HPG: Dagirkeran 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 5'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî çeperên berxwedanê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

4'ê Tîrmehê saet di 05:55 û 07:00 de bi çekên giran li sîstema radarê ya dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin û hate îmhakirin.

4'ê Tîrmehê saet di 18:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û pêşî li tevgera dagirkeran hate girtin.

5'ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

5'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Herêma Xakurkê;

4'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi ibombeyên taktîk nukleer;

5'ê Tîrmehê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîş li ser çeperên me hatin kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4 û 5'ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran, Qadên Berxwedanê yên Golka, Gundê Bêşîlî, Gundê Şêlazê, Serê Metîna û Girê Hakkarî yên Metînayê 6 caran, Qadên Neqeba Meyrokê û Gundê Çemrobotkî yên Garê 2 caran, li Qadên Goşînê û Gundê Rostê yên Xakurkê jî 2 caran bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Tîrmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê, li Zapê qada Sîdayê, li Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Gundê Şêlazê û Girê Hakkarî 218 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

5'ê Tîrmehê drone li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, êrîşî çeperên me kir, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne."