NÛ BÛ

HPG’ê 3 gerîlayên li Gabarê şehîd bûbûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got, "Ew bûn nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd de hatibû pêşxistin û bi Adil, Nûda, Gulbahar û Gelhatan dewam kiribû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di operasyona ku dijmin di 2’ê Kanûna 2022’an de li dijî herêma Gabarê daye destpêkirin de hevrêya me ya hêja Koçer ê ku fermandarê herêma Gabarê bû û hevrêyên me Fedakar Hêlîn û Egîd Nîzîp heta nefesa xwe ya dawîn di milîntatiya Apoyî de israr kirin û şehîd bûn. Ev hevrêyên  me yên hêja ku di nava lehengên berxwedana destanî ya li Botanê, dilê têkoşîna me ya gerîla de ne, bûne nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hatibû pêşxistin û bi Adil, Nûda, Gulbahar û Gelhatan berdewam kiriye.

Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Silav, Fedakar û Egîd, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatarêz re dixwazin

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

  Nasnav: Silav Koçer

  Nav û paşnav: Behiye Kaçar

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Xezal - Egîd

  Dîrok û cihê şehadetê: 2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

 

  Nasnav: Fedakar Hêlîn

  Nav û paşnav: Mazlûm Akman

  Cihê jidayikbûnê: Stenbol

  Navê dê û bav: Aynûr - Alaaddîn

  Dîrok û cihê şehadetê:  2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

 

  Nasnav: Egîd Nîzîp

  Nav û paşnav: Yakûp Demîr

  Cihê jidayikbûnê: Dîlok

  Navê dê û bav: Hatîce - Abûzer

  Dîrok û cihê şehadetê:  2’ê Kanûna 2022’an / Gabar

 

SILAV KOÇER

Bajarê Sêrtê ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye û gelê wê yê qedîm, cihê xwe di nav Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet e ku sembola vejîna gelê me ya li ser dika dîrokê ye, girtiye û ji wê demê vir ve di şoreşa me de xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derketiye. Gelê me yê Sêrtê bi hezaran zarokên xwe yên herî hêja tevlî nav refên azadiyê kir û keda wan di têkoşîna me ya heta îro de heye, divê gelê me yê Sêrtê bi van zarokên xwe serbilind bin. Hevrê Silav ku yek ji zarokê gelê me yê Sêrtî ye, di nav malbateke welatparêz a eşîda Didêrî de ji dayik bûye. Bi bandora malbat û derdora ku tê de jiyaye, ji biçûkatiya xwe de dest bi nasîna Partiya me kiriye. Bi taybetî ji berxwedana destanî ya ku gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker pêş xist bandır bû û bi guhdarîkirina van çîrokên berxwedanan mezin bû. Birayê wê di nav xebatên ciwanan de bû û ji ber xebatên xwe ji ber ku dîl kete destê dijmin, vî tiştî bandor li heval Silava kir û ket nav lêgerîna têkoşînê. Ji ber ku demekê di nava xebatên ciwanan de ma, tecrubeyeke rêxistinî bi dest xist. Hevrêya me ya ku dixwaze van tecrubeyên xwe bike bingehê têkoşîneke bi bandortir, dizane ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare pêk were. Lê belê ji ber temenê xwe yê biçûk neçar ma ku vê daxwaza xwe ​​ji bo demekê paş bixe. Hevrêya me di vê pêvajoyê de lêhûrbûna xwe zêdetir kir û nêrîna civakê ya li ser jinê bi kûrahî fêm kir û analîz kir. Wê fêm kir ku civak bi pîvanên kevneşopiyê nikare tiştekî bide civakê, biryar da ku hewce nake ew zêde bimîne û di sala 2009’an de piştî ku dev ji lîseyê berda, tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrê Silav ku tevlîbûna nava gerîla weke bidestxistina azadiya xeyalên xwe nirxand, bi lez û bez hînî jiyana li çiyayan û jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêya me Silav ku ew jî jineke çiyayî bû, ji ber ku zimanê çiyayan dizanibû, zû tevlî nav jiyana gerîla bû. Hevrêya me ji ber xebatên berê xwedî tecrubeyekê bû, ev tecrube da hevrêyên xwe û di warê pêşketina hevrêyên xwe de ked da. Hevrêya me li qada Garê demekê pratîk kir û piştre derbasî qada Metînayê bû, ji aliyekî ve xwest li hemberî êrîşên dijmin bibe bersiv tevlî pratîka şer bibe, ji aliyê din ve jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li qada ku lê bû, kûrbûnên xwe domand. HevrÊ Silav a ku di têkoşîna xwe ya îdeolojîk de bi tûjbûna xwe ya li hemberî pêkanînên çewt û têgihiştinên şaş derdiket pêş, ji bo parastina jiyana pîroz a PKK'ê ya bi xwîna şehîdên me hatiye afirandin her tim di nava têkoşîneke îdeolojîk de bû. Hevrêya me ya ku li ser vê bingehê hewl dida kesayeta xwe bi pêş bixe, tu carî dev ji pirtûkên xwe bernedida û girîngiyeke mezin dida perwerdehiya xwe. Bi saya vê taybetiya xwe her dem kesayetiya xwe pêş xist. Di sala 2011’an de derbasî qada Qendîlê bû, li vir salekê xebitî û piştre derbasî qada Xakurkê bû ya ku şerê me yê gel ê şoreşgerî bi bandor lê dihate domandin. Hevrêya me ya ku li herêma Xakurkê li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girtiye, tecrubeyeke mezin a leşkerî bi dest xist. Hevrêya me ya ku ev tecrubeyên xwe bi kûrahiyeke îdeolojîk xurt kir, ji bo ku bibe gerîlayeke xurt a gerîlaya YJA Starê, di sala 2014’an de derbasî Akademiya Mazlûm Dogan bû ya ku Dibistana Navendî ya Partiyê ye. Bi perwerdeya ku li vir dît, bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo re bû fermandara jin a pêşeng. Hevrêya me ya ku di pêvajoya perwerdeyê de bi taybetî di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû, bi jiyan û helwesta xwe îspat kiriye ku jineke xwedî îdeolojî dikare di hemû qadên jiyanê de bibe pêşeng. Hevrêya me ya ku piştî perwerdeyê careke din tevlî xebatên li qada Qendîlê bû, ji bo bersivê bidin êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên di sala 2015’an de li dijî gelê me û Tevgera me pêk anî, pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê.

Hevrêya me ya ku di sala 2016’an de pêşniyaza wê hat qebûlkirin, di heman salê de derbasî xaka xwe ya Botanê bû. Hevrêya me yê pêşî li qada Herekolê peywir girt, piştre li gelek herêmên Botanê gerîlatî kir. Heval Silav dizanibû ku li qadeke dijwar a wekî Botanê bi tenê bi kûrahiyeke îdeolojîk û tûjbûna di têkoşînê de dikare pratîkeke serkeftî pêk bîne, li ser vî esasî bû gerîlayeke YJA Star a pêşeng. Bi saya vê helwestê, baweriya hevalên bi dest xist. Di heman demê de bûye hevrêyeke me ya ku hêrsa xwe ya li hember dijmin bi çalakiyên rêxistinkirî nîşan bide û wê di şer de jî peywira xwe ya pêşeng a di jiyanê de nîşan da û diyar kir ku divê milîtaneke çawa be. Hevrêya me Silav ku herî dawî li herêma Gabarê bûbû fermandariya herêmê, li vir jî helwesta xwe ya heyî parast, ji hemû pirsgirêkan re bûye bersiv. Wê qada Gabarê ji dil û can hîs dikir û xwest bîranîna fermandarên me yên hêja yên li vê qadê bûne efsane Egîd, Adil, Gulbahar û Gelhat her dem zindî bihêle. Hevrê Silav dizanibû ku bi pîvanên jiyanê yên van fermandarên me yên hêja dikare serkeftinê bi dest bixe û wê jî cihê xwe di nav fermandarên me yên hêja de girt. Hevrê Silav ku heta nefesa xwe ya dawî dilsozê îdeolojiya Apoyî bû, di êrîşa dijmin a 2’ê Kanûna 2022’an de tevlî nav karwanê şehîda bûn. Em hevrêyên wê soza xwe careke din dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Silav de em ê bibin şervanê xeyalê hemû şehîdên xwe.

FEDAKAR HÊLÎN

Hevrêyê me yê fedakar Mêrdîn li Stenbolê ji dayik bû. Her çendî li dûrî Kurdistanê ji dayik bûye û mezin bûye, lê bi van nirxan mezin bûye, malbata wî zarokên xwe bi xwedîderktina li çanda Kurdî ya kûr mezin kiriye. Hevrêyê me Fedakar ku di heman demê de nirxên azadiyê yên ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de derketine holê, bi dest xist, bû kesayetek bi hêz. Tevî ku ciwan bû jî, her tim li pey rojeva welat bû û bû şopdarê berxwedana dîrokî ya li hemberî dagirkeran hate kirin. Ew kete bin bandora têkoşîna gerîla ya li hemberî hemû êrîşên hovane yên dagirkeran berxwedaneke mezin pêş xistine û roj bi roj gelê me nêzî azadiyê dike. Piştî ku demekê di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt, biryar da ku têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike û di vî warî de dest bi lêgerînê kir. Dema ku çeteyên êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, hêrsa wî mezintir bû û bawerî pê anî ku divê di nav refên şoreşê de cih bigire. Li ser vî esasî di sala 2015’an de li Nisêbîna Mêrdînê tevlî nav refên gerîla bû.

Xalê wî Fedakar-Hîkmetûllah Demîr- ku dema tevlî nava refên gerîla bû sala 1996’an şehîd bû û meta wî Hêlîn-Sûphiye Akman- şehîd bû. Navê xalê xwe û meta xwe girt û bû Fedakar Hêlîn. Hevrêyê me Fedakar bi girtina navên xalê xwe û meta xwe, rakirina çeka wan dest bi têkoşînê kir. Hîna di roja destpêkê de dilsozê xeta şehîdan ma û xwest xeyalên wan ên nîvço mayî pêk bîne. Meşa wî ya piştî vê jî, li ser vî bingehî çêbû û bû xwediyê meşa şoreşgerî ya fedayî. Hevrêyê me Fedakar perwerdeya şervanên nû li qada Avaşînê dît û bi perwerdeya ku li vir dîtî, di kesayeta xwe guhertinên girîng ava kir. Her roja derbas bûyî, xwe nû kir û taybetmendiyên kesayeta Apoyî di hundirê xwe de ava kir. Weke şoreşgerî bawer kir ku xebatên şoreşê divê li ser xeta fedayîtiyê be. Hevrêyê me bi rastiya ku fedayîtî şêwazekî jiyanê ye, mezin bû. Gelek caran ji bo çalakiya fedayî pêşniyar kiriye û xwestiye vê jiyana pîroz bigihîne lûtkeyê.

Bi taybetî gotina hevrê şehîd Andok a “Yên ku her kêliya li girava Îmraliyê hîs nekin, nikarin bibin fedayî” ji xwe re weke destûr dît û her tim girêdayî vê gotinê ma. Hevrêyê me di pêvajoya ku li qada Avaşînê mayî de li gel hevrêyên xwe yên bi tecrube ma û ji tecrubeyên wan ders derxist. Di demekî kurt de di aliyê rêxistinî de bû pispor. Tevî ku di têkoşîna gerîla de nû û ciwan bû hevrêyê me hat wê astê ku gelek xebatan bimeşîne. Ji bo ku sekna leşkerî hîn zêdetir pêş bixe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Ji bo ku bi perwerdeyê têkoşîna xwe hîn mezintir bike û ji daxwazên azadiyê yên gelê me re bibe bersiv, pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me ku pêşniyara wî hat qebûlkirin, ji bo xwe di taktîkên gerîla ya demê nû de pêş bixe û teknolojiya roja me bi rengekî bi bandor li dijî dijmin bi kar bîne, tevlî perwerdeyên branşê yên Şehîd Mahîr bû. Hevrêyê me ji bo bigihije armanca xwe ya çûyîna Bakurê Kurdistanê bi xwestek, kelecan û moralek mezin tevlî perwerdeyan bû. Perwerdeya xwe rengekî serkeftî temam kir û sala 2018’an derbasî qada Botanê bû.

Hevrêyê me Fedakar xeyalê xwe yê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Botanê gerîlatî kirin, pêk anî. Derbasî Gabarê bû ku qiblegeha gerîla ye û têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me qasî 5 salan li Gabarê ma, li vir her çendî ku mîna navê xwe bibe xwedî tevlîbûneke fedayî û kedkar, ti carî ev asta tevlîbûnê bes nedît. Hevrêyê me lûtkeya xwe ya serkeftinê weke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dît, ji bo vê bi hemû hebûna xwe têkoşiya. Hevrêyê me bû sedem ku gelek çalakî bên lidarxistin û bi xwe di van çalakiyan de cih girt, careke din pêşniyar kir ku li qada Gabarê çalakiya fedayî bike. Hevrêyê me Fedakar xwest mîna fermandara me ya fedayî Zîlanê di mejiyê de dijmin de biteqe û bi vî rengî bibe meşaleya azadiyê ya rêya Rêbertî. Ev sekna xwe li her qada jiyanê raber kir û bû mîlîtaneke pêşeng. Em jî weke hevrêyên wî, di şexsê hevrêyê xwe Fedakar de soza xwe dubare dikin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, têbikoşin.

EGÎD NÎZÎP

Hevrêyê me Egîd di nava malbateke welatparêz ku eslê xwe ji Pirsûsa Rihayê ye, li Nîzîpa Dîlokê ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û tevî polîtîkayên bişaftinê yên dijmin, di nasname û çanda xwe de israr kirin, hevrêyê me Egîd jî bi van taybetmendiyan mezin bû. Li hemberî têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê hatî meşandin, di nava derdoreke bi hestiyar de mezin bûye. Ev yek bûye sedem ku hevrêyê me Egîd hîna di temenê biçûkahiya xwe Partiya me bibîhîze, hingî ku mezin bû û Partiya me zêdetir nas kir dilsoziya wî jî zêde bû. Weke ciwanekî Kurd ket wê zanebûnê ku ew jî ji azadiya gelê me berpirsar e û ji bo têkoşînê ket nava lêgerînan. Destpêkê di asta xwecihî de di nava xebatên ciwanan de cih girt. Hewayê şoreşgerî ya ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava li her çar aliyê Kurdistanê ava kirî, bê guman gelê me yê Bakurê Kurdistanê bandor kir û bû sedem ku hîn zêdetir tevlî nava refên têkoşînê bibe. Di demê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê de gelê me yê Bakur rabû ser piyan û berxwedaneke destanî raber kir û xwedî li Şoreşa Azadiyê ya Rojava derket. Vê yekê hevrêyê me Egîd bandor kir û bû sedem ku hîn çalaktir tevlî têkoşînê bibe. Destpêkê tevlî serhildanên li Bakurê Kurdistanê bû û wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Piştre fikirî ku tarzê têkoşîna heyî ne bes e û biryar da ku di asta profesyonel de tevlî xebatan bibe. Destpêkê ji bo prastina cewherî ya gelê me bi saxlem çêbibe, tevlî yekîneyên berxwedana xwecihî bû. Li qada Nisêbînê piştî tevlî van xebatan bû 15 rojan, ji bo xwe hîn zêdetir perwerde bike, di aliyê leşkerî û îdeolojîk de bibe mîlîtaneke pispor berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Egîd sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû, ji ber tecrubeyên xwe perwerdeya Şervanên Nû bi rengekî serkeftî qedand. Bi dersên Rêbertiyê ku di pêvajoya vê perwerdeyê de dît, xwe hîn baştir nas kir û di kesayeta xwe de guhertinên girîng pêk anî. Di heman demê de di aliyê jiyanî û perwerdeyê de alîkarî dida hevrêyên xwe yên beşdar bûne. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de hîn zêdetir bepirsyarî girtin, weke wezîfeyeke şoreşgerî dît. Di pratîka xwe ya destpêkê de weke fermandarê tîm wezîfe girt. Ji ber serkeftinên xwe yên di vê wezîfeyê de, gihişt asta berpirsyariya yekîneya binesazî û lojîstîkê. Hevrêyê me Egîd di vê wezîfeya xwe de jî bi ser ket û bû layiqê baweriya hevrêyên xwe. Ji bo di pêvajoya şerê dijwar de tevlîbûneke bandortir pêk bîne, pêşniyar kir ku di akademiyên leşkerî de perwerde bibîne. Bi vê perwerdeyê xwest li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîneke bi bandor û encamgir pêş bixe.

Hevrêyê me Egîd asta nû ya ku şer gihiştiyê baş analîz kir, fêrî amûrên teknolojîk bû ku di şer de bi kar bîne û xwest ji şerê me yê gerîla re qadeke nû veke. Bi vî rengî bawer kiriye ku dikare li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke hîn bi bandortir bimeşîne û xwest pêdiviyên vê yekê bi pratîkê nîşa bike. Hevrêyê me Egîd bi perwerdeyên pisporiyê ev armanca xwe pêk anî, fikirî ku perwerdeya xwe dikare li qada Botanê bixe pratîkê û ji bo vê derbasî qada Botanê bû. Hevrêyê me Egîd pratîka xwe ya destpêkê li qada Gabarê pêk anî ku mekanê Adil, Nûda û Gelhatan e. Jîr bû, bi vê taybetmendiya xwe di demekî kurt de xwe bi hevrêyên xwe yên li qadê da hezkirin. Tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, hewl da wezîfeyên ku dikeve ser milê wî bi cih bîne. Hevrêyê me her tim xwe li hemberî Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me deyndar hîs kir û ket nava lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe. Van lêgerînên xwe bi pêşniyaran bi rêxistina me re parve kir. Her tim hewl dida li herî pêş be û weke mîlîtanekî Apoyî mîsyona xwe pêk bîne.

Di 2’ê Kanûna 2022’an de dema li ser wezîfeya xwe, li dijî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî şer kir, careke din îspat kir ku parêzvanekî xeta jiyana bi rûmet a Partiya me ye û şehîd bû. Em doz didin ku em ê bibin şopdarê xeyalên mezin ên hevrêyê me Egîd. Em ê bi vê sozê di şexsî wî de ji bo bibin layiqê hemû şehîdan, têbikoşin.”