NÛ BÛ

HPG: Di têkoşîna me de wê her tim bêne bîranîn -HATE NÛKIRIN

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil wê weke milîtanên pêşeng û fermandarên mînak di têkoşîna me de her tim bêne bîranîn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 5 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Ji milîtanên pêşeng ên fedaî yên partiya me hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil di dem û cihên cuda de di encama êrîşên dijmin de şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me Denîz, Rodî, Dilêr, Canfeda û Adil xwe li ser xeta fedaî perwrede kirin, bûn hevrêyên baş ên Egîd û Zîlanan û di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe bi pêş ve birin, bûn fermandarên mînak, milîtanên pêşeng. Wê di têkşoîna me de her tim bêne bîranîn. Hevrêyên me yên fedaî bi sekna xwe, tevlîbûna xwe ya bêfikar, bi îradeya xwe ya xurt, biryardarî, ruhê fedaî, ked û hewldanên bêhempa rêya rast û bi bandor a têkoşînê nîşanî me hevrêyên xwe dan. Em soz didin ku li ser şopa fermandarên xwe yên fedaî bimeşin, ruhê fedaî yê Apoyî di her kêliya jiyana xwe de serwer bikin û teqez bi ser bixînin.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja ku ewladên xwe yên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê bi ked û fedakariyeke mezin mezin kirin û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Denîz Amanos
Nav paşnav: Tekîn Okan
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Hazîme-Hayrettîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rodî Berçem
Nav paşnav: Emrecan Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sabîha-Kadîr
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilêr Derwêş
Nav paşnav: Dilêr Ruzgart
Cihê jidayikbûnê: Seqiz
Dayik-Bav: Gulbax - Mûıhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Canfeda Raperîn
Nav paşnav: Savaş Abo
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Xoxê - Xazî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Adil Erdal
Nav paşnav: Omer Nezar
Cihê jidayikbûnê: Mûsil
Dayik-Bav: Sîndîz - Nezar
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DENÎZ BATMAN

Gelê me ku ziman, dîrok û çanda xwe tune hate hesibandin û bû hedefa êrîşên herî giran ên dîrokê yên mêtingeran, li ber tunebûnê bû. Gelê me yê bindest ku her cûre zext û zilm lê hate kirin, îradeya xwe hate şikandin û gihandibûn wê astê ku xwe înkar bike, bi partiya me PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo re xaka mirî ji ser xwe avêt û dest bi meşa azadiyê ya dîrokî kir. Li gel êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker, xwe gihand ruhê serketinê yê PKK'ê ku li Kurdistanê kevneşopiya berxwedanê temsîld ike û di xeta jiyana bi rûmet de israr dike. Têkoşîna me ku bi xwîna dilop bi dilop a şehîdên me bi afirandina nirxan gihîşt vê astê, di serî de jin û ciwan bindest hemû di bin ala berxwedanê de kom kir, hêviya ji bo jiyana azad û nû jinûve afirand.

Bajarê me Êlih ku li dijî zilmê xeta berxwedanê li Kurdistanê temsîl dike, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ruhê serhildanê pêşwazî kir, bû yek ji wan bajarên destpêkê ku têkoşîn lê civakî bû. Bajarê me yê Êlihê ku fermandar û lehengên mezin ên mîna Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Çiyager Hêvî (Cîhat Turkan) ji nava xwe afirand, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir. Êlih yek ji bajarên herî qedîm ên Kurdistanê ye, malovanî ji gelek çandên cuda re kiriye û xwedî hestên xurt ên welatparêziyê ye. Hevrêyê me Denîz li bajarekî bi vî rengî li gundê Baştirmê Xarê yê navçeya Hezoyê ji dayik bû, bi çanda welatparêziyê ya kûr a Êlihê mezin bû. Ji malbateke bi nirxên Kurdistanî bû, ji eşîra Aliyonî bû ku li herêmê bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi xurtî tevlî berxwedanên Şêx Seîd û Sasonê bû. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Denîz zû bibe xwedî kesayetekî têkoşer. Her wiha ji ber ku li nava malbateke cotkar û sewalkar mezin bû, taybetmendiyên kedkariyê di kesayetiya hevrêyê me Denîz de timî li pêş bû. Hevrêyê me Denîz ji ber pirsgirêkên madî xebitî û alîkarî da malbata xwe, ji bo perwerdeya xwe jî temam bike neçar ma ku ji xaka xwe qut bibe ku bi dilsoziyeke mezin pê ve girêdayî bû. Nakokiyên ji ber xwendina li dibistanên sîstemê bi demê re baştir dît û hewl da ku bersivê ji van nakokiyan re peyda bike. Hevrêyê me ku li zanîngehê li beşa endezyariyê dixwend, di heman demê de tevlî karên ciwanan bû û felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya PKK'ê ji nêz ve nas kir. Di nava çar salan de li karên ciwanan xebitî û bû milîtanekî gel ê pêşeng. Hevrêyê me Denîz li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji bo zanekirina ciwanên Kurd û parastina wan gelekî hewl da. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya lêkolîner timî li pêş bû, bi karê xwe timî xwe li qadên cuda bi pêş ve bir. Hevalê wî yê nêz û hevrêyê wî ku bi hev re dixebitî hevrêyê me Canfeda Welat Mahîr (Ahmet Vatan Ekmen) sala 2009'an li Êlihê şehîd bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Denîz kir. Di dema têkoşînê de bû xwedî danheviyeke xurt û rastiay şehîdên PKK'ê fêhm kir, li ser bingeha dilsoziya bi xeta şehîdan re sala 2010'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Denîz bersiva hemû pirsên xwe li nava PKK'ê dît û nakokiyên xwe hemû çareser kir, zû bi xisarên sîstemê yên li ser kesayetiya xwe hesiya û ji bo bibe milîtanekî li ser xeta Apoyî ji roja destpêkê ve bi xurtî tevlî bû. Li warê bingehîn ê azadiyê li çiyayên Kurdistanê bi jiyana gerîla ya pîroz re bû ye, bi saya exlaqê paqij û çanda ji malbata xwe wergirtî zehmetî nekişand ku bi PKK'ê re bibe yek, di her qada jiyanê de reng û hevrêtiya xwe nîşan da. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de li ser xeta partîbûnê bêteredût meşiya, di fermadnarbûyînê de da ser şopa pêşengên me yên nemir Egîd û Çiyageran. Li qada Metînayê dest bi gerîlatiyê kir û pratîkeke serketî meşand. Bêrawestan têkşoiya, ji bo pêkanîna hêviyên paşeroja azad a gelê me kedeke mezin da. Hevrêyê me Denîz ku bi dilsoziyeke mezin bi Rêber Apo û felsefeya wî ya azadiyê re dilsoz bû, Hêzên Taybet ji bo xwe weke qada bicihanîna kûrbûna xwe dît, li ser xeta fedaî beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Analîz û parêznameyên Rêbertî ji bo xwe weke materyalên bingehîn ên perwerdeyê dît, her kêliya jiyana xwe bi Rêbertî û têkoşînê derbas kir. Xwe ji pêşketina her hevrêyî berpirsyar dît, ji bo li ser xeta Rêbertî bibin milîtan, kedeke mezin da. Hevrêyê me Denîz ku azadî bi kedê afirand û her kêliya xwe bi yebkûna bi Rêbertî bi wate kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bi cewhera rastiyê re bû yek. Gelek karên hesas bi ser xist, di nava şert û mercên herî giran de jî çareserî afirand, dilsoziya xwe ya bi Rêbertî hem bi têkoşîna xwe, hem jî bi helbesta xwe nîşan da.

'Kevokek bûma,
Li ser zinar bi bask bibûma,
Min xwe li peravên Îmraliyê danîbûya.
Bihatima gel te,
Dawî li vê hesretê bianiyam,
Bi hesreta hezaran salî min te hembêz bikira...'

Hevrêyê me Denîz bi van hevokan hestên bi hezaran hevrêyên xwe anî ziman. Di nava 11 salên gerîlatiya xwe de têkiliyên xurt ên hevrêtiyê danî û sekna milîtaniya fedaî ya Rêber Apo heta kêliya ku şehîd bikeve nîşan da. Bi kedkarî, fedakarî, parvekar û dilnizimiya xwe, bi kesayetiya xwe ya yekbûyî ya li nava refên têkoşînê dihate naskirin. Li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Di serî de Zap, Zagros û Metîna li gelek qadan têkoşiya, bi rola pêşengiyê ya gerîlatiyê rabû. Mîna ku Şehîd Çiyager gotibû ku wê encam bêhempa be, hevrêyê me di her kêliya jiyana xwe de nîşan da.

Hevrêyê me Denîz ê ku li her qadê tevî hevrêyên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi fedaî şer dikir û pêşengtî ji hevrêyên xwe dikir, ruhê serdema nû bi dest xist û bi taktîkên dewlemend ên gerîla re derbên giran li dagirkeran xistiye.

Hevrêyê me Denîz ê ku milîtanê leheng ê xeta fedaî ya Zîlan e, her roj bi hêrs û kîneke mezin têkoşîna xwe ya li hemberî dijmin zêde kir û ji bo me hevrêyên ku li pey xwe, mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Fermandarê me yê pêşeng û milîtanê Partiyê hevrê Denîz wê bi têkoşîna xwe re her tim rêya me ronî bike.

RODÎ BERÇEM

Hevrêyê me Rodî Zagros li Colemêrgê di nav eşîra welatparêz û berxwedêr a Mamxurî de ji dayik bûye. Hevrêyê me Rodî di nav eşîr û malbateke xwedî hesta çanda kevnar a kurdewarî, exlaqê civakî û welatparêziyê de mezin bû. Di têkoşîna azadiyê de ji malbata wî gelek beşdarî têkoşîna azadiyê bûn û şehîd bûne.Hevrêyê me Rodî li Colêmêrgê zilm û terora dewletê ji nêz ve dîtiye. Him bûye şahidê zilma dewleta Tirk a faşîst û him jî destanên qehremaniyê yên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zagrosan dike, ew zû bi têkoşînê daye hisandin. Hevrêyê me Rodî bi ehlaqekî xurt, karakterekî qayîm, ​​kesayeteke lêkoler, mejîyekî jîr û xwedî kapasîteya têgihiştineke bilind mezin bû. Bi behremendiya xwe ya balkêş, taybetmendiyên xwe yên bedewiya mirovî û bi helwesta xwe ya mutewazî wekî xwendekarekî jîr û jêhatî di Lîseya Fenê de xwendiye. Piştre Endazyariya Komputerê qezenc kiriye û çûye zanîngehê. Salekê zanîngeh xwendiye û piştre biryar daye ku ew wekî ciwanekî Kurd ê xwedî rûmet divê ji bo gelê xwe têbikoşe û tevlî nav xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bûye. Piştî ku demekê di nav xebatên ciwanan de ma, di sala 2014’an de biryar daye ku tevlî nav PKK’ê bibe. Hevrê Rodî dev ji dibistana dijmin berda û diyar kir tekane rêya têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a qirker û dagirker Apoyîbûn e û berê xwe ya çiyayên Kurdistanê.

Hevrê Rodî ku li Heftanînê tevlî gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe ya gerîla li vir dît û tevlî pratîkê bû. Li Heftanînê fêrî gerîlatiyê bû û bi çiyayên Kurdistanê re bû yek, hewl da ku pêwîstiyên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de ava bike. Piştre berê xwe da herêma Zapê û li vir pratîk kir. Hevrê Rodî bû şahidê hêza guhertin û veguhertina PKK'ê û gelekî bandor stend. Wî dît ku PKK kesayeta kevnbûyî, çawa analîz û rexne dike, çawa yan kevn, paşverû, qirêj, qels û kêm derbas dike kesayetiyên nû, pêşketî, azad, bedew, xweşik, bilind û xurt ava dike. Wî bi xwe di kesayetiya xwe de tecrube kir û fêm kiriye ku PKK tê wateya rêya azadiya ji qelsbûnê ber bi bilindbûnê.

Hevrê Rodî ti carî tişta heyî têr nedît û wekî lêgerek jêhatî ya heqîqetê her tim da pey ya xweşiktir, baş, rast û azad. Tu carî tenezulî metod, dek û dolabên wekî bi kurtî encam were stendin, bêyî ked were dayîn bibe xwediyê tiştekî yên pergala kapîtalîst nekiriye. Her tim hewl daye bi xurtî fêm bike, ji kûrbûnê serwext bibe û dema ku vî tiştî bike jî lêpirsînê bike û ji parzûnka bîra şoreşgerî derbas bike. Di encama lêgerîn û hewldanên xwe yên giranbuha de hevrêyê me Rodî parastina xeta Rêbertî û Rêber Apo ji bo kiriye armanca kesayetiya fedakar û tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bûye.  Bi armanca ku xwe bigihîne kesayetiya fedakar kedeke gelekî mezin daye, xwestiya her kêlîka jiyanê bi vê îddîaya pîroz rêxistin bike.

Hevrê Rodî bi dil û can bawer dikir ku berpirsyarî rêgeza azadiyê ye û bi van gotinan berpirsyarî û şoreşgerî anî ziman: “Şoreşger ew kes e ku xwe berpirsyar dibîne. Ev tişt berpirsiyariya li hemberî dîrokê, gelan, jiyanê ye. Mirov ji tiştên ku dizane berpirsiyar e, lê şoreşger jî mecbûr e her tiştî bizanibe. Xwe li hemberî her cure zilm û paşverûtiya li her dera dinyayê berpirsyar dibîne, çalak dibe û derdora xwe dixe çalakiyê. Nabêje min nedizanî û haya min jê tunebû. Berpirsyariya wî wijdanê wî ye. Tişta ku bi sed hezaran şoreşgeran vedikişîne şoreşê vê hesta berpirsyariyê ye. Berpirsyarî tê wateya ku mirov ji kesên din bijî. Rêbertî dema dibêje ‘Ez kêlîkekê jî ji bo xwe nejiyam’ tê wateya ku em ji bo gel, welat û jiyanê xwe berpirsyar dibîne. Helwest û çalakiyên Mazlûm, Kemal û Hayriyan encama vê bîra berpirsyariyê ye.”

Ti carî berpirsyariyeke teng, kesayetiya ku di nav sînoran de asê, derbasnekirina astengiyên li pêşiya xwe û asêbûna di nav dogmatîzmê de qebûl nekiriye. Hevrê Rodî bi karakterê xwe yê xurt, ruhê fedaî û bi zîrekiya xwe hewl daye bibe şoreşgerekî fedaî. Bi van taybetmendiyên xwe li her qada ku ew lê bûye, her dem çend gavan li pêş difikirî, ji tiştên heyî wêdetir xeyal dikir û hewl dide van xeyalan bike heqîqet. Hevrê Rodî di nav Hêzên Taybet de bi asteke xurt a zanînê, danhevî, binesazî, kesayetiya bihistyar û tevlêbûna fedaî, xebat kiriye. Ne bi tenê tevlêbûn kiriye di nava demeke kurt de hatiye asteke ku pêşengtiyê bike. Tişta ku kesên pispor dikarin di nava çend salan de hîn bibin ew di nava çend mehan de hîn bûye û xistiye pratîkê. Hevrê Rodî ku gotina Rêber Apo ya ku digot ‘Teknîka herî mezin mirov e’ ji xwe re kir şîar û bi hişmendiya şoreşgerî, zîrek, hewldan, pêşbîniya bilind, biryardarî vê gotina Rêbertî di şexsê xwe de kiriye heqîqet. Hevrê Rodî hewl daye Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk tevî geşedanên di warê zanist û teknîkê de bigihîne asteke cihê û bûye yek ji milîtanê ku di qada xwe de gelek tiştên yekemîn kiriye.

Hevrêyê me Rodî ne tenê bi jêhatiya xwe ya di warê zanist û teknîkê de, di heman demê de bi hêza xwe ya temsîlkirina tedbîrên milîtaniya Apoyî, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û bi helwesta xwe ya derwêşî derketiye pêş. Fedakarî ne weke bûyereke ku di kêliyekê de pêk were, weke helwesteke ku divê di her kêliya jiyanê de were temsîlkirin nirxand û di vê yekê de bi ser ket. Hevrê Rodî ku bi ruhê fedakariyê tijî bû, ji berpirsyariya yekîneyê heta fermandariya bi dehan hevrêyên xwe erkên cihê girtiye ser milê xwe û bi serketî pêk aniye. Wî ji dil û can bawerî bi xeta azadiya jinê daniye, têkoşîna cinsî di kesayetiya xwe de ava kiriye û hewl daye bibe hevrêyekî rast û bi pîvan. Ji ber vê helwesta wî hevrêyên wî jin qîmet dane wî, jiyana li ser rêbaz û pîvanan ji xwe re kiriye esas û wî kariye xebata bi encam bi dest bixe.

Hevrê Rodî weke dildarekî jêhatî û fermandarê gerîlayê serdema nû, roleke girîng lîst ku di têkoşîna azadiyê ya ku bi fedakarî tevlê bû, guhertin ava kir û asoyên nû vekir. Hevrê Rodî ji bo têkoşîna me kapasîteyeke xurt a siberojê hebû û wî dikaribû gelek karên mezin bikira lê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrê Rodî ev şoreşger e ku wê her tim ji aliyê malbata xwe ya hêja, eşîra welatparêz û tevahî gelê Kurd ve bi serbilindî were bîranîn. Heval Rodî weke fermandarekî dildar Apoyî yê ku di têkoşîna me de cihêtî çêkir û serkeftinên mezin bi dest xist, navê xwe di dil û hişê me de kola. Destkeftiyên ku hevrê Rodî û rêya ku di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 8 salan de ava kiriye, wê ji aliyê me hevrêyên wî wekî mînak were stendin û xebatên ku wî daye destpêkirin û bi ser xistiye wê were mezinkirin.

DILÊR DERWÊŞ

Hevrêyê me Dilêr Derwêş li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Hevrêyê me Dilêr di nava rastiya gelekî ku dilsozê çand, xak û nasnameya xwe ya civakî ye de, mezin bûye. Berxwedan, serhildan û têkoşîna azadiyê ya li Rojhilat hatî raberkirin, demarê berxwedanê timî zindî kiriye. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ev demarê berxwedanê ji xwe re esas girtine û bêyî hesab ji bo gel û welatê xwe re têkoşiyane. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Partiya me PKK’ê ku bê navber mezin dibe, gelê me yê li Rojhilat jî bandor kiriye. Zarokên bi rûmet, leheng û bi wêrek ên gelê me yê Rojhilat, têkoşîna xwe ya destanî li Kurdistanê hemûyê meşandine bûyîne heqîqeta zanebûna neteweyî û şoreşgeriya sosyalîst a demokratîk.

Hevrêyê me Dilêr Derwêş jî ji Rojhilatê Kurdistanê derket û bû nûnerekî heqîqeteke wiha. Hevrêyê me Dilêr 16 salan dibistan xwendiye, di zanîngehê de asta akademiyê qezenc kiriye û bûye endezyarê jeolojiyê. Hevrê Dilêr hemû derfetên jiyanê yên şexsî ji bo wî, bi destê xwe dehf daye û şûna jiyanekî şexsî bijî, tercîh kiriye ku ji bo gelê xwe têbikoşe û jiyaneke şoreşgerî bijî. Li ser bingehê vê tercîhê eleqe nîşanî şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û îdeoliya Apoyî xwendiye û nas kiriye. Hevrê Dilêr bi taybetmendiyên xwe yên xwedî lêgerîn, bi mereq, xwendinê, lêpirsînê û tahlîlkirina wan xwe digihijand ya herî rast. Bersiv bandor û lêgerînên xwe di îdeoliya Rêber Apo de dibîne û vê yekê ew sewqî têkoşîna rêxistinî kiriye. Li ser vî bingehî ji şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê re milîstî kiriye û bêyî teredut wezîfeyên herî zehmet pêk aniye. Di heman demê de li zanîngehê kar û xebatên ciwanan meşandiye, bi sekin û keda xwe pêşengî kiriye. Hevrê Dilêr her cure zext û gefên rejîma Îranê girt ber çavê xwe û bi cesaretekî mezin ev xebatên xwe domandiye.

Hevrê Dilêr sala 2009’an ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin û 4 salan girtî ma. Li hemberî ti zext û polîtîkayên çewisandinê serê xwe netewand. Di girtîgehên rejîmê de ji xwe re sekna Egîdan, Şirîn Elemhûliyan, Ferzad Kemangeran esas girtiye û bi layiqî nûneriya wê kiriye. Weke şoreşgerekî bi rûmet ji girtîgehê derketiye û xebatên xwe domandiye. Ti zorî û gef nekariye hevrêyê me Dilêr rawestîne û di têkoşîna azadiyê de bêyî tirs meşiyaye. Hevrêyê me piştre çû Ewropa. Ji vir hat û sala 2018’an biryar da ku tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Tevlîbûna gerîla di hevrêyê me de kêfxweşiyeke mezin çêkiriye. Bi kesayeta xwe ya bi rûmet, zanebûna xwe ya bilind, taybetmendiyên rewşenbîr û bi tecrubeyên xwe pir zû fêrî jiyana gerîla bû û berpirsyarî girt ser xwe. Hevrê Dilêr li Metînayê kar û xebatên pratîkî meşand û bi hewldana xwe berpirsyariyên xwe bi serkeftî pêk aniye. Lê serkeftinên ku bi dest xistî ti carî bes nedîtiye. Li hemberî rastiya Rêbertî û şehîdan xwe timî deyndar hîs kiriye. Hevrê Dilêr bi sekna xwe ya bi mînak û tevlîbûna xwe ya fedayî, derbasî Hêzên Taybet bûye. Di Hêzên Taybet de taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî ya fedayî di şexsê xwe de bi cih kiriye û bi fedayîtî tevlî xebatan bûye. Hevrê Dilêr bi sekin û tevlîbûna xwe ya Derwêşî ku kiriye navê xwe yê duyem, bûye heqîqetek. Tevî zanebûna xwe ya kûr ti carî xwe ji hevalên xwe jortir nedidît. Bi dilnizmiya hevrêtiyê ji hemû hevalên xwe re bûye fêrker û pêşeng.

Hevrê Dilêr bi dengê xwe yê xweş û pênûsa xwe ya xurt reng tevlî jiyana me ya gerîla kiriye. Hevrê Dilêr her tim Kurdistan di dilê xwe de hîs kiriye û bi zanebûnek neteweyî û îdeoliyeke sosyalîst û demokratîk têkoşiyaye. Weke mîlîtanekî fedayî yê Apoyî wezîfeyên xwe bi ser xistiye. Weke fedayiyekî Apoyî dema li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa dijmin de bi hevrêyên xwe re şehîd bû. Meşa şoreşgerî ya hevrê Dilêr û tevlîbûna wî ya li ser bingehê fedayitiyê, wê her tim rê nîşanî me hevrêyên wî bike. Weke lehengekî ku hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wê ji xwe re mînak bigirin, di dîroka têkoşîna me de cih bigire.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê pêş ketiye, gelê Kurdistanê zindî kiriye. Di serî de Botan gelê me li her qada ku lê ye tevlî serhildanê bûye û xwedî li Partiya me derketiye ku weke hêviya azadiyê dibîne. Bi taybetî li qada Botanê têkoşîna me ya gerîla di demekî kurt de pêşketineke mezin bi dest xist. Ev yek bûye sedem ku li hemû lûtkeyên Botanê û geliyên wê serweriya gerîla çêbibe û bû sedem ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker jî zêdetir bibin. Dewleta Tirk a dagirker fêm kir ku gerîla û gelê me bi hev re wê hêzeke bê hempa derxîne û dagirkeran ji welatê me bavêje. Lewma ji bo pêşî li vê yekê bigire polîtîkayên hilweşandin û komkujiyê yên li hemberî gelê me zêde kiriye. Di vê çarçoveyê de di serî de li qada Botanê gelê me di komkujiyan de hatiye derbaskirin, gundên wan hatine hilweşandin û şewitandin û gelê me neçar maye ku koçî qadên cuda bike.

CANFEDA  RAPERÎN

Malbata hevrêyê me Canfeda bi eslê xwe ji navçeya Elkê ya Şirnexê ye û ji eşîra Gewda ye û malbateke welatparêz e. Malbata me ya hêja, ku piştî salên 90'î dijmin gundên wan şewitandin, neçar man koçî Wanê bikin, li vir têkoşîna xwe domandin û tu carî serî li ber êrîşên dijmin netewandin. Hevrêyê me Canfeda ku di malbateke wisa hêja û welatparêz de ji dayik bûye, bi çanda kevnar û kûr a malbatê û derdora ku lê dijî, mezin bûye. Ji malbat û derdora wî gelek kes tevlî nava refên gerîla bûne û ji nêz ve jî şehîdên wan hene. Ji ber van sedeman bi awayekî xwezayî hevrêyê me Canfeda gelekî ji têkoşînê bandor bûye. Hevrêyê me yê ku ji ciwantiya xwe ve rastiya dijmin naskiriye, bi taybetî jî pêkanînên dijmin ên asîmîlasyon û qirkirinê derxistiye zanebûnê. Hevrêyê me Canfeda ku têkoşîna li çiyayên Kurdistanê li dijî rastiya dijmin a ku li ser gelê me her cure zext û qetlîamê pêş dixe ji xwe re mînak digire, li her cihê ku lê ye di nava têkoşînê de cih girtiye. Ji bo vê jî di gelek xebatan de bi taybetî jî xebatên ciwanên welatparêz cih girt û hewl da ku van peywir û berpirsyariyan bi têrkerî bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku ev xebatên ku demekê di nav de cih girt, ji bo bersivdana êrîşên dijmin ên heyî têrê nake û divê têkoşîna xwe bigihîne asteke bilind, bawer kir ku ev têkoşîn bi tevlîbûna li nava refên gerîla re li çiyayên Kurdistanê pêkan e.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Canfeda ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, tevlîbûna xwe ya gerîla weke “ji nû vejîn” nirxand. Hevrêyê me Canfeda ku dixwaze li gorî jiyana ku nû dest pê kiriye tevbigere, pêdiviyên wê bi cih bîne û di asta pêşengtiyê de beşdarî vê jiyanê bibe, derxistiye zanebûnê ku ev yek di her wateyî de xwe perwerdekirin hewce dike. Ji bo vê jî ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve xwe perwerde kirin esas girt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên ku dîtî û bi tevlîbûna xwe ya bi îrade di demeke kin de xwe adapteyî jiyana çiya û gerîlatiyê kir, tu carî xwe sînordar nekiriye û di nava pêşketineke berdewam de bûye. Weke milîtanekî Apoyî, rewşa gelê me, esareta Rêbertiya me, êrîşên qirkirinê yên dijmin ku roj bi roj zêde dibin, hişmendiya hevrê Canfeda ku pêwîste têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bike, geş kiriye. Ji bo vê jî bê rawestan ber bi her karekî ve bazda û ji xebatê kêf û kelecaneke mezin hîs kir. Hevrêyê me yê ku bi fedekariya xwe di her xebata ku tê de cih digire derket pêş, her dem girîngiyê daye perwerdehiya xwe jî. Hevrê Canfeda ku her tim jiyana Rêbertiya me û şehîdên me û rastiya têkoşîna wan dixwîne, diyar kir ku jiyana PKK’ê di wî de ruhê azadiyê afirandiye. Ji bo vê jî xwest layiqî Rêber Apo û şehîdên me yên ku çavkaniya jiyana azad a Kurdistanê ne û di wê baweriyê de bû ku ev tê wateya mezinkirina têkoşîna wî di her warî de.

