HPG'ê 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di Sibata 2019'an de li Xakurkê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer kirin û şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê ala azadiyê ya şehîdan bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"9'ê Sibata 2019'an li qada Geliyê Reş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Agir (Fetûllah Saribûllak) û Rêber (Orhan Darga) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Agir Botan

Nav paşnav: Fetûllah Saribûllak

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Karagoz-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Sibata 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Rêber Botan

Nav paşnav: Orhan Darga

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Şîrîn-Mîhî

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Sibata 2019'an / Xakurkê

Têkoşîna gel û tevgera me ku li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin, niha gihîştiye asteke gelekî girîng. Bêguman ev têkoşîna gel û tevgera me ya li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û ev berxwedan bi xwe re serketinên mezin diafirîne. Ev serketin jî bi saha şehîdên me yên leheng bi dest ketine ku baweriya xwe bi serketina îdeolojiya Rêber Apo anîn û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê qada herî pak a vê têkoşînê.

Di 9'ê Sibata 2019'an de ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê, li qada Geliyê Reş ê Xakurkê şer qewimî. Di vî şerî de hevalên me Agir Çatak (Fetûhllah Saribûllak) û Rêber Botan (Orhan Darga) tevlî karwanê şehîdan bûn.

Ev hevrêyên me yên hêja ku li ser bingeha serketina têkoşîna Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo bêyî rawestin têkoşiyan û di vê oxirê de bi rengekî fedayî ber bi serkertinê ve meşiyan. Ev hevrêyên me bi ruhê welatparêziyê, bi berxwedêriya PKK'ê û cewhera Apoyî re kirin yek û bûn leheng. Wezîfeya yekane ya ciwanên Kurd ên welatparêz û hevrêyên wan e ku xwedî li bîranîna van şehîdên leheng derkevin û ala wan a azadiyê hildin.

Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên Saribûllah û Darga û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Bi navê hevrêyên wan em soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin."