê Andok ku bi girêdana xwe ya bi Rêber Apo û gelê Kurd dihate naskirin li herêma Heftanînê ku bi rengekî fedayî têkoşiya tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Çekdar Tolhildan di sala 1989'an de li navçeya Qamuşan a Qersê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrê Çekdar li devereke ji nirxên çandî yên Kurd û welatparêzî mezin bû, polîtîkayên qirker ên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd ti carî qebûl nekir û gihîşt wê biryardariyê ku divê li dijî van polîtîkayan têkoşîn bê kirin. Di vê çarçoveyê de di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û dest bi têkoşîna çalak kir. Bi kesayetiya xwe ya pqij û kedkar bandor li hevrêyên xwe kir û li her qada ku lê bû bi mîsyona pêşengiyê rabû. Bi rengekî cidî nêzî hemû wezîfeyên rêxistinê bû û wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk anî. Bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û îdeolojîk hevrêyên xwe perwerde kir û dema ku xwe şareza dikir perwerdekirina hevrêyên xwe jî weke wezîfeya xwe didît. Hevrê Çekdar her tim weke mînak dihate nîşandan. Li Heftanînê wezîfeyên xwe bi rengekî serketî pêk dianî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Gelhat Botan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku bi welatparêzî û çanda xurt a Kurdîtiyê tê naskirin ji dayik bû. Bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Êrişên dijmin ên li dijî gelê Kurd û nirxên Kurdan yek bi yek şahidî jê re kir. Gihîşt wê biryardariyê ku divê her ciwanekî Kurd li ber vê zilm û asîmîlasyonê rabin û têbikoşin. Ji bo parastina gel û nirxên Kurdîtiyê di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiya xwe ya ciwan û dînamîk di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bû gerîlayekî şareza. Hevrê Gelhat her tim hewl da xwe bi pêş ve bibe û bû şervanekî xurt ku kesayetiya xwe di mijarên leşkerî û îdeolojîk de ji nû ve ava bike. Bi nêzîkatiyên xwe yên fedakar û samîmî dihate naskirin û ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Lİ herêma Heftanînê wezîfeya xwe bi rengekî serketî pêk anî û dema bi wezîfeya xwe radibû ji ber êrişa dewleta TC a dagirker tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi ser bixînin û têkoşîna 'Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad' bi ser bixînin."