Hevrêya me Canfeda ku dixwaze di serdema nû ya gerîlatiyê de li dijî êrîşên dijmin kûr bibe û bi taktîk û rêbazên nû li dijî dijmin şer bike, bawer dikir ku bi tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet dikare vê bi dest bixe. Ji bo vê jî bi îdîa û biryardariyeke mezin beşdarî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Canfeda ku ji bo pêşxistina şêwaz û taktîkên şer ên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk xwedî ked û hewldaneke mezin e, roj bi roj xwe kûr kiriye. Hevrêyê me Canfeda ji bo ku tevlîbûnek layiqî şehîdan pêk bîne, ji bo vê jî giranî daye perwerdehiya xwe ya bîrdozî û leşkerî. Hevrêyê me Canfeda ku bi perwerdeyên ku dîtiye gihiştiye şêwazeke tevlîbûnê ya fedaî; Bi jiyana xwe, sekna xwe û nirxê xwe yê ku bi hevrêtiyê ve girê dide, ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak.

Hevrêyê me Canfeda ku bi serweriya xwe ya di qada Hêzên Taybet de, bi daxwaza ku timî keda xwe bigihîne asteke bilind, peywira xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî û bi van taybetmendiyan re bû hevrêyekî fedaî ku em ê her tim ji xwe re mînak bigirin.

ADIL ERDAL

Bajarê Mûsilê yê Başûrê Kurdistanê ku gelê me bi hezar salan bi ziman û çanda xwe lê dijî, ji ber çavkaniyên xwe yên dewlemend ên bin erdê û girîngiya xwe ya stratejîk her tim bûye hedefa êrîşên dagirker û mêtingeran. Gelek hêz, bi taybetî rejîma Baas a Iraqê, dixwestin vî bajarê kevnar ê Mezopotamyayê di bin destê xwe de bihêlin. Ji ber vê yekê gelê me ji komkujiyan heta polîtîkayên asîmîlasyonê her cure zilm dît. Dîsa bi polîtîkayên xwe yên koçbertkirinê xwestin gelê me ji vir derxînin û demografiya bajêr biguherînin. Ji ber vê yekê bajarê Mûsilê her tim bûye qada bêîstîqrar, pevçûn û hilweşîna civakî. Dîsa gelek komên ku xwe weke partî û rêxistina Kurdistanî bi nav dikin, ji bo qezenckirinê serî li gelê me yê Musilê dane, di rojên herî dijwar de gelê me bi tenê hiştine û gelê me komkujiyan re rû bi rû mane. Hevrêyê me yê Adil, di nav cihê nakokiyên dijwar, nakokî û kaosê de ji dayik bû. Tevî ku malbata wî ji ber zextên dijmin taybetmendiyên Kurdewariyê dernexistiye pêş jî, di hundirê xwe de ziman, çand û kevneşopiya xwe jiyaye. Zarokên xwe bi vî rengî mezin kirin, vê malbata me ya hêja zarokên xwedî aliyên mirovî yên xurt mezin kirin. Hevalê me Adil ku yek ji wan zarokan e, ji biçûkatiya xwe ve di fêmkirina bûyerên li derdora xwe de zehmetî dikişand. Ji ber ku wî dît ku mirov ji ber ziman, çand û mezheba xwe tên kuştin. Ji bo vê jî nakokiyên kûr jiya û ji nakokiyên ku jiyabû re li bersivên rast geriya. Malbata hevrêyê me Adil jî ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê dora bajarê Mûsilê girtibûn, weke bi hezaran kesî neçar man koç bikin û li Kelarê bi cih bibin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê vekişîna rêheval Adil ji herêmê her çendî hebûna xwe nîşan bide jî hestên welatparêziyê derxist holê. Lê belê hêzên Kurdistanî yên ku erka parastina xwe dikirin, li hemberî çeteyan ti helwest nîşan nedan û paşve vekişiyan. Ev tişt bû sedem ku heval Adil têgeha welatparêziyê ji nû ve pênase bike.

Li cihekî ku hemû artêş li dijî êrîşên çeteyan xwe paş de dikişîne û direve, mîlîtanên Apoyî bi fedayî li dijî van êrîşên çeteyan radibe û gav bi gav herêmên hatine dagirkirin rizgar dike. Ev yek bala hevrêyê me Adil dikêşe. Hevrêyê me Adil ku berê ji propagandayên reş ên hinek hêzan ji bo ku xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ji xeta welatparêziyê ya PKK’ê bandor nebe kiribûn, bandor bûbû. Lê piştre dît ku gerîlayên Apoyî di demên herî zehmet de li cem gelê me ye û li dijî çeteyan berxwedaneke destanî raber kiriye, bi vê yekê re fêm kir ku ev propagandayên reş ji dervey rastiyê ne. Li Kelarê di demên ku dest bi zanîngehê kirî de, xebatkarên ciwanên şoreşger ên welatparêz nas kir. Ev yek di jiyana hevrêyê me Adil de bûye xalekî vegerînê. Bi saya ciwanên welatparêz ên li zanîngehê, rastiya Rêber Apo û PKK’ê hîn baştir fêm kiriye. Di vê pêvajoyê de êdî dest bi xwendina pirtûkên Rêbertiye me kiriye. Hevrêyê me Adil hinqî ku Rêbertiya xwend, hîn baştir fêm kir. Lewma wî bi xwe jî dest bi xebatan kir û cihê xwe di refên azadiyê de girt. Lê di sala 2016’an de ku êrîşên dijmin zêde bûn, ji bo berpirsyariyên xwe pêk bîne û li dijî dagirkeran şer bike biryar daye ku tevlî refên gerîla bibe. Hevrêyê me Adil ji qada Qendîlê tevlî refên gerîla dibe û perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê jî li vir dîtiye. Bi perwerdeyên ku dîtiye di demekî kurt de bala xwe daye jiyana çiyê û gerîla. Hevrêyê me piştî pêvajoya perwerdeyê nêzî 2 salan li qada Qendîlê tevlî xebatan bûye, li vir pêşketinên girîng bi dest dixe.

Her çendî ku xwedî tevlîbûnek kedkar û fedakar be jî, hevrêyê me asta tevlîbûna heyî bes nedît û xwestiye biçe qadên ku şer lê zêde ye. Li ser vî bingehî ji bo ku xwe di hunera gerîlatiyê de kûr bike, tevlî branşên perwerdeyê bûye. Hevrêyê me Adil di gelek branşan de bû pispor û gelek hevrêyên xwe jî perwerde kir û bûye sedem ku her yek ji wan jî bibe gerîlayekî profesyonel. Hevrêyê me Adil ji bo tola hevrêyên xwe yên li qada ku şer lê zêde ye şehîd bûne bistîne û li ser bingehê rast xwedî li bîranînên wan derbikeve, têkoşîna xwe hîn mezintir kir û tevlî xebatên Hêzên Taybet bûye. Di van xebatan de bi afirênerî û xebatkariya xwe derketiye pêş. Bi vê şêwazê tevlîbûna xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak û pêşeng.

Bi ronahiya çavên xwe û rûkeniya xwe, îdeolijiya Rêber Apo di hundirê xwe de ava kiriye û bi heqîqeta hevrêyên xwe yên şehîd, tevlî jiyanê bûye. Hevrêyê me Adil li ti derê destûr nedida bêmoraliyê, bi rûkeniya xwe timî ji hevrêyên xwe re bûye çavkaniya moralê. Hevrêyê me Adil hetanî kêliya ku şehîd bûyî, bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî û bîranînên pîroz ên gerîla re, bûye mîlîtanekî Apoyî yê mînak û her tim wê rêberiyê ji têkoşîna me re bike.