HPG'ê 2 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"26'ê Adara 2021'ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Avaşînê hevrêyên me Serhed û Agît şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re, bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê, veguherîn xeta berxwedanê. Em jî di salvegera şehadeta wan de van hevrêyên xwe careke din bi bîr tînin û soz didin wan ku îdîa û biryardariya wan di sala nû ya têkoşînê de ji xwe re bikin mînak.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhed Tolhildan
Nav paşnav: Nîhat Eset
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Dara Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2021 - Avaşîn

Nasnav: Agît Gabar
Nav paşnav: Îlyas Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2021 - Avaşîn

 

SERHED TOLHILDAN

Hevrêyê me Serhed li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi saya birayên xwe û xizmên xwe yên li nava refên gerîla hîn di temenê ciwantiyê de têkoşîna PKK'ê û îdeolojiya Rêbertî ji nêz ve nas kir. Li hemberî hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku bi destê çeteyan dixwest şoreşê ji holê rake, hevrêyê me Serhed bi rengekî çalak tevlî nava refên berxwedanê bû û dît ku azadiya dawî ya li Kurdistanê tenê bi têkoşîna gerîla dibe, bi vê têgihiştinê sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed bi kelecaneke mezin timî kete nava lêgerînekê û her roj hewl da xwe ji nû ve ava bike. Li her cihê ku lê ma bi ked, karkerî, moral û coşa xwe her tim bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava jiyana gerîla de bi meraq û kelecaneke mezin her tim xwe perwerde kir û hewl da di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike. Herî zêde têkoşîna azadiya jinê bandor lê kir û bû şervanekî xurt ê îdeolojîk û heqîqetê. Bi sekna xwe ya dilnizm, cewherî û wêrek, bi sekna xwe ya fedayî wê di nava têkoşîna me de her tim weke şervanekî heqîqetê bê bîranîn.

AGÎT GABAR

Hevrêyê me Agît li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû, li nava civateke ku bi sekna serhildêr û welatparêz a Botanê tê naskirin, mezin bû. Hevrêyê me Agît ku neçar ma li metropolên Tirkiyeyê bimîne, di nava vê demê de polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Agît dilsozê azadî û kevneşopiyên civakî bû, lewma têkoşîn ji bo wî şert bû. Hevrêyê me Agît li hemberî êrişên qirker û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi destê çeteyan li dijî şoreşa Rojava dikir, bêdeng nema, tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî bi wate bi têkoşînê da.

Hevrêyê me Agît ku bi kesayetiya xwe ya pak û kedkar dihate naskirin, taybetmendiyên karkerî yê Botanê bi çiyê re kir yek. Hevrêyê me Agît bi kedê, bi îradeyeke xurt xwe afirand, di pêvajoyên perwerdeyê de gelekî hewl da û tiştên fêhm dikir jî ji xwe re dikir esas ku bi cih bîne. Bi daxwaza gerîlatiyeke profesyonel her tim kete nava hewldanên mezin. Bi perwerdeyên branşê re xwe şareza kir, bû gerîlayekî profesyonel û gerîlatiya profesyonel bi ruhê fedayî yê Apoyî re kir yek, bi vî rengî bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Agît bi têkoşîna xwe ya bêmînak û performansa xwe wê her tim ji bo me hevrêyên xwe bibe çavkaniya sûdwergirtinê û weke gerîlayekî profesyonel ê demê di têkoşîna me de timî bê bîranîn.

Hevrêyên me yên şehîd ên leheng li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên li ser gelê me, li hemberî delweta Tirk a qirker di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya Apoyî berxwedaneke mezin nîşan dan, di vê oxirê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji têkoşînê tawîz nedan. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."