HPG: Dewleta Tirk ji Gareyê dest bi êrişa dagirkirina Başûr kir

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li qada Garê li gel hêza hewayî dest bi êrişa dagirkeriyê kiriye û şer dewam dike. Dİ daxuyaniyê de hate gotin, "Helîkopterên Kobra û Skorsky ne ji Bakurê Kurdistanê, lê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hatine herêmê."

HPG'ê li ser êrişa dagirkeriyê ya doh bi şev li herêma Garê dest pê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

JI HEWAYÊ VE BOMBARDÛMANEKE GIRAN LI GARÊ KIRIN

"Artêşa Tirk 10'ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.

Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30'î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombe kirin.

LEŞKER DANÎN GUNDÊ SIYANÊ, ŞER DIQEWIME

Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagirkeran xwe li gundê Siyanê danîn. Li vê derê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, şer hîn jî dewam dike. Hêzên me li helîkpoterên Kobra û Skorsky ên dagirkeran xistin, helîkopterên dagirkeran piştre ji herêmê çûn.

Dagirkerên ku tevlî vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji Bakurê Kurdistanê lê belê ji Başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê."

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

HPG'ê li ser êrişên hewayî yên li herêmên din jî agahî da. Di vê der barê de wiha hate gotin: "30'e Çileyê saet di 12:10'an qada Aris Faris a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

30'ê Çileyê saet di 12:00 de qadên Cîlo ya Biçûk û Karker ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

2'ê Sibatê saet di navbera 10:30-12:30'î de derdora gundê Şînê yê çiyayê Mamentiyê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû."

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL LI GIRÊ MÊRGANIŞÊ ÇALAKÎ KIRIN

HPG'ê li ser çalakiya Hêzên Parastina Hewayî jî ev agahî da:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' 9'ê Sibatê saet di 07:30'î de li dijî dagirkerên li ser girê Mêrganîşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî çalakiyeke bombeyî kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat."