HPG: Bi saya hevrêyên xwe em ber bi serfiraziyê ve dimeşin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi saya fermandara fedaî hevrê Nûdem û şoreşgerê mînak ên Apoyî hevrê Dilda û Vînar em ber bi serfiraziyê ve dimeşin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Şervanên pêşeng ên partiya me yên PAJK û PKK’ê, şervanên qehreman ên YJA Starê û şoreşgerên mînak ên ku ji bo erk û berpirsyariyên wê demê û serdemê li ber xwe dan, hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar di Adar û Gulana 2023’an de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinên azadîxwaz û qehreman ên Kurdistanê berdêlê dide û bi saya hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar ên di milîtaniya fedaî ya Apoyî de şoreşgerên mînak in, ber bi serkeftinê ve bi pêş ve diçin.. Em serbilind in ku bi mirovên bi vî rengî yên dildarê azadiya xwe, evîndarî welatê xwe bûne, bi fedakarî ji bo azadiya gelê xwe bi fedakarî têdikoşe û di bin her şertan de girêdayî îdeolojiya Apoyî û tarzê jiyana Apoyî ye.Armanca me ya herî mezin ew e ku em layiqî hevrêyên xwe bin, bîranînên wan zindî bihêlin, xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê ku gihiştiye şehadetê wisa ye:

  Nasnav: Nûdem Sîdar

  Nav û paşnav: Fîlîz Tekîndag

  Cihê jidayikbûnê: Mûş           

  Navê dê û bav: Fazîme - Salih

  Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Dilda Dilbirîn Cûdî

  Nav û paşnav: Mizgîn Kulter

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Delal - Nûrettin

  Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Vînar Hêvî

  Nav û paşnav: Dîlan Saglam

  Cihê jidayikbûnê: Edene

  Navê dê û bav: Halîde - Adil

  Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

NÛDEM SÎDAR

Hevrêya me Nûdem a ku li gundê Teterqazî yê Milazgîr ê Mûşê ku yek ji navendên berxwedanê yên Serhedê ye û nav di malbateke welatparêz a Kurdistanê de ku kevneşopiya jiyana bi rûmet û berxwedanê dihewand de mezin bû. Malbata hevrêya me Nûdem, ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, neçar ma ku ji metropolên Tirkan koçî Stenbolê bike. Weke jineke ciwan a Kurd êrîşên asîmîlasyonê yên dagirkeran ên li metropolan ku civaka Kurd û ciwanên wê yên paşerojê dike hedef, bala hevrêya Nûdem kişand. Hewldana sîstemê ya ji bo afirandina nifşekî bê kok û bê bîr ya ku civakê tune dike û rê li ber takekesî û xweperestiyê vedike, di hişê hevrêya me de nakokî çêkir. Ji ber ku di nav malbata wê û derdora wê gelek kes tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne, hevrêya me Nûdem jî di temenekî biçûk de partiya me nas kiriye. Apê wê Sîpan (Îlhamî Taşkin) di sala 1992'an de û xizma wê Sîdar Viyan di sala 2009'an de li Milazgira Mûşê şehîd ketibûn. Piştî van şehadetan hevrêya me Nûdem biryar da ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me derkeve.

Dilsoziya wê ya ji bo rastiya şehîdan û êrîşên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker, berê wê daye ku di nav refên PKK’ê de dest bi jiyaneke nû bike.Hevrêya me Nûdem fêm kir ku têkoşîna di nav sînorên pergalê de wê nikaribe gelê me bigihîne azadiyê û bi saya têkoşîna li çiyayên Kurdistanê siberojeke azad dikare were afirandin. Hevrê Nûdem li ser van esasan di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye.

Hevrêya me Nûdem ligel ku qet di dibistanên pergalê yên dewletê de nexwendiye jî wê xwe zû bi pêş ve biriye û di dibistana jiyana azad a Rêber Apo de ew bûye xwendevaneke sadiq. Hevrêya Nûdem ku di demeke kin de bû pêşeng û hevrêyên xwe bi rê ve bir, bi cewherê xwe yê ji dil û paqij re, di jiyana gerîla de tu zehmet nekişand. Hevrêya me Nûdem bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê têgeha hevrêtiyê bilind kiriye û her dem hewl daye van girêdanan xurt bike. Hevrêya me ya ku li qada Xakurkê perwerdeya bingehîn a gerîla bi serkeftî qedand, piştî perwerdeya xwe li heman qadê ma û 4 salan pratîkeke serkeftî pêk anî. Hevrêya me him di warê bîrdozî û him jî di warê leşkerî de, kûrbûna berpirsyariyên pêvajoyê girt ser milê xwe û xebatên xwe bi serkeftî pêk anî û bi fermandariya xwe re bû milîtaneke jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me Nûdem ji bo xeta PKK û PAJK'ê di jiyanê de serdest û kûrtir bibe her tim hewl daye. Hevrê Nûdem ku piştî pratîka xwe ya serkeftî li Xakurkê tevlî xebatên KJK'ê bû, di vê pêvajoyê de kûrahiyeke mezin a îdeolojîk da meşandin û di Îdeolojiya Azadiya Jinê de bû pêşengeke jêhatî. Hevrêya me Nûdem a ku her tim hewl dide felsefeya Rêber Apo fam bike, ji dil û can bi paradîgmaya Rêbertiya Demokratîk, Ekolojîk û Rêbertiya Jin a Azad bawer kir û her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ji bo pêkanîna felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir diyarî.  Hevrê Nûdem piştî xebatên xwe yên di KJK’ê de derbasî Heftanînê bû, di gelek qadên têkoşîna me ya şoreşgerî de bi awayî jêhatî têkoşiya, di her demê de xwe ji bo her karekî amade kir.

Hevrêya me Nûdem ji bo erkên milîtan ên pêvajoyê pêk bîne, di xeta Rêbertiyê de bibe milîtan, fedekariya xwe kûrtir bike û bi hêztir li ser şopa şehîdên me yên nemir bimeşe, di sala 2017’an de tevlî Hêzên Taybet bû. Di karên ku girtibû de serkeftina mutleq ji xwe re esas girt û ti sînor nas nekir. Hevrêya me Nûdem ti carî bi hincet ji xwe re nekiriye astengî û her dem li hemberî pirsgirêkan çareserî peyda kiriye. Xwedî şêwazeke wisa bû ku li ser hedefa xwe disekinî û li ser vê bingehê tevdigeriya. Hevrêya me Nûdem bûye xwediyê helwest û beşdariyeke ku hem di dil û hem jî di mejiyê xwe de hewl dide xwe bi tevahî bigihîne armancên xwe. Di  Hêzên Taybet de bi perwerdeya ku di nava refên xwe de dît, di kesayeta xwe de guhertinên mezin çêkir û di ramana xwe de kûr bû. Beriya her tiştî hevrêya me Nûdem a xwedî kesayetek sade, fedekar û di heman demê de bi sekna xwe ya fedaî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe wergirtiye.  

Hevrêya me Nûdem di xeta Zîlan de ji bo bersivdayîna êrîşên li Îmraliyê yên di pergala êşkence û qirkirinê de li ser Rêbertiya me hatine pêşxistin û ji bo hêviya siberoja azad a gelê me zindî bike û ala têkoşîna şehîdên me yên nemir hilgirtiye xwe di xeta Zîlan de feda kir.

DILDA DILBIRÎN CÛDÎ

Gelê me ku ji aliyê dewletên mêtinger ve çand û zimanê wê tune hatiye hesibandin, bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re ji nû ve rabûye ser piyan û bûye hêviya azadiyê ya hemû kesên bindest. Têkoşîna me ku her kêliya wê bi xwîna şehîdan pêş ket, ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşek mezin xwedî lê hatiye derketin. Ji dîrokê heta roja me ya îro Botan her tim bûye navenda berxwedanê ya Kurdistanê. Gelê me yê Botanê ku rê nade dagirkerî û dagirkeran, her tim di jiyana azad de xwedî israrek mezin e û gelek zarokên wê yên bi wêrek tevlî nafa refên gerîla bûne.

Bajarê me Şirnex ku di dilê Botanê de cihê xwe digire, li Kurdistanê xeta berxwedanê diyar kiriye. Hevrêya me Dilda di nava malbata Kulter a welatparêz a ji eşîreta Cafirî de, hatiye dinê. Hevrêya me Dilda di derdorek ku çanda berxwedanê lê serwer e de, mezin bû. Hevrêya me Dilda xeta têkoşînê û rastiya dijmin derxist zanistê û timî pêş xistiye. Felsefeya Rêber Apo û PKK hîn nêztir nas kiriye. Hevrêya me dît ku nasnameya jinê di nava çar dîwaran de teng hatiye hiştin û ji cewhera wê hatiye qutkirin. Weke jineke ciwan ji rastiya gerîlayên jin ên li çiyayên Kurdistanê gelek bandor bûye û pêdivî dîtiye ku felsefeya Rêber Apo hîn zêdetir fêm bike. Hevrêya me weke jineke ciwan a lêgerînvana azadiyê, li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk a mêtinger di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de pêk anîn, gelek bi hêrs bûye û bi tevlîbûna nava refên têkoşînê re, bersiva dagirkeran daye. Hevrêya me Dilda tevî ku birîndar jî bû, refên berxwedanê terk nekiriye û heta dawiyê li ber têkoşîna xwe domandiye. Hevrêya me di nava berxwedana dîrokî de cih girt ku bi pêşengiya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryanan hat raberkirin. Xwest ji hêviyên gelê yê pêşeroja azad re bibe bersiv û her tim esas girtiye ku têkoşîna xwe gavekî ber bi pêş ve bavêje.

Hevrêya me Dilda di nava têkoşînê de xwe baştir nas kir û li hemberî şehîd û gelê me her tim xwe deyndar hîs kiriye. Ti carî dest ji lêgerîna azadiyê bernedaye û ev lêgerîna wê ew aniye nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Hevrêya me li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û di heman qadê de, perwerdeya xwe ya gerîlatiya esas qedand û li têkoşîna xwe dewam kiriye. Hevrêya me Dilda ji têkîliyên hevrêtiyê yên PKK’ê gelekî bandor bûye. Hevrêya me Dilda tecrubeya xwe ya destpêkê li Bakurê Kurdistanê jiyan kir, di nava pratîkê de pijiyaye û bûye mîlîtaneke pêşeng. Hevrêya me Dilda piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye, bi perwerdeyên leşkerî yên dîtiye di taktîkên gerîla de xwe kûr kiriye û di qada îdeolojîk de jî bûye xwedî tecrubeyeke mezin. Ji malbata hevrêya me Dilda û derdora wê ya nêz gelek şehîdên me yên nemir hene û ev yek bûye sedem ku xwedî li mîrateya têkoşînê derkeve û bibe xwedî tevlîbûneke ku geşkirina têkoşînê esas digire. Hevrêya me Dilda di şexsê Şehîd Denîz Herekol (Mehmet Selîm Kulter), Şehîd Botan Cûdî (Omer Kulter), Şehîd Kajîn Ferman (Hediye Kulter) ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bêyî du dilî canê xwe dan û Şehîd Sîpan Besta (Cengîz Kulter) û Şehîd Bahoz Besta (Cemîl Kulter) de ku di têkoşîna Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi fedayî şer kirin û şehîd bûn, ji bo têkoşîna hemû şehîdan bigihije serkeftinê, her kêliya xwe daye têkoşînê. Hevrêya me Dilda rastiya ku PKK partiya şehîdan e, baş dizanî û ji bo xeyalên azadiyê yên şehîdên me zindî bike, her tim bi tempoyekî bilind têkoşiyaye û bûye yek ji hevrêyên me yên pêşeng û ji pêvajoyê re bûne bersiv.

Hevrêya me li her qada ku lê maye, ked daye. Hevrêya me Dilda bi hêza ku ji felsefeya Rêber Apo girtî, dîwarên ku jin heps kiriye şikandiye û xwe li ser xeta jina azad ji nû ve afirandiye. Hevrêya me Dilda rolê pêşengiyê ya di nava têkoşîna jinê de, di şexsê xwe de şênber kiriye û bûye fermandar. Di gelek xebatên girîng de bûye sedemê serkeftinên mezin û weke mîlîtana dem û wezîfeyên zehmet, bûye layiqê hemû berpirsyariyên ku girtiye. Hevrêya me Dilda bi kesayeta xwe ya zindî, bi moral û kelecan li her cihê ku lê ye rengê xwe didayê û xwesteka wê ya fêrbûnê ji hemû hevrêyên wê re bûye mînak. Xebatên serkeftî yên meşandî û asta pêşengiyê ti carî bes nedît û hîn zêdetir têkoşîna xwe geş kiriye.

Hevrêya me Dilda bêyî hesab tevlî hemû xebatan bû û di refên têkoşînê de, her kêliya xwe bi berxwedanê derbas kir û bûye layiqê ala YJA Starê, xeta PKK û PAJK’ê. Hevrêya me Dilda di jiyan û şer de xwedî sekin û tevlîbûneke fedayî bû, li dijî dagirkeran di refên herî pêş de cih girt û bi mîlîtanî şer kiriye. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Dilda li pey xwe hiştî, her tim wê di berxwedana me de bijî û teqez wê bi serkeftinê bê tacîdarkirin.

