HPG: Droneyek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî ji hewa û bejahî ve êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Zapê;

16'ê Çileyê saet di 10:00 de droneyeke bombebarkirî ya ku dixwest bombe li çepera me yaş er a Şehîd Diyar bibarîne, li hewa hate îmhakirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15'ê Çileyê saet di 07:00 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

16'ê Çileyê saet di 09:30 û 12:30 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

16'ê Çileyê saet di 21:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

15'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, di encama destwerdana 3 caran de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Xakurkê;

13'ê Çileyê saet di 17:00 de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

15'ê Çileyê çepera me ya şer a li Şehîd Diyar a li herêma Zapê carekê bi droneya bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12, 14, 15, 16 û 17'ê Çileyê li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Sinînê, Kolît, Goşînê 12 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 11 caran, li Herêma Garê qada Kanîsarkê carekê, li herêma Metînayê qada Serê Metînayê carekê, bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."