HPG: Artêşa TC’ê bi zanabûn Bîlen ên bira qetil kirin

HPG’ê ragihand ku li Silopiyayê birayên bi navê Servet û Diyar ji aliyê artêşa Tirk ve bi pilankirî hatin qetilkirin. HPG’ê diyar kir ku di serî de wê hesabê vê êrîşê, dîsa qetlîam, zext û êşkenceyên tên kirin bipirsin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser Servet û Diyar Bîlen ên bira daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 17’ê Nîsanê de me ragihandibû ku artêşa dagirker a TC’ê li navbera gundê Xinis û Girê Nasir ên navçeya Silopiya ya Şirnexê de rêyeke nû ya ewlekariyê çêdike, 16’ê Nîsanê di saetên sibê de hêzê me li dijî mekîneyeke ya kar a dema li ser rêya Girê Nasir kar dikir çalakiyeke ya sabotajê pêkanîbû û mekîneya kar bi temamî hatibû rûxandin.

Piştî vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zanîn û şûnde li dijî wesayîteke kontrayê ya ku ji bo mudaxeleyê berê xwe dida herêmê cara duyemîn çalakiyeke ya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi tememî wesayîta kontrayan hate rûxandin û gelek kontra hatin kuştin, li ser hejmara wan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

ARTÊŞA TIRK LI SER RÊ MAYÎN BI CIH KIR

Artêşa dagirker a TC’ê piştî van çalakiyan bi desteka yekîneyên veşartî li qadê bi qismî dest bi operasyona kiribû. Artêşa TC a heta 5’ê Gulanê paşmayên wesayîtan hê ji cihê bûyerê nerakiribûn, heman rojê piştî ku paşmayên wesayîtan hildan û şûnde li navbera Gundê Çemka û Zêtkê ya Silopyayê mayînek bicih kiribûn. Artêşa dagirker a TC’ê ya ku mayîn bicihkiribû, bi zanabûn û plankirî dema wesayîta du welatiyên me yên welatparêz ên bi navê Servet û Diyar Bîlen ve teqandine. Di encama vê plana nemerdane de Servet û Diyar ên bira şehîd bûne.

Piştî çalakiyên bi serketî yên gerîlayan ên demên dawî li dijî dagirkeriyê û şûnde, dewleta TC’ê dîsa lîstikên nû xistine dewreyê welatiyên me yên sivîl dikin hedef. Bi vê êrîşê dewleta TC a faşîst ne cara yekem e ku sivîlan dike hedef. Artêşa TC’ê heta niha li Kurdistanê bi hezaran sivîlên me qetilkirine. Artêşa Tirk vê êrîşa xwe ya bi pilan û zanistî ya li Silopyayê pêk anî, bi rêya çapemeniya xwe ya şer ragihandin ku PKK’ê kirine. Artêşa TC’ê ya qirker bi zanabûn û rêxistinkirî pêşeng, welatparêz û hemû gelê me dike hedef.

WÊ HESABÊ VÊ ÊRÎŞA NEMERDANE BÊ PIRSÎN

Em Hêzên Parastina Gel wê hesabên her cûre êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk a faşîst, dîsa qetlîam, êşkence û zextên li ser gel dikin bipirse.

Li ser vî bingehî di serî de sersaxiyê ji malbata birayên Servet û Diyar û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Soza ku wê xeyalên şehîdên me di têkoşîna me de mezin bibin.”