HPG: Bi dehan polîs û tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Colemêrg û Dersimê yên li dijî artêşa Tirk bi dehan polîs û tîmên taybet hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê herî kêm 11, li Geverê 12 û li Dersimê jî bi kêmanî 4 polîs hatine kuştin.

Daxuyaniya di malpera Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

LI ŞEMZÎNANÊ 11 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Hêzên me di 9’ê Tîrmehê de saet di 21.30’an de li dijî wesayîta bi zirx a di navbera Şemzînan û qereqola Şapatanê digeriya, li nêzî taxa Meydanê çalakiyek li dar xistiye. Ev wesayîta zirxî ya Ejder îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 11 leşkerên tîmên taybet hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi gelek ambûlans û wesayîtên sîvîl, leşkerên mirî ji qadê derxistine.

LI GEVERÊ 12 POLÎS HATIN KUŞTIN

Di 8’ê Tîrmehê de di saet 00.00’an de hêzên me li dijî nuqteya polîsan a di têketina Geverê de çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 3 aliyan li dijmin dane, 2 mewzî îmha bûne, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne. Hêzên me wesayîya TOMA îmha kirine, hejmara polîsên mirî û birîndar ên vê derê nehatine tespîtkirin.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Di 8’ê Tîrmehê de saet di 13.00’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Qereqola Girê  û Girê Şehîd Mazlûm a li Çelê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li mewziyên dijmin û qûleyên qereqolê dane. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Hêzên me di 11’ê Tîrmehê de saet di navbera 07.30-09.30’an de li dijî mewziyên dijmin ên li Girê Mêrganişê yê Çelê çalakiyek li dar xistine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

LI DERSIMÊ 4 POLÎS HATIN KUŞTIN

Hêzên me li Dersimê wesayîta polîsan a Connet a gerînendetiya emniyetê ya Pulumurê 4 rojan xistine bin kontrola xwe û di 8’ê Tîrmehê saet di 19.15’an de li dijî vê wesayîtê li ser riya Erzîncanê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Wesayît ji binî ve îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 polîsên sîvîl mirine. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi wesayîtên zirxî gulle li derdora qadê reşandine.

Di 9’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker danîne gundên Mozik û Şêxan ên Pulumurê ya bi ser Dersimê û girê Obusê. Hêzên dagirker li vê derê operasyon dane destpêkirin û di 10’ê Tîrmehê de bi obus û hawanan li çemê Ûzûntarlayê dane. Di operasyonê de leşkerên dijmin kemîn danîne.

LI HEMBERÎ QADA AVAŞÎN ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 17.50’î de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Girê Şehîd Dijwar ê qada Avaşîn a bi ser Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman kiriye.