HPG: Artêşa Tirk 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî Zapê kir

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî Zapê kir. Dengê bombardûmanê ji qadên bi kîlometreyan dûrî cihê êrîşê hate bihîstin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li gel bombardûmana bi balafirên şer, fuzeyên bejahî, tank û obusan, çeperên me yên berxwedanê hem bi bombeyên taktîk nukleer têne bombekirin, hem jî hewl tê dayin ku bi kepçeyan bêne hilweşandin. Artêşa Tirk a dagirker di 11 û 13'ê Tîrmehê de li rojhilat û rojavayê Zapê bi bombeyên taktîk nukleer ên ku bikaranîna wan qedexe ye, êrîş kir. Dengê bombardûmanê ji qadên bi kîlometreyan dûrî cihê bombardûmanê ne hate bihîstin."

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Herêma Xakurkê;

11'ê Tîrmehê li Girê Şehîd Qehreman dagirkeran dest bi operasyoneke li hawirdorê kirin. Saet di 12:30'î de bi çekên giran li wan dagirkeran hate xistin ku derketin operasyonê.

14'ê Tîrmehê saet di 08:00 de bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer;

11'ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, çeperên me carekê bi bombeyên taktîk nukleerê hatin bombekirin.

13'ê Tîrmehê saet di 10:12'an de li herêma rojavayê Zapê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Artêşa Tirk a dagirker di 11, 12 û 13'ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya li Zapê û Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşî çeperên me kir, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.

12'ê Tîrmehê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ê li Rojavayê Zapê yê Şehîd Delîl, dagirkeran ji bejahî ve fuzeyek avêtin û çeper hate bombekirin.

11, 12 û 13'ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê 5 caran, qada Girê Zengilê ya Garê carekê, Qadên Berxwedanê yên Golka û Girê Hakkarî yên Metînayê 5 caran bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11, 12 û 13'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî yê Metîna û qadên Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, 462 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."