HPG: Dewleta Tirk bax û baxçeyên gundiyan bombe kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, zerar li bax û baxçeyên gundiyan bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser bomberdûmana 2 û 5'ê Çileyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "5'ê Çileyê, saet di navbera 17:00-18:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker derdora ava Zê ya herêma Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora gundê Sergele yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kirin.

Balafirên şer roja 2'ê Çileyê saet di navbera 12:00-12:30'î de bombe li girê Golka yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat."