HPG: Di nava du rojan de 21 caran çeperên berxwedanê hatin bombekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 1 û 2’ê Nîsanê de herî kêm 21 caran çeperên gerîlayan bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 1 û 2’ê Nîsanê de herî kêm 21 caran çeperên gerîlayan bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî da:
“ Di 1’ê Nîsanê de herêma Girê Çarçêl a Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
Di 1 û 2’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê Girê FM û Çemço û Sîda 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”