HPG: Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji sivîlan bide valekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk bi komkujiyan dixwaze herêmê bide valekirin.“

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê diyar kir ku li cihê ku dewleta Tirk komkujî pêk aniye, tu hêzên wan li wir tuneye û got: “Dewleta Tirk armanc dike ku li herêmên ku serwere, dawî li jiyana sivîlan bîne û ji herêmê derxîne. Divê hemû kesê ku ji rastiyê bawer dike û bi wijdan, vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê ya dewleta Tirk bibîne ku bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin. Di heman demê de divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 20’ê Tîrmehê saet 13.45’an de herêma tûrîstîk a herêma Perex a navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê ya Basûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin. Di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de li vê herêma ku xelkê ji herêmên cuda yên Iraqê tên lê, 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Em ji malbatên kesên ku di vê komkujiya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

DEWLETA TIRK BI ZANEBÛN ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE

Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke tûrîstîk a gelê sivîl bombe kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike. Çawa ku dewleta Tirk di 11’ê Tebaxa 2020’an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.

LI VÊ HERÊMÊ TU HÊZÊN GIRÊDAYÎ ME NÎNE

Li herêma ku îro komkujî pêk hat tu hêzeke girêdayî me nîne. Li herêmên nêzî vê herêmê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.

DEWLETA TIRK DIXWAZE HERÊMÊ JI SIVÎLAN BIDE VALEKIRIN

Rastiya ku divê her kes bibîne ev e; Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe li qadê misoger bike. Ji bo vê armancê bi qetilkirina sivîlan û belavkirina tirs û xofê her kesî bitirsîne û paşde bixe. Dewleta Tirk armanc dike ku li herêmên ku serweriya xwe dike dawî li jiyana sivîlan bîne û ji herêmê derxîne. Heman rastî ji bo herêma Hîora Metîna jî derbas dibe. Ligel ku hêzên me li derdora Hirorê nîne jî, ew bi berdewamî hewl dide ku li derdora Hirorê gulebaran bike da ku gundî ji herêmê derkevin.

Divê hemû kesê ku ji rastiyê bawer dike û bi wijdan, vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê ya dewleta Tirk bibîne ku bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin. Di heman demê de divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.”