HPG: Artêşa Tirk bi zanebûn li artêşa Iraqê da

HPG: Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtên artêşa Iraqê hebûn jî dewleta TC’ê bi zanebûn ev wesayît kirin hedef. Di vê êrîşê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî hevrêyên me şehîd ketin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn artêşa Iraqê kir hedef.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “11’ê Tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrîşên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Piştî vê civînê hema bi şûnde artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebûn dewleta TC’ê ev wesayît bi zanebûn kir hedef. Di vê êrîşê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî rayedar şehîd bûne.

WESAYÎTÊN BI ALA IRAQÊ KIRIN HEDEF

Dewleta Tirk a faşîst bi namerdî artêşa Iraqê kir hedef, ev pir vekirî kir. Dewleta TC’ê li ser navê diyalog û çareseriyê tiştekî qebûl nake, bi hovane êriş bir ser wesayîtên ala fermî ya Iraqê li ser bûn. Di rewşekê de ku pêkan e hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibe, dewleta TC a faşîst êrişeke bi vî rengî pêk aniye. Her wiha daxuyaniyên bi navê hikumeta herêmî tên dayin û dewleta Tirk a kujer mafdar nîşan didin, vê êrişkariya dewleta qirker bi me ve eleqedar dike, rast nînin. Bi van daxuyaniyan metirsiya li ser gelên li herêmê jî ji nedîtî ve tê. Divê xwe ji daxuyaniyên bi vî rengî vegirin, divê dest ji gotinên ku dewlet TC a faşîst mafdar nîşan dide berdin.

Di serî de ji malbata Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn ên jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê ji gelên Kurd û Ereb û dewleta Iraqê re dixwazin, ji ber şehadetên çêbûne, dilgiraniya xwe parve dikin.

Eşkere ye ku dewleta TC a kujer bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigere, li dijî vê êrişkariya dagirker divê gelên Kurd, Ereb û hemû gelên din têkoşîneke hevpar bimeşînin. Li pêş çavan e ku ev rejîma faşîst ji bo gelan hemûyan metirsiyeke mezin e."