VÎNAR HÊVÎ

Partiya me PKK ku bi pêşengiya Rêber Apo gelek ji nû ve zindî kir, destana berxwedanê ya bê hempa derxist holê. PKK li ser nirxên pîroz ku bi şehîdên me yên nemir bi xwîna xwe afirandiye, hatiye avakirin. Bajarê me Amed ku li Kurdistanê ala serhildanê lê herî bilind e, bûye şahidê destpêkên ku mohra xwe li dîroka têkoşîna me xistiye. Bajarê me Amed ku şahidî ji avakirina PKK’ê re kiriye û her tim xwedî li ruhê berxwedanê yê ku ji aliyê Berxwedana Zîndana Amedê ve hatiye avakirin, derketiye. Bi hezaran zarokên xwe şandiye nava refên têkoşînê, zarokên xwe yên di nava refên berxwedanê de şehîd bûne bi serhildanan pêşwazî kiriye. Gelê me yê Amedê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi taybetî hatiye hedefgirtin. Dagirkeran xwestiye ku bi polîtîkayên bişaftin, înkar û îmhayê îradeya gelê me yê Amedê tune bike. Gelê me hemû êrîşên dagirkeran bi berxwedanêb bersivandiye û armanca dagirkeran pûç kiriye.

Gelek malbatên me yên welatparêz ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, ji xaka qedîm a li ser dijîn neçar mane ku koçî metropolan bikin. Hevrêya me Vînar di nava malbateke welatparêz de ji bi eslê xwe ji Amedê ye lê ji ber êrîşên dagirkeran neçar maye koçî Edeneyê bike, hatiye dinê. Bi nirxên Kurdistanê û kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê mezin bûye. Hevrêya me Vînar bi hesreta welêt mezin bûye. Ji ber ku ji malbata wê û derdora wê ya nêz tevlîbûn di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de hene, pir zû Rêber Apo û partiya me PKK nas kiriye. Hevrêya me weke jineke Kurd a ciwan di nava têkoşînê de asta biryardariyê her tim bilind kiriye. Hevrêya me di vê pêvajoyê de pirtûkên Rêber Apo dixwîne û gelek bandor dibe. Hevrêya me bawer kiriye ku divê teqez bersiva êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê werin dayîn. Di sala 2015’an de ku êrîşên îmhayê zêde bûne, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe û bersiva pêwîst daye dijmin.

Hevrêya me Vînar li çiyayên Kurdistanê nasnameya xwe ya cewherî dibîne. Hevrêya me li herêma Qendîlê perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê qedand û di heman qadê de dest bi xebatên pratîkê kiriye. Hevrêya me Vînar li herêma Qendîlê bi pratîka xwe ya gerîlatiyê ku sê salan meşand, bû pêşeng. Her tim xwe pêş xist û ji wezîfe û berpirsyariyên demê re bûye bersiv. Hevrêya me Vînar bi kesayeta xwe ya dilnizm û samîmî ji nişka ve bal dikişand ser xwe. Bi kesayeta xwe ya lêkolîner timî xwe û hevrêyên xwe pêş xistiye, bi kesayeta xwe ya kedkar her tim di plana pêş de maye. Hevrêya me Vînar di têkoşîna xwe de tevlîbûnek bi tempoya bilind esas girtiye û ti carî meşeke ji rêzê qebûl nekiriye. Bi taybetmendiyên xwe bi wêrek û fedakar derketiye pêş û ji hevrêyên xwe hemûyan re bûye mînak. Birayê wê Derwêş Demhat (Firat Saglam) û xizma wê ya nêz Arîn Dêrsim (Pelda Saglam) li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd bûn. Ev şehadet bû sedem ku hevrêya me Vînar hîn zêdetir xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me derkeve. Hevrêya me Vînar kûrahiya xwe ya di qada îdeolojîk de, bi tevlîbûna xwe ya di qada leşkerî de jî raber kiriye. Hevrêya me bi perwerdeyên akademîk, di taktîkên gerîla de bû pispor. Li dijî êrîşên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê, her tim di çeperê pêş de cihê xwe girtiye û bi fedayî şer kiriye. Hevrêya me Vînar di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Şavaş Mereş a Cenga Xabûrê de bi aktîf cih girt û tarzê tîmên bi tevger bi rengekî serkeftî xist pratîkê. Di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li dagirkeran hat xistin de cih girt.

Hevrêya me Vînar di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi fedayî şer kir û bi hêzekî mezin tevlî jiyanê bû. Xeta PKK û PAJK’ê di her qada jiyanê de raber kiriye. Hevrêya me Vînar her kêliya xwe ku bi fedakarî nefes stand, fedayî pêşerojeke azad kir. Mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştî, teqez wê bi serkeftinê bê tacîdarkirin.